Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 373'an de ye

Çalakgerên vê hefteyê yên nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê sê Kurdistaniyên ji bajarê Giessen ê Elmanyayê ne.

Çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, her hefte bi komek ji bajarekî cuda yê Ewropayê didome.

Nobedarên vê hefteyê Bariş Aydogan, Emîn Emektar û Osman Osman ên ji bajarê Giessen ê Elmanyayê ne.

Bariş Aydogan bi navê komê axivî û diyar kir, xeyala gelê Kurd ku bi salan e vê çalakiyê didomîne azadiya Rêberê xwe ye.

Bariş Aydogan diyar kir ku sebra gelê Kurd ji ber esareta Ocalan êdî nîne û got, "Sebra me jî heta deverekê ye. Bila bêhtir nefûrînin."

Her wiha bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) hate kirin û hate gotin, "Beriya her tiştî em ji wan dixwazin ku rûmeta mirovan bibînin." Di daxuyaniyê de ji dewletên dinyayê jî hate xwestin ku gelan nekin amûr ji polîtîkayên xwe yên durû re.