Nêçîrvan Barzanî careke din xwest rastiyan veşêre

Nêçîrvan Barzanî îro di civîneke çapemeniyê de derbarê aloziya li herêma Zînî Wertê, berevajî ku bertekê nîşanî dagirkeriya Tirk bide PKK wek hincet nîşan da û îdîa kir ku 'PKK li herêma Kurdistanê hêzeke ne rewa ye'.  

 

Serokê Hikumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna çapemeniyê de ya îro li ser aloziya heyî ya li Zînî Wertê axifî ûgot: "Şandina hêza pêşmerge ya ji bo herêma Zînî Wertê demkî ye." Her wiha berevajî ku bertekê nîşanê dagirkeriya Tirk bide PKK sucbar kir û îdîa kir, " PKK li herêma Kurdistanê hêzek ne rewa ye. Ne rewa ye û wê li herêma Kurdistanê jî vê ev derfet neyê dayîn."

Her wiha Nêçîrvan Barzanî sedemê şandina hêzê ya ji bo Zînî Wertê bi 'parastina gel' ve girêda û diyar kir: "Tedbîrên hikumetê tenê ji bo parastina welatiyan e." Dîsa di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku ev hêzên şandine herêmê ne tenê yên girêdayî PDK’ê ne ji ber ku yên girêdayî hikumeta herêmê ne.

Barzanî ku bersiv dida pirsên çend rojnamevan û aliyên ragihandinî yên nêzî xwe di bersivekî xwe de bê ku nerazîbûnê nîşanê êrîşên dewleta Tirk ya 15’ê Nîsanê ya li ser wargeh penaberan a Mexmûrê bide ku tê de sê welatiyên sivîl ên jin şehîd bûbûn, berevajî dîsa PKK wek sedemê wan êrîşan nîşan da.

Barzanî di beşekî gotinên xwe de derbarê nerazîbûnên welatiyên Kurd ên herêma Zînî Wertê û giştî Kurdistanê ya li hemberî ev nêzîkatiyên PDK’ê axivî û bi şêweyekî ku henekê xwe bi helwesta gel bike got: "Tevahiya nerazîbûnên tên nîşan dan ne cidî ne û bê bingeh in."

Barzanî ragihand ku ti pirsgirêkek wisa mezin nîne ku neyê çareserkirin û got, ew ber bi çareseriyê ve diçin. Her wiha di axaftinên xwe de careke din êrîşê Partiya Karkerên Kurdistanê kir û PKK’ê bi ne rewatiyê sûcdar kir.

Barzanî berevajî ku qala berxwedana PKK ya dema DAÎŞ êrîşê Başûr kirî û gel û hikumeta Başûr parast bike, got; "Eger PKK bixwaze alîkariya Herêma Kurdistanê bike, divê Herêma Kurdistanê vala bike. Hebûna PKK’ê di vê demê de ji bo Herêma Kurdistanê pirsgirêkan çêdike."

Barzanî di bersiva pirsekî ya derbarê êrîşên dewleta dagirker a Tirk ya li Zînî Wertê ku sê gerîlayên PKK’ê şehîd bûbûn û ya herî dawî ya li ser Mexmûrê ku nerazîbûna hikumeta Iraqê û ya raya Kurdan li pey xwe anî dubare êrîşê PKK’ê kir û diyar kir ku PKK hêzên xwe anîbû Wertê lewma Tirkan lê da. Her wiha îdîa kir ku ji ber PKK Mexmûrê ji bo karên leşkerî bi kar tîne lewma Tirkan ew êrîş pêkanîne.

Barzanî di dewamê de ragihand ku ya niha girîng, yekrêziya li Herêma Kurdistanê ye û wiha pêde çû; "YNK di pêkanîna hikumetê de hevkarê PDK’ê ye. Emê li gel Polît Bîroya YNK’ê bicivin û wê pirsgirêk çareser bibe."