News Channel: Em ê her tim bibin dengê bindestan
Ji edîtorên News Channelê Evrîm Dengîz destnîşan kir, li gel zext û zordariyê jî ew ê her tim bibin dengê bindestan.
Ji edîtorên News Channelê Evrîm Dengîz destnîşan kir, li gel zext û zordariyê jî ew ê her tim bibin dengê bindestan.
Şîrketa Eutelsatê dixwaze televîzyona Kurdan News Channel bigire, ku ev qenal di Kanûna sala 2016'an de li Ewropayê li ser peykê dest bi weşanê kir. Ji edîtorên News Channelê Evrîm Dengîz nerazîbûn nîşanî hewldana girtinê da û destnîşan kir, ku li gel zext û zordariyê jî ew ê her tim bibin dengê bindestan.
Mîna Stêrk TV û Ronahî TV, gefa girtinê li qenala News Channel jî tê xwarin. Ev qenala ku hê 6 mehên weşana xwe temam nebûye, bi zimanê Tirkî weşanê dike. News Channel ku hewl dide bibe dengê bindestan, li ser giliyê RTUK'ê ji aliyê Eutelsatê ve tê xwestin bê girtin. Ji edîtorên vê televîzyonê Evrîm Dengîz got, ew vê biryarê fêhm nakin û diyar kir, Eutelsat di çarçoveya têkiliyên xwe yên aboriyê de, bi AKP û Erdogan re hevkariyê dike û êrîşê dibe ser medyaya li sirgûnê weşanê dike. Dengîz destnîşan kir, li gel zext û zordariyê jî ew ê her tim bibin dengê bindestan.
'BIRYAR NE TENÊ YA EUTELSATÊ YE'
Evrîm Dengîz bibîr xist, ku Eutelsatê beriya niha biryara girtina Med Nûçeyê da û got, "Ev biryar çû ber destê dadgehê û biryar nehat qebûlkirin. Ya rast Eutelsat hat mehkûmkirin. Tevî vê yekê jî niha hewl dide Ronahî, Stêrk û News Channelê bigire. Em dizanin ku ev biryar ne tenê ya Eutelsatê ye. Ev yek, nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan û çapemeniya Kurdan radixe pêş çavan. Di heman demê de nêzîkatiya wê li azadiya çapemeniyê nîşan dide. Aliyekî xwe yê qanûnî yê vê hewldanê nîne. Ji her alî ve biryareke siyasî û aborî ye."
Dengîz diyar kir, Tirkiye ji ber zexta li ser çapemeniyê li cîhanê teşhîr bûye û got, "Li Tirkiyeyê gelek rojname û qenalên televîzyon hatin girtin. Rojnamevan hatin girtin û hê hesabê vê yekê nehatiye dayîn. Ya rast, nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li çapemeniyê, li cîhanê teşhîr bûye."
'TI CARÎ NEKARÎ PÊŞÎ LI MEDYA KURD BIGIRIN'
Evrîm Dengîz anî ziman, ku ew ê her tim bibin dengê gelan û wiha dewam kir: "Em qenaleke televîzyonê ne ku nasname, ziman û baweriyên cuda temsîl dikin. Em hem bûyerên li Kurdistanê û Tirkiyeyê, hem jî yên li cîhanê radigihînin. Bi nûçegihaniyeke rast û objektîf re em hewl didin bibin ziman û dengê gelan. Yên ku naxwazin ev rastî bê ragihandin, wê di pozîsyona êrîşê de bin, hewl bidin bigirin. Lê belê em dizanin, ku ji salên 1990'î û vir ve çapemeniya Kurd ti carî nekarî bê astengkirin û nikare pêşî lê bê girtin. Ev kevneşopî gelekî xurt e û wê bidome. Medyaya me bi desteka gel xwe nû kiriye."