Nifûsa ciwanan herî zêde li bajarên Kurdistanê ye
Di raporeke TUÎK'ê de hat raighandin, ji sedî 16.3 ê nifûsa Tirkiyeyê ji ciwanan pêk tê û bajarê rêjeya herî bilind a ciwanan lê dijî, Colemêrg e.
Di raporeke TUÎK'ê de hat raighandin, ji sedî 16.3 ê nifûsa Tirkiyeyê ji ciwanan pêk tê û bajarê rêjeya herî bilind a ciwanan lê dijî, Colemêrg e.
Li gorî rapora 'Bi rêya statîstîkan Ciwan-2016' a ji aliyê Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ve hate eşkerekirin, heta dawiya sala 2016'an, nifûsa Tirkiyeyê 79 mîlyon û 514 hezar e. Ji vê nifûsê, hejmara ciwanên emrê wan 15-24 salî ye, 12 mîlyon, 989 hezar û 42 ye. Nifûsa ciwanan ji sedî 16,3 ê nifûsa giştî ye.
Di sala 2016'an de bajarê ku rêjeya herî bilind a nifûsa ciwanan lê ye, Colemêrg e. Ji sedî 25,5 ê nifûsa bajêr, ciwan e. Rêjeya nifûsa ciwanan li Şirnexê ji sedî 23,9, li Sêrt û Baybûrtê ji sedî 22,4 û li Agiriyê ji sedî 22,1 e. Ku ev her pênc bajar di rêzên destpêkê de cih digirin.
Bajarên ku nifûsa ciwanan lê kêm e; Mûgla ji sedî 13,2, Balikesîr ji sedî 13,5, Sînop ji sedî 13,7, Zongûldak ji sedî 14 û Îzmîr ji sedî 14 ye.
JI SEDÎ 20 Ê CIWANAN BÊ KAR IN
Beşeke girîng a 12 mîlyon ciwanên li Tirkiyeyê bê kar in. Di nava ciwanan de rêjeya bêkariyê di sala 2015'an de ji sedî 18,5 bû. Ev rêje di sala 2016'an de bû ji sedî 19,6. Ji sedî 17,4 xort, ji sedî 23,7 jî ciwanên jin bê kar in.