Nivîskar ji bo Kobanê wê li sînor nobetê bigirin
Nivîskar ji bo Kobanê wê li sînor nobetê bigirin
Nivîskar ji bo Kobanê wê li sînor nobetê bigirin
Nivîskar ji bo Kobanê ya ku ev 37 roj e di bin êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ye wê li sînor nobedê bigirin. Murathan Mungan, Vîvet Kanattî û Seyma Kaygusuz jî di nav de gelek nivîskar ji bo ku sînorên di navbera gelan de hatine xêz kirin rakin û pevçûnên mezhebî rawestînin, wê korîdoreke mirovahî ya remzî ava bikin.
Nivîskar wê 25’ê Cotmehê roja Şemiyê biçin Pirsûsê. Xwediyên fikra ku li sînor nobetê bigirin nivîskar Asli Erdogan ku ji ANF’ê re axivî û got: “Bi giştÎ nivîskar bi nivîs û gotinên xwe hene. Di atmosfereke wisa ku hemû gotin bi şer tên çewistandin de me xwest em jî di aliyê fizîkî de bêjin em hene û ji ber vê em ê li sînor bin. Dema cîranê min bê kuştin û ez vê ji nedîtî ve bêm, ez dibim hevkarê vê cînayetê.
Ali Erdogan bi ser navê ‘SOS KOBANÊ’ 10 roj berê bang li nivîskarên Ewropa û Tirkiyeyê kir ku li sînor nobetê bigirin. Nivîskakên ji bo korîdor ji bo Kobanê vebe îmze berhevkirin niha jî wê li sînor nobetê bigirin. Erdogan diyar kir ku DAIŞ’ê ne tenê Kobanê em hemû dagir kirine û wiha pêde çû: “Dereng be jî nivîskaran biryarek e wisa girtiye. Ev gelek girîng e. Heta em li gel hev nesekinin em nikarin vê xelekê bişîkinin. Bi sedan kes ji bo ku bi Kobaniyan re bên cem hev hatin sînorê Murşîtpinarê û têl derbaskirin. Vê gelek bandor li ser min kir.
Li ser vê min jî banga nobetê li nivîskaran kir. Zêdetir ji nivîskarên Ewropayê piştgirî hat. Gelek nivîskarên PEN a Fransa û Îngîlîstanê û parlamenterê Îzlandayê Bîrgîtta Jonsdottîr bi min re kete têkiliyê. Mayîna me ya li vir jî sembol e. Bi giştî nivîskar bi gotin û nivîsên xwe hene. Ev gotin hemû bi şer tên çewisandin.
JIYAN A KU TE BI WATE DIKE YE
Erdogan da zanîn ku ev hewldan gelek dereng maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nivîskar mixabin gelek dereng man. Em di nava xwe de rêxistin nebûn. Lê ji ber ku dereng bûye, tu tişt naguhere. Vekirina korîdorê ya fiîlî, rastiya şer naguherîne. Ji bo ku bendên di navbera Kurd û Tirkan de bên rakirin divê îro em bikevin nava tevgerê. Tu nikarî jiyanê bi wate bikî, jiyan te bi wate dike.”
DEMA MIROV MIJARA GOTINÊ BE SÎNOR NAYÊN NASKIRIN!
Erdogan bi lêv kir ku roja Şemiyê nivîskar Murathan Mugan, Sema Kaygusuz, Hatîce Meryem, Gaye Boralioglu, Ayşegul Tozenen, Vivet Kanetti, Seray Şahiner, Menekşe Toprak, Can Oz, Işil Ozgenturk û Sine Ergun, İlkay Akkaya dê li herêmê bên gel hev. Erdogan destnîşan kir ku sînor, sînorên sexte ne û got: “Sînor ji aliyê dewletan ve hatine avakirin. Dema mirov bibin mijara gotinê ev sînor nayên naskirin."
BÊDENGÎ HEVKARIYA SÛC E
Erdogan wiha got: “Kesên ku Kobanê wek meseleya xwe nabînin, dixapin. Ev çîrok li pêşiya hemûyan e. Mînak karesata Somayê. Ev hikûmet wê rojekê bibe mirina te jî. Piştgiriya hikûmetê ya ji bo DAIŞ’ê ne veşartiye. Li pişt me mirov tên kuştin. Ev ji nedîtî ve dîtin sûc e. Bêdengî hevkariya sûc e. Ez naxwazim bêdeng bim û bibin hevkarê sûc.”