Navê Erdogan di dozê de weke 'navê sereke' derbas bû

Doza li DYA, ku rêveberê Halkbanê Hakan Atîlla lê tê darizandin û Reza Zarrab jî şahidiyê dike, didome. Navê Erdogan vê carê weke 'navê sereke' derbas bû.

Di 7 rûniştinên destpêkê yên dozê de ku Alîkarê Midûrê Giştî yê berê yê Halkbankê Hakan Atîlla weke bersûc tê darizandin, Reza Zarrab weke şahid îfade da.

Di roja 9. a rûniştina dozê de, destpêkê şahid Kîrschenbaûm, piştre jî alîkarê berê yê komîser ê ji FETO reviya ye Huseyîn Korkmaz axivîn. Herî dawî ji rêveberên berê yê Wezareta Xazîneyê Davîd Cohen careke din şahidî kir.

KÎRSCHENBAÛM: ATÎLLA ZANIBÛ KU BAZIRGANIYA ZÊR QEDEXE YE

Di rûniştina duh a dozê de, ji wezîfedarên 'Tora Pêkanîna Sûcên Fînansî (FînCen) a ser bi Wezareta Xazîneyê ya DYA Joshûa Kîrschenbaûm îfade da. Kîrschenbaûm ku berê li Ofîsa Kontrola Sermaya Biyanî (OFAC) a ku sûcdariyên li dijî Halkbankê ji nêz ve dişopîne dixebitî, destpêkê jê hate xwestin ku belgeya agahdarkirina li ser pêkanînên li dijî Îranê yên pêşkêşî Halkbankê hate kirin erê bike.

Kîrschenbaûm destnîşan kir ku Alîkarê berê yê Midûrê Giştî yê Halkbankê Hakan Atîlla dizanîbû ku di çarçoveya pêkanînên li ser Îranê de bazirganiya zêr qedexe ye.

Kîrschenbaûm da xuyakirin ku di dema sîstema sextekariyê ya Tirkiyeyê de ku Reza Zarrab serkêşî jê re dikir, îxracata Îranê ya ji bo Tirkiyeyê gihîştiye 4 milyar dolarî.

'NAVÊ SEREKE ERDOGAN BÛ'

Di roja 9. a rûniştina dozê de, Huseyîn Korkmaz ê ku berê li Tirkiyeyê alîkarê komîser bû îfade da. Korkmaz anî ziman ku ew di nava lêpirsîna rêxistina sextekariyê ya navneteweyî de ku Reza Zarrab serkêşî jê re dikir, cih digirt û diyar kir ku wezîrên AKP'yî komên cuda yên li binê vê rêxistinê ne.

Korkmaz da xuyakirin ku Wezîrê Aboriyê yê berê Zafer Çaglayan û Midûrê Giştî yê Halkbankê Suleyman Aslan serkêşê komekê, Wezîrê Karên Hundir ê berê Mûammer Guler û Taha Ahmet Alacaci û kesekî din jî serkêşên koma duyemîn bûn.

Korkmaz destnîşan kir ku di lêpirsîna li Tirkiyeyê de, kesê ku weke 'navê sereke' didîtin, Serokwezîrê wê demê R. Tayyîp Erdogan bû. Korkmaz ragihand, Zarrab û kesên li dora wî, sûcên weke; qaçaxçitî û paqijkirina pereyê reş bi rengekî 'organîzeyî' kirine.

Reza Zarrab ku berê îfade da anî ziman ku Serokwezîrê Tirk R. Tayyîp Erdogan û Wezîrê Maliyeyê Alî Babacan ên wê demê, bi xwe ketine nava hewldanan û zext li bankayan kirine ji bo bi Îranê re bazirganiya zêr bikin.

LÊPIRSÎNA KU BI ZARRAB RE DEST PÊ KIR BERFIREH BÛ

Li ser pirsa dozger, Korkmaz diyar kir ku wan tespît kirine, rêxistina sûc a ku Zarrab bi rê ve dibir û Erdogan jî 'navê wê yê sereke' ye, 'qaçaxçitiya zêran' kiriye.

Şahid Korkmaz da zanîn ku lêpirsîna destpêkê der barê Zarrab de bû, lê piştre lêpirsîn gihîştiye bertîl û sextekariya di ewraqan de û bi vî rengî lîste berfireh bûye. Korkmaz Korkmaz destnîşan kir ku kesên navborî Suleyman Aslan û zarokên wezîrên berê Bariş Guler û Salîh Kaan Çaglayan in.

Korkmaz di îfadeya xwe de piştrast kir ku sala 2013'an bûyera balafira bi barê 1,5 ton zêr a ji Ganayê hat û li Stenbolê hate desteserkirin, erê kir. Her wiha wêneyên pereyên di operasyona Kanûna 2013'an de hatin kişandin, piştrast kir.

Serkêşê Îstîxbarta Malî û Terorê ya ser bi Wezareta Xazîneyê ya DYA yê demekê û Alîkarê berê yê Dîrektorê CÎA'yê Davîd Cohen ku Îna bihurî îfade dabû, careke din îfade da.

Cohan anî ziman ku di hevdîtinên xwe yên berê bi Hakan Atîlla re kirî, wan der barê Zarrab de agahî dane û jê xwestine ku pê re bi ti awayî nexebitin. Cohen diyar kir ku ligel Zarrab wan ji rêveberê Halkbankê re gotine ku divê bi hin muşteriyên din re jî nexebitin.