Newroz Ûysal: Azadiya girtiyan bi rengekî kêfî tê binpêkirin

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan li meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan.

Newroz Ûysal anî ziman ku Desteyên Çavdêrî û Îdareyê bi rêk û pêk zextê li girtiyên siyasî dike û got, ev deste bi rengekî neqanûnî û nedestûrî azadiya mirovan binpê dikin.

Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa T a Aksarayê girtiyekî bi tenê yê siyasî jî neketiye ber 'biryara rewşa baş' û ji ber vê yekê jî berdana wan bi kêfî tê astengkirin.

Newroz Ûysal Aslan got, deste pirsên siyasî dipirse, weke dadgehê tevdigere û ev pêvajo veguheriye rewşeke darizandinê

Lewma jî xwest Desteyên Çavdêrî û Îdareyê tavilê bêne rakirin.

Newroz Ûysal Aslan her wiha bal kişand ser tecrîda giran a li girtîgehên bi tîpên Y û S û anî ziman ku girtiyên li van girtîgehan di greva birçîbûnê de ne û divê ev girtîgeh bêne girtin.