BI DÎMEN

Nasnameya 2 şehîdan hat eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Zapê di encama qezayekê de şehîd bûn, eşkere kir û got: “Hevreyên me Jiyanda û Berfîn di jiyanê de bi pîvanên xwe yên şoreşgerî bûn milîtanên PKK-PAJK’ê û ji hemû hevrêyên xwe re bûn mînak.”

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎD

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê derbarê 2 gerîlayên ku di ava Zapê de şehîd bûn, ev tişt diyar kirin:

“Hevreyên me Jiyanda û Berfîn, milîtanên hêja yên Têkoşîna Azadiya Jinê di 7’ê Nîsana 2024’an de li herêma Zapê dema xwestin ava Zapê derbas bikin, di encama qezayeke bêtalîh de şehîd bûn.

Hevreyên me Jiyanda û Berfîn ku bi tevlîbûnên xwe yên têkoşîna azadiyê ku bi pêşengiya partiya me PKK-PAJK’ê pêş ket, azadiya hemû jinan, civakê û ya xwe armanc kirin, di vê wateyê de bûn xwediyên jiyaneke bêhempa û tijî wate. Hevreyên me ku ji roja ewil tevlî refên têkoşînê bûn, xwestin her kêliyên xwe veguherînin kêliya azadiyê û bi keda xwe gihiştin armancên xwe. Hevreyên me Jiyanda û Berfîn ku bawerî bi civakbûna azadiyê anîn, ji bo jiholêrakirina statuya koletiyê ya li ser gelê me hatiye ferzkirin, bi fedakarî li ber xwe dan. Hevreyên me Jiyanda û Berfîn ku perspektîfa azadiya jinê ya Rêber Apo kirin manîfestoya jiyanê û li her qadê bûn avakarên jiyana azad, di jiyanê de bi pîvanên xwe yên şoreşgerî bûn milîtanên PKK-PAJK’ê ku ji hemû hevrêyên xwe re bûn mînak.

Li ser vê bingehê em carek din soz didin ku têkoşîna azadiyê ku hevreyên me Jiyanda û Berfîn dewrî me kirin, bigihînin serkeftinê û em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevreyên me û ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevreyên me yêên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Jiyanda Laşer

Nav û paşnav: Fatma Kaynak

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dayik û bav: Remziye- Abdulhalîk

Dem û cihê şehadetê: 7’ê Nîsana 2024/Zap

 

Nasnav: Berfîn Zîlan

Nav û paşnav: Rîma Abdullah

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Navê dayik û bav: Hamîde- Muhammed

