Nîlay Kûş: Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de em ê faşîzmê rawestînin

Berdevka Rêxistina Stenbolê ya TOP'ê Nîlay Kûş bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê û got, "Wê bibe asteke welê ku em ê faşîzmê rawestînin."

Berdevka Rêxistina Stenbolê ya TOP'ê Nîlay Kûş destnîşan kir ku weke TOP'ê ew Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo xwe weke hevalbenda stratejîk dibînin; di her alî de têkoşîneke hevpar dimeşînin û diyar kir ku tifaqa wan ne tenê ji bo hilbijartinê ye.

Berdevka Rêxistina Stenbolê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Nîlay Kûş ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê pêvajoyeke diyarker e. Nîlay Kûş got, "Krîza aboriyê ya beriya erdhejê girantir bûye, şert û mercên jiyanê bêhtir nebaş bûye, bêhn li mirovan hatiye çikandin. Bi erdhejê re me dît ku dewlet nîne, gel terkî mirinê kiriye, bi tenê hiştiye. Lewma hêrsa civakê xurtir bû. 14'ê Gulanê ji bo jin, karker û ciwanan pêvajoyeke diyarker e. Wê bibe asteke welê ku em karibin faşîzmê rawestînin. Bêguman piştî hilbijartinê wê pêvajoya avakirina Tirkiyeyeke nû destpê bike."

BI QASÎ DEMA BERIYA HILBIJARTINÊ, ROJA HILBIJARTINÊ JÎ GIRÎNG E

Nîlay Kûş li ser amadekariyên xwe yên ji bo roja hilbijartinê jî diyar kir ku bi qasî pêvajoya beriya hilbijartinê, her wiha roja hilbijartinê jî gelekî girîng e. Nîlay Kûş bi bîr xist ku bloka AKP-MHP'ê beriya niha deng dizî bû û got, "Di çarçoveya girîngiya vê pêvajoya hilbijartinê de, hem bi Tifaqa Ked û Azadiyê re hem jî bi partiyên din re em li ser ewlekariya hilbijartinê hevdîtinan dikin. Li ser vê mijarê civîn têne lidarxistin, amadekarî têne kirin. Weke TOP li her devera ku em lê ne ji bo ewlekariya sindoqê çi ji destê me bê em ê bikin. Ji bo wergirtina tedbîrên ewlekariyê em ê hewl bidin. Hem li dibistanan hem jî li taxan em ê cihê xwe neterikînin. Bi taybetî têkildarî rewşa li herêma erdhejê weke TOP em ê gelekî bixebitin."

EM BI HEV RE TÊKOŞÎNÊ DIMEŞÎNIN

Berdevk Nîlay Kûş anî ziman ku TOP Tevgera Azadiyê ay Kurd ji bo xwe weke mutefîkekî stratejîk dibîne, di her mijarê de têkoşîneke hevpar dimeşînin û diyar kir, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî ew ê karê xwe yê bi HDP'ê re dewam bikin.

HEVKARIYA ME YA TÊKOŞÎNÊ NE TENÊ JI BO HILBIJARTINÊ YE

Nîlay Kûş ragihand ku ji bo dema piştî hilbijartinê jî planên wan hene, wê têkoşîna xwe dewam bikin û destnîşan kir ku ew Tifaqa Ked û Azadiyê ne tenê weke tifaqeke hilbijartinê dibînin. Nîlay Kûş got, "Ji destpêkê ve hevalbendiyeke hilbijartinê nebû, em weke hevalbendiyeke têkoşînê dibînin. Ev hevkariya me ya têkoşînê wê piştî hilbijartinê jî dewam bike."