Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (NAV-DEM), bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û êrîşên li dijî gelê Kurd, ku dewleta Tirk bi rengekî bêsînor dike.
Di daxuyaniyê de desteserkirina şaredariyan, girtina parlamenter û hevşaredaran, girtina saziyan û planên ji bo dagirkirina Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin, AKP, MHP, Ergenekon û çeteyên Qesra faşîst, ji bo destketiyên Kurdan ji holê rakin û Kurdan bê vîn bihêlin, hemû derfetên dewletê bi kar tînin û polîtîkaya teslîmgirtinê dimeşînin.
BANGA TEVLÎBÛNÊ
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber van pêkanînên faşîzan, tenduristî û jiyana Birêz Ocalan di nava xeteriyeke mezin de ye. Tevî hemû hewldanan jî destûr nayê dayîn malbat û parêzer wî bibînin. Ji bo li ber van kiryarên li derveyî hiqûqê yên li dijî Ocalan rabin û ji bo konsepta teslîmgirtina Kurdan û hemû mûxalîfan bê sekinandin, divê em her roj li qadan bin. Bi şiyara 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' di navbera 14'ê Çileyê û 4'ê Nîsanê de me dest bi kampanya çalakiyan kirine. Em bang li her kesî dikin, bi nasname, bawerî û rengê xwe tevlî çalakiyan bibin."
CIH Û DEMA ÇALAKIYAN
Li gorî daxuyaniya NAV-DEM'ê cih û dema meş û mîtîngan bi vî rengî ye:
21'Ê ÇILEYÊ (ŞEMÎ)
STÛTTGART
Cih: Lautenschlagerstr (Li pêşiya HBF), meş û mîtîng
BONN
Saet: 15.00
Cih: Frankenbad, meş û mîtîng
DORTMÛND
Saet: 15:00
Cih: Pişt HBF (Pêşiya Cine Star), meş û mîtîng
KOLN
Saet: 14:00
Cih: Ebertplat, meş û mîtînga di asta eyaletê de
BREMEN
Saet: 14:00
Cih: Pêşiya Hauptbahnhof, meş û mîtîng di asta eyaletê de
BRAÛNSCHWÎG
Saet: 14:00
Cih: Schlos Arkaden, meş û mîtîng di asta eyaletê de
DARMSTADT
Saet: 15:00
Cih: Lûîsenplatz, meş û mîtîng
MAÎNZ
Saet: 15:00
Cih: Theaterplatz, meş û mîtîng
BERLÎN
Saet: 15:00
Cih: U-Bahn Gesundbrunnen, meş û mîtîng
LAHR
Saet: 14.00
Cih: Schlusselplatz, meş û mîtîng