Newroza Stenbolê: Bêyî tifaqa me, dîrokek nû nayê nivîsandin

Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Encument Akdenîz diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê wê mil bi mil bimeşe û got: “Bêyî tifaqa me dîrokek nû nayê nivîsandin.”

Newroza Stenbolê ya 2023’yan a li Qada Yenîkapiyê ya gel lê civiyan bi axaftinan berdewam dike. Serokê Giştî yê EMEP’ê ya pêkhateya Tifaqa Ked û Azadiyê Ercument Akdenîz ê ji qada ku dirûşmeya “Erdogan îstîfa” lê hate berzkirin re axivî, bi pîrozkirina Newroza gelan dest bi axaftina xwe kir.

Akdenîz ê bal kişand ser piştevaniya li herêma erdhejê wiha axivî: “Li bajarên erdhejê me partiyên çep û HDP’î, KESK’î, rêxistinên ked û pîşeyê dîtin. Me hûn dîtin hûn li wir bûn. Heke ev rêxistinên me li wir nebûna gel wê ji ber birçibûnê mirîbûya. Bi piştevaniya me ya bi hişmet gel li ser piyan sekini. Li Stenbolê jî pêdivî bi vê piştevanî û birêxistinkirinê heye. Li wir kon firotin. Saet bi konteyniran ve kirin û fatore birîn. Em ê hesaba van hemûyan bipirsin.”

Akdenîz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rojên ku hesabê bipirsin nêz in. Em ê cejna xwe di 15’ê gulanê de bi hev re pîroz bikin. Em bi hev re van bişînin sergoyê dîrokê. Li vî welatî ew îstîfa nakin em ê wan bişînin. Hûn hene ji bo xebatên seferberiyê? Hûn hene em vê desthilata zordar bişînin? Wê demê em ê bişînin. Welatekî ku di maça Bûrsaspor û Amedsporê de wêneyên ‘Yeşîl’ û ‘Torosên spî’ bên vekirin nabe. Wê welatê hevpar ê gelan hebe. Em ê weke Tifaqa Ked û Azadiyê meşa xwe ya bi hev re bidomînin. Me li Tirkiyeyê ji bilî Tifaqa Cûmhûr û Milet Rêya Sêyemîn vekir. Bêyî vê tifaqê dîrok nikare bê nivîsîn. Em ê heta dawiyê ber bi armanca xwe ve bimeşin. Em ê serbikevin, em ê bi hev re serbikevin, gel dê serbikevin. Berxwedan jiyan e.”

Pişt re Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Zekî Baran jî polîtîkaya tecrîdê ya desthilatê weke “bêexlakî” penase kir û wiha got: “Di kesayeta Birêz Ocalan de bi milyonan kes di bin tecrîdê de ne. Bi milyonan kes ji bo azadiya Birêz Ocalan têdikoşin. Tecrîd li civakê tê sepandin. Em careke din dibêjin Birêz Ocalan hêviya azadiyê ye.”