NAV-DEM’ê operasyona li dijî ATÎK’ê şermezar kir
NAV-DEM’ê daxuyaniyek nivîskî da û opersyona li dijî Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê ya Ewropayê (ATÎK) protesto kir.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ATÎK saziyeke ku bi salene, li Ewropayê ji bo demokrasî, wekhevî, demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirgsirêka Kurd têdikoşeye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ev operasyona ku li dijî saziyeke wisa aktîf pêk hatiye, encama têkiliyên qirêj e û ji bo çavtirsandina saziyên Kurd û çepa Tirk, pêk hatiye û wiha berdewam kir: “
Bi taybet li hember ATÎK ya ku di berxwedanên Şengal û Kobanê de rolek aktîf lîst, xebata alîkariyê mirovahiyê meşand, di hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê tên kirin de ji bo HDP’ê aktîf xebitî, operasyonek wisa pêk anîn, bi guman e.
Em operasyonê carek din şermezar dikin û daxwaz dikin ku endam û rêveberên ATÎK’ê demildest bên berdan û banga piştevaniya bi ATÎK’ê re dikin.”