NAV-DEM: Di 18'ê Adarê de em li qada Newrozê ya li Frankfûrtê bin
NAV-DEM'ê, ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 18'ê Adarê, ku bi şiyara "Rêberê Azad, Kurdistana Azad" li Frankfûrtê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
NAV-DEM'ê, ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 18'ê Adarê, ku bi şiyara "Rêberê Azad, Kurdistana Azad" li Frankfûrtê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Desteya Koordînasyonê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), li ser pîrozbahiya Newrozê ya 18'ê Adarê, ku wê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, perspektîfa neteweya demokratîk û modela xweseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevî Kurdan ji bo hemû gelên li Rojhilata navîn bûye jiyaneke alternatîf a demokratîk û azad û hat gotin, "Şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê û Şengalê, têkoşîna azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê, ji mêj ve sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas kirine, bûne xwedî karakterekî enternasyonal û navnîşana sereke ya têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê. Ji ber vê yekê, bi wesîleya Newrozê em ê bêjim 'Bi têkoŞîna şoreşgerî ber bi azadiya welat û Rêbertî'."
'EM Ê NÎŞAN BIDIN KU ŞENGAL NE BI TENÊ YE'
NAV-DEM'ê da zanîn, di demekê de ku şerê avakirina hevsengiyên nû li Rojhilata Navîn dijwar bûye, li ser bingeha kongreya neteweyî pêkanîna yekîtiya neteweyî ji bo hemû hêzên siyasî yên Kurdan berpirsyarî û wezîfeyeke dîrokî ye.
NAV-DEM'ê destnîşan kir, ku dema rêxistinbûn û yekîtiya Kurdan a têkoşînê pêk hat, wê hingî li çar parçeyên Kurdistanê jiyana azad û demokratîk ewle bibin û wiha dewam kir: "Lê belê beriya Newrozê, PDK'ê hewl da Şengalê dagir bike, ku ev yek weke xiyaneta duyemîn a li Şengalê tê dîtin. Ev hewldan bû xençerek û li daxwaz û hesreta yekîtiya neteweyî ya Kurdan ketiye. Civaka me ya Êzidî ev yek weke dewama fermana bi serê wan ve hatî, bi nav kir û li dijî PDK-ENKS ên bi dijminê Kurdan re tifaq kirine, li ber xwe dide."
NAV-DEM'ê diyar kir, ew ê di Newrozê de bi dirûşma "Bijî berxwedana Şengalê, bimire xiyaneta PDK'ê" bi xurtî nîşan bidin ku Şengal ne bi tenê ye.
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser referandûma 16'ê Nîsanê û hat destnîşankirin, ku ew ê di Newrozê de bêjin, 'NA-HAYIR-NEIN ji mêtîngerî, qirkirin, dîktatorî û faşîzmê re."
Di daxuyaniyê de, li Elmanyayê qedexekirina alên PYG, YPG, YPJ, sembolên partî û saziyên Kurdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bibîrxistin û hat gotin, ew ê li dijî van kiryarên anî demokratîk û li derveyî hiqûqê dirûşma ''Freiheit fur Ocalan - Status fur Kurdistan' biqîrin.
'EM BERÊ XWE BIDIN QADA NEWROZÊ'
Di dawiya daxuyaniya NAV-DEM'ê de bang li Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê, Kurdistanî, dostên wan, mirovên pêşverû, demokrat, azadîparêz û şoreşger hat kirin, ku i qada Newrozê bin.