Nehiştin ku wekîla HDP’ê li Şakranê girtiyan bibîne

Li Girtîgeha Şakranê ev 46 roj in girêva birçîbûnê ya girtiyên siyasî didome. Wekîla HDP’ê ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan xwest ku girtiyan bibîne lê hate astengkirin.

Girêva Birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza dorpêça li ser gundan rabe û dawî li binpêkirinên giran ên li girtîgeha were dest pê kirî hate qonaxeke krîtîk. Wekîla HDP’ê Burcu Çelîk Ozkan, Endama Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê têkildarî girêvar birçîbûnê ya ku ev 46 roj in dom dike daxuyaniyek da. Çelîk diyar kir ku li girtîgehên Şakran, Sîncan a Jinan, Edîrne, Tekîrdag û Wanê rewşa girtiyên ku di girêva birçîbûnê de her ku diçe xirabtir dibe, heke bi  lezgînî raya giştî çênebe dibe ku ji girtîgehan agahiyên mirinê werin.

Ozkan diyar kir ku bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin kirine, helwesta wan bi temamî ne ya lihevkirinê ye, daxwaza wan a bi mebesta dîtina girtiyan hatiye redkirin.
Ozkan diyar kir li gorî agahiyên ku ji malbat û parêzeran girtin çalekgeran pir li xwe şikandiye û got: ‘’Ne tenê li xwe şikandine beden hêdî hêdî xwe berdide. Nexweşî peyda dibin. Her roj her deqe kontrola wan nayê kirin. Zadê ku divê bidin wan nadin. Ji bo vê jî heke îro em bêdeng bimînin nexweşiyên kronîk wê peyda bibin. Heke bi rengekî cidî mijar neyê nirxandin dibe ku agahiyên mirinê werin.’’