Nikarin muxtaran ji wezîfeyê bigirin

Pirraniya muxtarên ji wezîfeyê hatine girtin jî Kurd in. Ev jî dijminatiya li dijî civaka Kurd e. Ya rastî, ev êrişa li dijî navmal û mehremiya civakê ye. Çawa ku destdana jiyana şexsî ya ferdan di ti qanûnan de nabe hebe, ev mafê Tayyip Erdogan jî nîne.

Tayyip Erdoganê her meh muxtaran dicivîne, niha jî muxtarên ku xelkê gundan yan jî taxan hilbijartî ji wezîfeyê digire. Ji wezîfeyê girtina muxtaran xisleta êrişa li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê radixe ber çavan. Li aliyê din ev yek nîşan dide ka desthilatdariya Tayyip Erdogan û AKP´ê çi qasî lawaz e.

Yên ku muxtaran hildibijêrin ew kes in ku muxtaran nas dikin. Parlamenter yan jî hevşareder dibe ku bi manipulekirina xelkê bidin hilbijartin, lê ji bo muxtaran ev ne lê ye û ne mumkin e. Civak wan baş nas dike. Lewma jî yên ku erka wan a nûneriyê herî zêde muxtar in. Ji ber vê yekê jî, ev siyaset û êrişa li dijî muxtaran, yekser li dijî civakê ye; ev dijminatiya civakî ya yekser e. Bêguman ji wezîfeyê girtina parlamenter û hevşaredaran yan jî zindanîkirina wan jî êrişa li dijî gel e. Lê mirov berê êrişê bide muxtaran ya rastî, ev gunehbarkirina wan kesên dengê xwe dayî muxtaran e. Gava piştî êrişa li dijî muxtaran û destgîrkirina wan, girtina kesên dengdayî wan e. Jixwe, gelek girtin jî bi vê armancê ne.

Dibe ku muxtarî weke karekî nû yê îdarî hîna nû hatibe binavkirin û ji bo hilbijartina wî rêbazek jî hatibe qebûlkirin. Lê muxtar ji dîrokê ve her hebûn. Di nava civakê de daîmen rûspî yan jî malmezinên gund û taxan hebûne. Qanûnan negota, wiha tê hilbijartin jî, kesên ku ev wezîfe bi cih dianîn, hebûn. Lewma, ji wezîfeyê girtina muxtaran, destwerdana jiyana civakê ye, dijberiya li dijî civakê ye. Di tevahiya dîroka mirovahiyê de tişta ku wan mirovên herî despot û faşîst bi xwe jî nediwêriya bînin bîra xwe, desthilatdariya Tayyip Erdogan û AKP´ê niha dikin. Bi vî awayî dijberiya xwe ya civakê û helwêsta xwe ya beramberî civakê datîne holê. Ev desthilat û şefê wê rêzê ne ji civakê û ne jî ji muxtarê wê re rêzê nagire. Mehê carekê muxtaran jî bi tenê ji bo ku civakê bixapîne dicivîne. Naxwe, wê dê siyaseteke wiha ya ji wezîfeyê girtinê birêve nebira li dijî muxtarên bi civakê re di zik hev de, heta şewqdancivakê bi xwe ne.

Hilbijartin nebana jî, wê birêveberina karên civakê bi destê rûspiyên gund û taxan hebûna. Ev jî wê ekserî ew kesên ku îro weke muxtar hatine hilbijartin bûna. Maneya vê jî ew e ku ev muxtar ne bi tenê bi qanûna hilbijartinan hatine hilbijartin. Lewma jî zêde maneya wê nîne ku mirov bibêje, min ev muxtar ji wezîfeyê negirtin. Tayyip Erdogan bibêje, min ew ji wezîfeyê girtin jî, muxtar li cihê xwe ne. Bi tenê heger wan sirgûnî devereke dûr ji gund û taxa wan bike, wê qîmeteke pratîk a vê siyasetê hebe. Yan na, muxtaran çawa doh karê xwe dikir, wê îro jî karê xwe bikin. Lewma jî ne divê muxtar dev ji wezîfeya xwe berdin û ne jî civak dev ji muxtarên xwe berde. Meaşê wan jî bila serê wan bixwe. Rûspiyên gundan û taxan ti carî hewceyî kesî nebûne. Civakê pêdiviyên wan bi cih anîne. Jixwe, wekî din jî wan pêdiviyên xwe bi cih anîne. Jixwe, çawa ku karekî wan kesan heye ku karê civakê bi rê ve dibin, karekî muxtaran jî heye. Bi vî awayî, muxtar wê weke herdem hem karê xwe bikin û hem jî bi karên civakê bilî bibin. Lewma heger muxtar û civak bibe xwedî helwêsteke qewîn û xwegir, hingê wê ti maneya van ji wezîfeyê girtinan nebe. Muxtar wê dewam bike û tevî civakê karê gund û taxê bike.

Ji wezîfeyê girtina muxtaran li dijî civakê tehdît û şantaj e. Ev şerekî psîkolojîk e ku li dijî civakê tê kirin. Civak divê bi xwedîderketina li muxtarên xwe bersivê bide vê şantaj û gefxwarinên li dijî xwe. Şantajkirin û gefxwarin karê herî rezîl e; rehînegirtin jî bi heman rengî ye. Karê Tayyip Erdogan û AKP’ê êdî bûye êrişa li dijî civakê. Naxwe, divê civak li beramberî şantajker û gefkeran bibe xwedî helwêsteke zelal. Heger Tayyip Erdogan dixwaze civakê bibizdîne, bitirsîne û çavtirsandî bike, hingê civak jî divê bi bêhtir kîna li dijî Tayyip Erdogan û AKP’ê bersivê bide.

Pirraniya muxtarên ji wezîfeyê hatine girtin jî Kurd in. Ev jî dijminatiya li dijî civaka Kurd e. Ya rastî, ev êrişa li dijî navmal û mehremiya civakê ye. Çawa ku destdana jiyana şexsî ya ferdan di ti qanûnan de nabe hebe, ev mafê Tayyip Erdogan jî nîne.

Faşîst û qirrker wiha dest werdidin civakê. Civak jî divê bersiva pêwîst bide her şantajkerê dest werdide jiyana wê ya arizî û ferdî; divê Tayyip Erdoganî ji van kirinên wî poşman bike.

ÇAVKANÎ YENÎ OZGUR POLÎTÎKA