Newroza Stenbolê: Zext û zordarî nekarî li pêşiya gel bibe asteng

Li Stenbolê, ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Bakırköyê gel pêl bi pêl diherike qadê. Beşdarên pîrozbahiyê bi kincên xwe yên gelêrî qadê dixemilînin.

Newroza li Bakırköyê bi dirûşma "Newroz berxwedan e. Li dijî faşîzmê bihara gelan e" tê pîrozkirin. Piştî ku deriyê qada Newrozê vebûn, gel pêl bi pêl herikîn nava qadê.

Ji danê sibehê ve welatî ji herêmên cuda yên Stenbolê bi rê ketin û xwe gihandin qadê. Dengê dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Apo" tê.

Çav li rê ye ku bi sed hezaran kes tevlî pîrozbahiya îsal a li Stenbolê bibin.

Li ber derî di dema kontrolê de girseya gel dirûşmên "Kujer Erdoğan", "Zext nikarin bi me", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Efrînê" qîriyan.

Polîsên Tirk li dora qadê dest danîn ser dowîzên bi nivîsa "Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin", "Dehaq ên zalim wê têk biçin Kawa yên şoreşger wê bi ser bikevin". Di dema kontrolê de her wiha zext li rojnamevanan hate kirin.

Hejmara welatiyên li qadê kêlî bi kêlî zêde dibe. Qad bi rengê kesk, sor û zer xemiliye. Pankarta bi nivîsa "Newroz pîroz be" li platformê hatiye daliqandin.