Nivîsîna daxwaznameyê ji Wezareta Dada Tirk re, 'sûc' e

4 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa L'yê ya Antalya ji bo ku daxwazname ji Wezareta Dadê ya Tirk re nivîsîn, 11 roj cezayê hicreyê li wan hate birîn.

Grêva birçîbûnê ya bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest pê kirî di roja 21'ê de bi koma pêncan didome.

Ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Entalya û ya Tîpa T ya Akçadagê ya Meletiyê têkilî grêvên birçîbûnê û binpêkirina mafan gelek agahî tên.

Girtiyên jin ên Girtîgeha Tîpa L'yê ya Entalyayê ji malbata xwe re binpêkirin ragihandin.

Zelal Başboga ji malbata xwe re ragihand wan ji Wezareta Dadê ya Tirk re daxwazname têkilî daxwazên xwe û grêvê nivîsîne, Dozgeriya Înfazê tgêkilî daxwaznameya wan bi îdîaya ku 'propagandaya rêxistinê kirine' her yekê 11 roj cezayê hicreyê li 4 girtiyên jin hatiye birîn. Başboga banga bihistyariyê li raya giştî kir, bal kişande ser ku piştî grêvê zextên li ser girtiyan zêde bûne.

Başboga her wiha xwest ku daxwazên gritiyan werin qebûlkirin û got, ''Di vê pêvajoyê de divê her kes bibe dengê girtîgehan.''

Zeyyat Agaoglu ya ku li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Akçadagê ya Meletî girtiye, bi telefonê ji malbata xwe re ragihand li gel ku zivistan e jî kalorîfer hê nehatine vêxistin. Agaoglu got, ''Dinya cemidî ye û kalorîferên me vênexistine, em serma digriin. Ji ber qedexeya 2 mehan a danûstandinê em nikarin bi telefonê jî biaxivin.

Li gel şertên giran jî em çalakiya grêva birçîbûnê didomînin. Ji bo ku her meh rojên hevdîtinê diguherin em nikarin malbata xwe bibînin. Em bang li ÎHD'ê dikin. Em dixwazin ku şandeyek were û lêkolînê li girtîgehê bike.''