NAV-DEM'ê ji bo kongreya xwe banga tevlîbûnê kir
NAV-DEM'ê ji bo kongreya xwe ya 8'ê Nîsanê banga tevlîbûnê kir.
NAV-DEM'ê ji bo kongreya xwe ya 8'ê Nîsanê banga tevlîbûnê kir.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) wê kongreya xwe ya salane li dar bixe.
NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku tevî êrîşên dewleta Elman ên li ser saxiyên wan û provokasyonên li meşên wan hatin derxistin jî gelê welatparêz bi sekneke serbilind û bi rûmet dakete qadan û vê yekê ew hê bêhtir xurt kir.
NAV-DEM'ê ragihand, dagirkirina Efrînê ji aliyê faşîzma Tirk û hevkariya dewleta Elman a bi rejîma AKP'ê re bi berxwedanê dikare were têkbirin û got, "Di kongreya NAV-DEM'ê ya 8'ê Nîsanê de em dixwazin hêza yekîtiya xwe û germahiya hevrêtiya xwe bijîn û li derdorê belav bikin."
Di dawiya daxuyaniyê de bang hate kirin: "Ji bo kongreya me, gelê me yê welatprêz, endamên Meclîsên me yên NCDK'ê, Tevgera Jinan û Tevgera Ciwanan ku pêkhateyên me ne, Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), Navenda Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK), Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê (F-CÎK), Tevgera Çandê (TEV-ÇAND), Federasyona Sporê, PYD, PJAK, Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê (Enstîtu), rêisitnên çep, sosyalîst û demokrat ên Tirkiyeyî, bi kurtasî hemû bindest vexwendî ne."
Kongreya NAV-DEM'ê wê 8'ê Nîsana 2018'an li SAAL 2000 ( Schlodderdicherweg 48, 51469 Berfisch Gladbach ) pêk were.