Nîhat Konak bi awayekî kêfî li girtîgehê tê ragirtin!
Nîhat Konak bi awayekî kêfî li girtîgehê tê ragirtin!
Nîhat Konak bi awayekî kêfî li girtîgehê tê ragirtin!
Nîhat Konak ê ji doza TKP/ML TÎKKO'yê di sala 1998'an de hat girtin, tevî ku cezayê wî qediya ye jî di encama pêkanînê kêfî yên îdareyê de hînê li girtîgehê tê ragirtin. Ji bo serbestberdana Konak ê niha li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê tê ragirtin, kampanya hat destpêkirin.
Nîhat Konak ê ji Dêrsimê, di operasyoneke sala 1998'an de ji doza TKP/ML TÎKKO hat girtin û li girtîgehê hat bicihkirin. Konak ê di dema ragirtinê de li gelek girtîgehan ma, gelek caran rastî îşkence û zextê hat. Bi hincetên ketiye greva birçîbûnê, dirûşme qîriyaye, zerar daye malê dewletê, gelek caran cezayê hucreyê lê hat birîn. Di 29'ê Îlona 1999'an di dema komkujiya li Girtîgeha Ûlûcanlarê de ku 10 girtî hatin qetilkirin û bi dehan birîndar bûn, ji mirinê filitî. Di êrîşê de Nîhat Konak bi guleya li lingê wî ket, birîndar bû. Bi rewşa xwe ya birîndar sirgûnî gelek girtîgehan hat kirin û rastî zextên kêfî yên rêveberiya girtîgehê hat.
Dewleta ku ev yek têrê nekir, diviyabû di Kanûna 2012'an de bi awayekî şert Konak serbest berda, lê belê bi helwesta kêfî ya di bin navê 'cezayê dîsîplînê' de rewşa girtina Konak heta sala 2017'an dirêj kir.
Konak bi daxwaznameyek ji Dadgeriya Înfazê re li dijî vê biryarê derket. Lê belê ji ber ku daxwaznameya Konak ji aliyê îdareyê ve hat windakirin, ev ceza misoger bû. Ji ber vê yekê niha li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê tê ragirtin û wê heta sala 2017'an girtî bimîne.
Parêzer Gul Altay li dijî vê biryarê derket û rewşa heyî weke rewşeke pêkenok nrixand. Komîteya Pitşevaniya Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî û Malbatên Girtî û Şehîdan a Parîzan jî ji bo Nîhat Konak kampanya azadiyê dan destpêkirin.
KOZ: JI BO AZADIYA KONAK 10 HEZAR ÎMZE...
Li ser navê Malbatên Girtî û Şehîdan a Partîzan Semîha Koz der barê kampanyayê de agahî da. Koz diyar kir ku ji ber pêkanînên kêfî ceza li Konak hatiye birîn û destnîşan kir ku wa li dijî vê kampanya dane destpêkirin. Koz got, "Xebatên me yên ji bo komkirina îmzeyan ku me niha li Stenbolê dane destpêkirin, dewam dikin. Em dixwazin 10 hezar îmzeyan kom bikin. Ji ber ku mîna Nîhat Konak 7-8 kesên din hene. Em dixwazin vê bixin rojevê. Ji bo vê jî hin xebatan dimeşînin."