Li Enqereyê Newroz hat pîrozkirin

Li Enqereyê Newroz hat pîrozkirin û yên li qadê cihê xwe girtin bal kişandin bi ser tecrîd, erdhêj û hilbijartinên 14’ê gulanê û diyar kirin ku ew ê pêşerojê mil bi mil ava bikin.

Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk û Partiya Çep a Keskan li Enqeryê li Anitparqê Newreoz hat pîrozkirin.

Li qada pîrozbahiyê pankart û flamayên "Bi ruhê Newrozê em ê kapîtalîzmê hilweşînin" û "Bi ruhê kesên ku bi bedena xwe dibin Newroz em ê tecrîdê bişkînin û faşîzmê têk bibin" hatin vekirin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Newroz pîroz be", "Bijî biratiya gelan", "Jin jiyan azadî", "Dewleta qatil wê hesab bide" hatin berzkirin, pankart û dowîzên ji bo bîranîna 40'emîn ya kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, anîn qadê polîsan rê nedan ku pankar bikevin qadê. Di parkartên hatin vekirin de jî nivîsên “Ne erdhêj cînayete“, “hikûmet îstîfa“ cih girtin. Du kesên jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û piştre bernamê dest pê kir.

Li ser navê Hêzên Ked û Demokraasiyê Huseyîn Gokoglu metna hevpar xwend. Piştre Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Onerek ku keça xwe Eylem Şafak Aydin di erdhêjê de winda kir axivî û diyar kir ku wê hêrsa mîlyonan li vir ragîhandiye.

Onerek da xuyakirin ku ji bo hêrsa xwe veguherînin serhildanê hatine qada Newrozê û bi lêv kir ku bedena wan di bin kavilan de ma lê yên wan wijdan di bin kavilê de maye.

Ji qada Newrozê bo hemû girtiyên siyasî û Sebahat Tuncel, Leyla Guven, Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata, Fîgen Yuksekdag jî silav hat şandin. Dîsa ji bo Selahattîn Demîrtaş, Keskîn Bayindir, Îdrîs Baluken, Selçuk Mizrakli û hevserok û hevşaredarên HDP’î yên girtî re silav hat şandin.

Parlamentgerê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê.

Bername bi stranên hunermend Berfîn Aktay û Hizir Çelebî bi dawî bû.