Newroz li Oslo û Viyanayê hate pîrozkirin
Newroz li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li paytexta Norwêc Osloyê hate pîrozkirin.
Newroz li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li paytexta Norwêc Osloyê hate pîrozkirin.
Kurdistaniyên li paytexta Norwêc Osloyê û li bajarên derdorê dijîn, tevî dostên xwe yên Norwêcî Newroz pîroz kirin. Bi qasî hezar kes tevlî pîrozbahiya li salona sporê ya Ekebergê bûn. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Norwêcê jî li pîrozbahiyê axivîn.
Serokê Giştî yê Partiya Sor Bjornar Moxnes, li ser navê Partiya Çep Sosyalîst Petter Eîde, siyasetmedarê Kurd Yaşar Kenet û Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer ji beşdaran re axivîn.
Hozan Evîn, Hesen Şerîf, Welat Kobanê û Nebez Makûryanî jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
VIYANA
Newroz li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî bi coş hat pîrozkirin.
Hunermend Serhat Çarnewa, Îbrahîm Rojhilat, Denîz Deman, Hîvron, Koma Hêvîdar û Koma Arîn derketin ser dikê. Koma zarokan a govendê Koma Sara jî hunera xwe pêşkêş kir.
Li pîrozbahiyê axaftin hat kirin û qisekeran bal kişandin ser girîngiya referandûma 16'ê Nîsanê. Ji hilbijêran xwestin, ku heta 9'ê Nîsanê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.