BI DÎMEN

NAV-BEL’ê li dijî terora AKP ya Brûkselê bertek nîşanda

Li Brûksel a paytexta Belçîkayê, erîşa ku li seferetxaneya dewlete Tirk a li dijî Kurdîstaniyên ku çûn dengê xwe karanîn, hate protestokirin.

 

 

Li ber seferetxaneyê Hevseroka NAV-BEL‘ê daxuyanî da û got: “Em ê bêjin ‘NA’ em ê li ber xwe bidin”

Li paytexta Belçîkayê Brûkselê, êrîşa li dijî Kurdîstaniyan tê protesto kirin. Li ber seferetxaneyê Hevseroka NAV-BEL’ê daxuyanî da û wiha got: “Çi dibe bila bibe em wî welatê ji wan re nahêlin.

Hêjî hevalên me di hundir de hene, hevalên me yên ku li ser sandoqa erkdar hene, ger ku bi qasî mîsqalê zirar bigîhîje hevalên me, ew bila baş bizanibin em ê wê seferatxaneyê di serê wan de hilweşînin, bila baş bizanibin bila baş fêmbikin.

Em ê li vir, bi gelê xwe re bin em ê dengê xwe karbînin û faşîzma AKP ê jî têxin sergoyê dîrokê. Em ê şev û roj li ber xwe bidin em ji wan natirsin.”