Navê Halîm Dener wê bidin meydanekê

Navê Halîm Dener wê  li Hannoverê bidin meydanekê.

Navê Halîm Dener ku 30’ê Hezîrana 1994’an li Hannoverê dema ku afîşa ERNK’ê daliqand ji hêla polîsên Elman ve ji piştê ve hate kuştin wê bidin meydanekê.

Li Elmanya rêxistinên saziyên sivîl ên Kurd û Tirkiyeyî ku di nav wan de antî faşîst, YXK/JXK, ATÎF, NAV-DEM Hannover, Ciwanên Azad, Meclîsa Jinan a Ronahî jî hene ji bo Halîm Dener kampanya dana destpêkirin. Kampanya armanc dike ku navê Dener were jiyîn û dewleta Elman jî bi kuştina xwe re hevrû bibe.

Di nav çarçoweya kampanyayê de bi dehan çalakî hatin kirin, îsal jî di Newroza Hannoverê de bi qebûlkirina saziyên rêxistinên civakî jî ev biryar çû meclîsê.

Li ser vê  bi 11 dengên erê yên li dijî 6 dengên na yên Budnîs 90/Dîe Gruen,Dîe Lînke, Dîe Pîratenparteî, SPD, CDU û FDP’ê hate qebûlkirin ku navê Halîm Dener bidin meydanekê.

Dema ku mijar dihate guftûgokirin nîjatperestên Tirk ji bo ku bandorê li biryarê bikin hewl dane û balkêş e endamên CDU’yê destek dane nîjatperestan.