NCDK a Swêdê maseyên krîzê yên ji bo piştevaniyê ava kir

NCDK a Swêdê ji bo piştgiriyê bide mirovên ketine bin bandora vîrûsa koronayê, li herêmên cuda yên Swêdê maseyên krîzê ava kir.

Vîrûsa Covîd-19 roj bi roj bandoreke giran li Swêdê dike. herî zêde karker, kedkar û koçber ketine bin bandora şewbê.

Li taxên bajarên mezin, hejmara koçberên Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî û Elewî yên ji ber pandemiyê di karantînayê de ne, ne kêm e. Piraniya wan li malan di karantînayê de ne û qedexe ye ku derkevin derve.

Piştî ku şewba vîrûsê roj bi roj belav bû, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Swêdê, ji bo piştgiriya koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyê bike, li bajarên ku lê bi rêxistin e maseyên krîzê ava kir.

Maseyên krîzê bi rêya telefonê xwe digihîne mirovên bi nexweşiyê ketine û bandoreke neyînî li wan kiriye. Hewl didin pêwîstiyên wan tespît bikin û ji wan re bibin bersiv.

Heta niha li paytext Stockholmê, li bajarên Goteborg, Malmo, Vasteras, Borlange, Gavle, Helsîngborg, Ûppsalayê maseyên krîzê hatin avakirin.

Hevserokê NCDK a Swêdê Ridvan Altûn li ser mijarê agahî da ANF'ê û diyar kir, di demekê de ku mirovahî bi nexweşiyên epîdemîk re rû bi rû ne, divê piştgirî û alîkariya li nava koçberan û Swêdiyan bê xurtkirin.

Altûn bi bîr xist ku Swêdiyên extiyar ên bi tenê dijîn ji ber ku nikarin derkevin derve, nikarin pêwîstiyên xwe yên bingehîn tedarik bikin û got, "Maseyên me yên krîzê ne tenê ji bo Kurdistanî û Tirkiyeyiyan, her wiha wê ji bo her mirovên li Swêdê karê xwe yê piştevaniyê bidomîne."

NCDK'ê karê xwe yê li maseyên krîzê ji rêveberiyên şaredariyan ê bajarê lê ne ragihand. NCDK li dijî belavbûna şewbê û ji bo alîkariya bi nexweşan wê bi berpirsyariya xw rabe û tevlî karê di vî warî de tê kirin bibe.