Li gelek bajar û navçeyên herêmê bi hezaran welatiyan Nimêjên Înê yên Sivîl kirin. Di weazan de melayan got; "Ji bo hemû kesên xwedî îman li hemberî zilmê rawestîn îbadete. Li hemberî gelê mazlûm zilim kafirî ye û divê kesên xwedî îman jî li hemberî vê zilmê derbikevin."
Li Sêrt, Silopî, Êlih, Farqîn, Bismil, Amed, Nisêbîn, Cîzîr, Wan, Colemêrg û Milazgirê bi hezaran welatî ji bo Nimêjên Înê yên Sivîl bikin derketin qadan. Li Sêrtê gelek kesên di nav de rêveberên BDP'ê yên bajar, navçe û bajarokan jî hene li avahiya BDP'ê ya Sêrtê, Silopiyê li baxçeyê Şaredariya, Êlihê li Baxçeyê Çayê yê Şaredariya Êlihê, Farqînê li Mala Şînê ya Navendê, Bismilê li Parqa Halîl Îbrahîm Oruç, Amedê li Suka Selahattîn Eyyubî ya Binerd ya li Derê Çiya, Nisêbîn li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî, Cizîr li qada li ber avahiya BDP'ê ya Cizîrê, Wanê li înşata otoparqa Şaredariya Wanê, Colemêrgê li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê û li Milazgirê jî li avahiya BDP'ê ya Milazgirê bi sedan welatiyan nimêjên înê kirin.
Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz dan û xudbe xwendin. Melayan di weazan de diyar kirin ku, di dîroka li gelek welatên cîhanê de li hemberî jinê komkujî pêk hatine û wiha gotin: "Welatên misilman jî di nav de li gelek welatan li hemberî jinê tundî pêk hat. Heke li hemberî jinê tundî pêk bê ev yek ji ber olê na ji ber nêrîna civakê ye."
Melayan di weazên xwe de bal kişandin ser zilmê û anîn ziman ku, divê li hemberî zilmê tu kes bêdengnemîne û wiha destnîşan kirin: "Ji bo hemû kesên xwedî îman li hemberî zilmê rawestîn îbadete. Li hemberî gelê mazlûm zilim kafirî ye û divê kesên xwedî îman jî li hemberî vê zilmê derbikevin." Di weazan de operasyonên leşkerî jî hatin şermezarkirin. Piştî weazan welatiyan nimêj kirin.