Nîhat Eren bû serokê nû yê Baroya Amedê

Di hilbijartina 47’an a li Saziya Giştî ya Baroya Amedê de, Nîhat Eren hate hilbijartin.

Li Salona Konferansê Park Yildizê, di navbera 10-11’ê Nîsanê de hilbijartina 47’an a Saziya Giştî ya Baroya Amedê hate kirin, di hilbijartinê de Nîhat Eren bi 693 dengan bû serokê nû yê Baroya Amedê.

Piştî hejmartina dengan serokê berê yê Baroyê Cîhan Aydin spasî kir û got, “Ala Baroya Amedê ti caran nakeve erdê. Me bi hemû komîsyon û navendê xwe re gelek kar kir, me gelek karên xweş kirin. Ez hêvî dikim ku bi heman mîsyonê xebat bên rêvebirin. Dizanim ku wê her kes piştgiriyê bidin Nîhat Eren jî. Ez serkeftinê ji hemû hempîşeyên xwe yên hatine hilbijartin re dixwazim.”

Nîhat Eren jî got, “Ti demê kes Baroya Amedê ji bîr nake. Tahir Elçî serokê ebedî yê Baroya Amedê ye. Pêwîstiya vî bajarî, Kurdistanê bi vê baroyê heye. Heta ku ev gel me li rex xwe bibîne em ê bi hêz rawestin. Ez hemû hempîşeyên xwe yên îro hatin hilbijartin pîroz dikim.”