NAV-DEM'ê li ser 'Meşa Dusseldorfê' daxuyanî da
NAV-DEM'ê nerazîbûn nîşanî wan kesan da ku ji ber bûyerên li meşa Dusseldorfê Kurdan sûcdar dikin û destnîşan kir, bûyer ji ber qedexeyan rû dan.
NAV-DEM'ê nerazîbûn nîşanî wan kesan da ku ji ber bûyerên li meşa Dusseldorfê Kurdan sûcdar dikin û destnîşan kir, bûyer ji ber qedexeyan rû dan.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM), li ser meşa li Dusseldorfê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ji ber bûyerên polîtîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, 90 ji sedî yê civaka me ya li Ewropayê zêdeyî 30 sal in weke penaberên siyasî li hemû welatên Ewropayê bi komeleyan xwe bi rêxistin kirine. Bi taybetî, NAV-DEM ku saziya sîwanî ya 256 saziyan e, bi salan e mîna meşa dawî ya li Dusseldorfê bi sedan organîzasyonên demokratîk li dar xistiye û heta roja îro ti pirsgirêk ji ber me rû nedaye."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser meşa li Dusseldorfê û wiha hate gotin:
"(...) Ji bo vê meşê destûra qanûnî hate girtin. Piştre bi saziyên pêwendîdar ên dewletê re hevdîtin hate kirin û ji wan hate xwestin, ku ji bo mîna çalakiya li Dusseldorfê pirsgirêka xwarin û vexwarinê li Dusseldorfê dernekeve, destûra standên xwarinê bê dayin.
Têkildarî alên qedexekirî jî; ji bilî alên bi salane qedexekirî ne û wêneyê A. Ocalan ê bi gomlekê kesk li ser rengê zer, hate qebûlkirin ku yên din bên bikaranîn. Di protokola hevdîtinê de ev gotin hene.
Lê çi bû em nizanin, rojek beriya meşê, roja Înê ji me re hate ragihandin ku her tişt bi temamî hatine qedexekirin.
Tiştên ku li deh hezaran mirovên tevlî çalakiyê bûn hate qedexekirin ev in:
1. Bi ti awayî wê xwarin û vexwarin ji mirovan re neyê dayin.
2. Belavokên ji bo azadiya Ocalan jî di navê de wê ti wêneyê wî neyê bikaranîn.
3. Divê têlên ji bo ewlekariyê li dora dikê tên danîn bên rakirin û gelek astengiyên din ên heta pêlava em bixin piyê xwe jî, hatin destnîşankirin.
Hin kes, hin welatiyên Elman ên ku gelê me baş zanin bê kî ne (Alî Îhsan Toprak, Mehmet Tanriverdî hwd.) li ser van bûyerên ku ne ji ber me rû dan, li ser saziyên çapemeniyê bi şîroveyên derewîn û ne exlaqî, hewl dan atmosfereke welê biafirînin ku mîna me bi deh hezaran mirov ji bo bûyeran derxînin anîne Dusseldorfê."
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser tecrîda giran a li ser Ocalan ku ji aliyê bi mîlyonan kesî ve weke rêber tê dîtin û hat ragihandin, bi ço û gazê êrîşî girseya gel a li pankartên Ocalan xwedî derdiket hate kirin.
'HÛN ÇIMA ALÊN HEVALBENDÊN XWE YPG/YPJ'Ê QEDEXE DIKIN?'
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hewl hatiye dayin alên YPG/YPJ ên li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê şer dikin werin astengkirin û wiha hate gotin: "(...) Demeke dirêj ev al serbest bûn. Gelo niha çima qedexe ne? Di nava Koalîsyona Navneteweyî de dewleta Elman jî heye, çima hûn alên hevalbendên xwe YPG/YPJ'ê qedexe dikin? Ji bo van pirsan bersiveke têrker nayê dayin.
(...)
Mesele filan al an jî filan poster nîne.
Gelo sembol û posterên navborî çi zerarê didin dewleta Elman?
Ew kesên ku xwe gelekî zana, bi aqil, entelektuel nîşan didin, bila careke din li ser bifikirin. Bila rast bifikirin û şîroveyên rast bikin."