NCDK a Danîmarkayê kongreya xwe li dar xist

Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Danîmarkayê kongreya xwe ya salane li dar xist.

Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarkayê bi beşdariya gelek delegeyan kongreya xwe ya salane li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê NCDK'ê Sadik Çîftçî axivî û piştre dîwan hate hilbijartin.

Di kongreyê de ku rewşa dawî ya siyasî hate nirxandin, raporên salekê yên NCDK'ê hatin xwendin û nirxandin.

Herî dawî hilbijartin hate kirin û Saîme Bîlen û Sadik Çîftçî bûn Hevserokên NCDK'ê.

Di dawiya kongreyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn.