Bi dehan partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin ba hev, li gel welatên Ewropayê, ji bo wezaretên Karê Derve yên DYE, Kanad, Avûstralya, Kanada, Japonya, Konseya Ewropayê û Parlementoya Ewropayê name nivîsan.
Di nameyê de bal hate kişandina ser rewşa Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistan û dîsa derveyî welat ên di dema pandemiyê de û ev hate gotin: “Jiyana welatiyên me yên di nava ambergo, dorpêç, êrîş û tehdîdan de di serî de dikeve bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û dewletên ku di warê siyasî û leşkerî de li herêmê ne.”
Di nameyê de bal tê kişandina ser metirsiya Covîd-19 a li ser tevahî cîhanê. Dîsa tê gotin ku di vê pêvajoya pandemiyê de gelê Kurdistanê yê ku bi sedê salan û bi taybet salên dawî de bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû maye û xwe li ser lingan girtiye, îro jî bi gefekî mezin re rû bi rû ye.
Di dewama nameyê de bang tê kirin ku di mijara mafê bingehîn ên mirovan de û dîsa pêşîgirtina bûyer û karesatên ku ji ber şewba vîrûsa Koronayê pêk bên, bigirine.
Her wiha di nameyê de daxwaz hate kirin ku ji bo Mexmûr, Şengal, Şehba û Rojava alîkariyên însanî bên kirin.
REWŞA GIRTIYAN
Di nameyê de bal tê kişandina ser rewşa girtiyên li Tirkiyeyê û ev tê gotin: “Li girtîgehan bi hezaran girtî ji ber dervet û ewlekariya kêm rû bi rûyê şewbê ne û bê parastiin. Ne derfetê wan ên xwarin û vexwarin û ne jî li gel kê/î bimînin û xwe ji kê/î dûr bixin heye. Ketina Koronayê ya li girtîgehan tê wateya ku çirûskek agir bi depoyeke benzînê bikeve! Dema ku rewaş wiha be li Tirkiyeyê bi qanûna Înfazê cihêkarî, bi taybet girtiyên siyasî weke ‘înfaz’ bikin dike armanc.”
MEXMÛR
Di nameyê de qala rewşa Mexmûrê jî tê kirin û hate diyarkirin ku 12 hezar welatiyên li Kampa Mexmûrê dijîn di bin ambargoya Rêveberiya Herêma Kurd de ye û ev hate gotin: “Tevî ku kamp di bin çavdêrî û parasatina Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî de ye, ti bandora UNHCR li herêmê xuya nake. Her wiha hikûmeta Iraqê jî bêdeng e. Kampa Mexmûrê bi taybet ji 18’ê Tîrmeha 2019’an ve heta îro ji aliyê Rêveberiya Hikûmeta Kurdistanê ve bi pêkanîneke taybet tê tecrîdkirin. Li vê kampê 12 hezar mirov di bin ambargoyê de dijî.
Bandora şewba vîrûsê ji bo gelê me ya li Kampê jî pir mezin e. Ji ber mercên jiyanê, tenduristiya wan di bin xeteriyê de ye, niha jî jiyana wan di xeteriyê de ye.”
ŞENGAL
Di dewama nameyê de xeteriya li Şengalê jî tê ravekirin û wiha tê domandin: “Xeteriya li gelê em ya li Şengalê jî heye û bi xeteriya qirkirinên nû re rû bi rû ye. Şengal hatiye dorpêçkirin. Hem hêzên Iraqê û hem jî Heşdî Şebî hê jî li herêmê ne. Ambargoyek cidî l ser gelê Şengalê heye. Heman demê tehdîdên Tirkiye û ji xwe di demên dawî de bi dehan carî êrîşî Şengalê jî hate kirin, di rewşa heyî de ambarg û şewba koronayê metirsiya qetlîamên nû dide.
Gelê Şengalê bi derfetên xwe heta roja îro hatiye. Eger ku hêzên navneteweyî weke heta niha bê helwest be, wê qetlîamên nû l iser gelê me bê kirin. Niha li Şengalê zêdetirî 150 hezar kes dijîn. Wisa dixuyê gelê Şengalê terkî qederê hatiye kirin.”
BAKUR/ROJHILATÊ SÛRIYE
Di beşeke din a nameyê de bal tê kişandina ser rewşa şewba Koronayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji 7 herêman pêktê û nêzî 5 milyon kes lê dijî û ev tê gotin: “Derfet Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewqas nîne ku xwe ji Koronayê biparêzin. Tevî ku derfet pir bi sînordar in jî li deverên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serî de li Herêma Cizîr û Kantona Hesekê bi sed hezaran koçber hene. Ji van koçberan hinek ji qadên rejîmê reviyane û li vir bi cih bûne, hinek jî ji ber dagirkeriya Tirk a li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temirê berê xwe dane van herêman.
