Nêçîrvan Barzanî dê biçe Îranê
Nêçîrvan Barzanî dê biçe Îranê
Nêçîrvan Barzanî dê biçe Îranê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dike. Tê gotin Barzanî wê piştî Berhem Salih serdana Îranê bike û ligel rayedarên paye bilind ên Îranê bicive.
Berdevkê fermî yê polîtboruya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Azad Cindiyanî berî du rojan di daxuyaniyekê de diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî fermî alîkarê duyemîn ê sekreterê giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih ji bo Îranê vexwendiye. Malpera Basnews’ê ku xwe dispêre nûçeyeke malpera Bultennews a Îranê, wê serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî serdana Komara Îslamî ya Îranê bike. Li gor wê malperê, di serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê de, wê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê mijara serekî ya gotûbêjan be. Li bendê ye ku hefteyê bê alîkarê duyemîn ê sekreterê giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih serdana Îranê bike û ligel rayedarên Komara Îslamî bicive.