Li Freîbûrg û Frankfûrtê NCKD kongreya xwe ya asayî lidar xist

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li bajarê Freîbûrg, bi tevlîbûna sedan delegeyan kongreya xwe ya asayî lidar xistin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Freîbûrgê li bajarê Freîbûrg a Almanya kongreya xwe ya asayî lidar xist. Ji 200 delegeyan zêdetir tevlî Kongreya li avahiya NCKD- Freîbûrgê hatei lidarxisitin, bûn. Di kongreya piştî deqeyek rêzgirtinê bi hilbijartina dîvanê destpêkirî de, raporên darayî û aborî yên rêveberên dehgejmê hatin xwendin û pejirandin. Piştre nîqaş li ser pêvajoya sîyasî ya dawî û pratîka demê borî de hatin kirin. Di hilbijartina piştî pirs û pêşniyaran hatî kirin de, li gel hevserokên meclîsa nû ya ji 50 kesên hate hilbijartin. Piştî rêveberên nû hatin nasandin û şûnde ji bo xebata wan serkeftin hate xwestin.

FRANKFÛRT

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankûrt a ku li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê xebat  bi rê ve dibe 5’emîn kongreya xwe ya asayî lidar xist. Bi tevlîbûna dehan kesî kongreya NCKD li salona konferansê ya NCKD saet 13’an bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Di kongreyê de hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngur axivî.

Goksûngûr bibîr xist ku Kurdistanî liu dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ji bo Efrînê bi ruhê netewî tevger dikin û got: “ Erka dikeve ser milê saziyên me yên li Ewropa ew e ku hê xurtir xwedî li vê derekeve. Em dixwazin sîstema konfederalîzma demokratîk a li Rojava îro li Ewopa pêk bînin.”  Piştî xwendina rapora xebatê ya salê, derbasî hilbijartina meclîsa nû bûn. Di encama hilbijartinê de meclîsa nû ya ji 44 kesan û 6 komîsyonan pêk tê hate hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê jî Can Pazarcik û Meryem Doga hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ve bi dawî bû.