Li gel hebûna bi dehan kampên li herêm û Rêveberiya Xweser a Demokratîk, li van kampan bi derfetên kêm û tedbîran li bi sed hezaran koçber û 15 kampên koçberan ên mezin hê jî saziyên tenduristiyê yên cîhanî, saziyên alîkariya mirovî ti alîkariyek pêşkêşî wan nekiriye.
Herî dawî 21’ê Adarê hikûmeta Tirk xeta avê ya ji bo Til Temir û navenda bajarê Hesekê qût kir. Ev jî bi serê xwe rewaş herêmê radixe berçavan.
KAMPA ŞEHBA
Di nameyê de tê gotin ku li Şehba derdorî 100 hezar welatiyên Şehba û 100 hezar zêdetir jî Efrînî lê dijîn. Li Şehbayê 5 kampên koçberan ku berê ji ber zilmê û dagirkeriyê koçberî Efrînê bûbûn û dîsa li gel Efrîniyên ku piştî dagirkiriya Tirk koçber bûne, li herêmê bi cih bûne.
UNICEF diyar kiribû ku divê çavkaniyên avê di çarçoveya berjewendiyên siyasî û leşkerî de neyên bikaranîn. Lê dewleta Tirk bi girtina ava Elûkê 460 hezar kes bê av mabû. Ev qûtkirina avê hê jî dewam dike.
ÎRAN/ROJHILAT
Di nameyê de fikarên li ser şewba vîrûsê ya li Rojhilat tê ziman û ev hate gotin: “Her çendî ji agahiyên rast ên ji ber şewba vîrûsê û dîsa pirsgirêkên siyasî ji trajediyên li ser gelê me yê Rojhilat agahdar in. Li Rojhilatê Kurdistanê 12/15 milyon welatî di bin ambargoya du alî ya rêveberiya Îran û navneteweyî de ye. Divê ji ber pandemiyê bi lezgîn dev ji polîtîkayên boykot û ambargoyê bê anîn. Girêdayî vê divê bi lezgîn alîkariyên xurek û tenduristiyê bê kirin.
DAXWAZ
Di dawiya nameyê de ev hate gotin: “Weke me li jor pênase kirî, rêbazên li ser gelê me û hevparên Kurdistanê tê kirin, li dijî qanûnên hiqûqî yên mirovî ne, dikeve çarçoveya sûcê şer ê navneteweyî. Jiyana welatiyên me yên bi dorpêç, ambargo, êrîş û tehdîdan, êdî di serî de di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, dewletên di warê siyasî û leşkerî de li herêmê ne.
Daxwaz dikin ku di demeke kin de û lezgîn hêzên navneteweyî û saziyên din li dijî vê rewşa xetert tê bikoşin û mafê jiyanê ya gelê me bixe grantiyê.”
Partî û saziyên îmze li binê nameyê danî wiha ne:
YNK (Yektiya Niştimanî Kurdistan)
Tevgêra GORRAN
KCDK-E (Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewrupa)
TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewrupa)
Partiya ŞÛÎ Kurdistan Basur
Partiya Zahmetkêşan - Başûr
PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya)
Tevgêrê Azadî
PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)
P.D.K.S (Partiya demoqtat a kurdi ya sûrî)
Partiya Çep a Kurd li Sûrî.
Tevgera nûjen ya kurdistanî-sûrya.
Partiya demokrata kurd li sûriya( el partî).
Partiya demokrata pêşverû ya kurd li sûriya.
Partiya çep a demokrat li sûriya.
PYDKS - Partiya Yekiti ya demoqrat a kurd li sûriyê .
Partiya rêkeftin a kurd li sûrya.
Partiya çaksaziya kurd li sûriya.
Partiya kesk a Kurdistanî li sûriya.
Partiya demokrata Kurdistanî li sûrya.
Partiya komanist a Kurdistanî li sûriya.
PÎK (Partiya islamiya Kurdistan)
KKP ( Partiya Kominista Kurdistan)
Tevgera Kawa
PJAK(Partiya Jiyana Azada Kurdistan)
Yakyatî Şorşgêrî Kurdistan
KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelatĕ Kurdistan)
KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan)
Platforma Horam
Plattform Zagros
Plattform Yarsan
Yarî Kurd
Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistan)
NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)
Kurdische Zentrum Berlin
CIK ( Civaka Islamiya Kurdistan)
Enstituta Kurdî – Almanaya
Enstituta Kurdî – Bruksel
MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)
YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan)
YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)
Kurdisch Gemeinde Brandenburg - Berlîn
Dachverband der Êzidischen Frauenräte
DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden
Kongreya gel a Mezopotamya.
Partiya Azadî ya Mezopotamya
Kurdistan human rights Association