Newroz li Ermenistanê hate pîrozkirin

Li herêmên Oktemberiya û Elegezê yên Ermenistanê Newroz hate pîrozkirin.

Li herêma Elegezê li gundê Dêrîkê û li herêma Oktemberya li gundê Araksê bi vêxistina agir Newroz hate pîrozkirin.

Gel li dora agirê Newrozê govend gerand û bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî Newroz' qîriya.

Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla hate pîrozkirin.