Dem û cihê şehadetê: 7’ê Nîsana 2024/Zap

JIYANA LAŞER

Hevrêya me Jiyanda li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi saya hişmendiya kûr a welatparêziya malbata xwe û herêma Colemêrgê ku lê dijiya, partiya me PKK’ê zû nas kir. Bi taybet şerê fedayî ya gerîlayan ya ji bo parastina gelê me li dijî dewleta Tirk a dagirker, bala hevrêya me Jiyanda kişand. Di heman demê de destanên lehengiyê yên gerîla hêzkirina wê ya ji bo gerîlayan roj bi roj mezintir kir. Hevrêya me ku ji şêwaza jiyana gerîlayên ku cara ewil dît, têkiliyên wan ên mirovî û girêdanbûna wan a hevrêtiyê bandor bû, ji bo dema pêş armanca wê ya herî mezin bû gerîlabûyîn. Hevrêya me Jiyanda di temena xwe mezin de jî girêdayî xeyalên xwe yên zarokatiyê bû, di temenê xwe yê ciwantiyê de tevlî çalakiyên ciwanên şoreşger bû. Di xebatên xwe de bi tevlîbûna xwe ya islûb û çalak di rêxistinkirina jin û ciwanan û tevlîbûna wan ji bo refên têkoşînê de roleke girîng lîst. Ji ber serkeftina xwe ya di van xebatan de rêzdariya gelê me û hemû hevreyên xwe yên ku pê re xebitî girt. Hevrêya me ku pêvajoya şerê giran ê li welatê me Kurdistanê ji nêz ve şopand, bi taybet hêreseke wê yê mezin li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ên li ser Kobanê û Şengalê çêbû. Hevrêya me ku di heman demê de ji berxwedan û şehadetên li van qadan hêz girt, fikirî ku divê ew jî di nava têkoşîna çalak de cih bigire. Hevrêya me ku bi taybet di zanebûna vê yekê de bû ku divê tola her hevalekî şehîd hilîne, ji ber pozîsyona xwe ya di xebatên xwe de neçar ma ji bo demekî vê daxwaza xwe taloq bike. Lê şehadeta hevrê Laşer-Koksal Çabuk li herêma Cîlo ku yek ji wan gerîlayan bû ku cara ewil dîtibû, bû sedema herî mezin ku hevrêya me Jiyanda biryara xwe ya tevlîbûna gerîla pêk bîne. Hevrêya me dizanîbû ku dilsoziya bi şehîdan re bi rakirina çek û navê wan pêkan dibe, li ser vê bingehê di sala 2015’an de berê xwe da Zagrosan û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêya me dema tevlî nava refên gerîla bû navê xwe kir Jiyanda Laşer û hişt ku navê hevrêyê me Laşer jiyanî bike. Hevrêya me ku ji herêma Cîlo derbasî herêma Avaşînê bû, perwerdeya xwe ya yekem jî li vir dît. Hevrêya me Jiyanda ji ber ku li qûntarên Zagrosan mezin bibû, di demek kin de fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Hevrêya me ku berê xwedî tecrûbeyekî rêxistinî bû, bi perwerdeyên ku dît di wateya leşkerî û îdeolojîk de zêdetir pêş ket. Hevrêya me Jiyanda ku di vê wateyê de li ser girîngiya gerîla ji bo gelê me lêhûrbûnên kûr kir, bi taybet ji wêrekî, fedakarî û bûyîna gerîla û xwezayê di nav hev de bandor bû. Hevrêya me ku dizanîbû ji bo ew jî bibe gerîlayeke wisa divê xwe di her kêliyê de perwerde bike, ji bo bigihêje armancê bi sebreke mezin di her kêliya xwe de ked da. Hevrêya me ku piştî perwerdeya şervanên nû li herêma Avaşînê tevlî xebatan bû, heta sala 2021’an li vir têkoşîn kir. Hevrêya me Jiyanda ku di pêvajoya xwe ya li Avaşînê de xwe zêdetir nas kir, bi taybet weke jineke ket ferqa hêza xwe ya cewherî. Hevrêya me ku bi pratîka xwe dît ji derveyî jiyana ku di nava civakê de li jinê hatiye ferzkirin, jiyaneke din jî pêkan e, her ku sînorên ji bo wê hatine xêzkirin derbas kir, azadiya xwe hîs kir. Hevrêya me her ku pê hesiya jin dikarin bi hêza xwe ya cewherî çi bikin, baweriya wê bi xwe zêde bû, roj bi roj îradeya xwe xurt kir. Hevrêya me ku pê hesiya guhertinên di kesayeta wê de ji ber kûrbûna wê ya di felsefeya Rêber Apo de ye, diyar kir ku layîqbûna rastiya Rêber Apo û şehîdan bi têkoşîneke bêhempa pêkan dibe. Hevrêya me ku li ser vê bingehê roj bi roj tevlîbûna xwe xurttir kir, pê hesiya ku ji bo bibe bersiva êrîşên dijmin ku pêş dikevin, divê xwe di taktîkên gerîla de pêş bixe. Hevrêya me di wê baweriyê de bû ku ev yek tenê bi pratîkê pêkan dibe û ji bo tevlî çalakiyên gerîla yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtînkar bibe israr kir. Hevrêya me Jiyanda ku ji ber helwesta wê ya milîtanî û israra wê ya zêde pêşniyara wê hat qebûlkirin, li herêma Avaşînê tevlî gelek çalakiyên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin pêşxistin bû. Di van çalakiyan de bi wêrekî, fedakarî û tarzê xwe yê şerê fedayî bû xweyî ked ku derbên giran li dijmin xistin. Hevrêya me ku tevî di sala 2018’an de di çalakiya Adil Beg de birîndar bû û di demeke kin de baş bû, bi awayekî çalaktir tevlî têkoşînê bû. Hevrêya me Jiyanda ku di her çalakiyê de tecrube derxist, bû gerîlayekî YJA Starê ya gihîştî ya Zagrosan. Hevrêya me ku piştî her çalakiyê hêrsa wê ya li dijî dijmin zêdetir bû, gihîşt wê baweriyê ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rakirina tola hevrêyên xwe yên şehîd tenê bi lêdana derban li dijmin pêkan dibe. Hevrêya me Jiyanda ku nêzî 7 salan li herêma Avaşînê gerîlatî kir, di vê pêvajoyê de derfeta wê çêbû ku gelek herêmên Avaşînê bibîne û gihîşt vê şansê ku di her bosta wê de têbikoşe. Hevrê ya me ji ber vê yekê diyar kir ku çiyayên Avaşîn û Zagrosê di jiyana wê de cihekî pir girîng digirin û bi her nefesa li Zagrosan azadiyê hîs kiriye. Hevrêya me ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a qirker ku ji sala 2021’an ve li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê pêş dixe, li eniyên pêş cih girt, piştre ji bo xwe di aliyê îdeolojîk de zêdetir pêş bixe, ji bo wergirtina perwerdeya leşkerî û îdeolojîk derbasî akademiyê bû.

Hevrêya me Jiyanda ku derfet dît pratîka 7 salan ya pêvajoya akademiyê bi hûrgilî binirxîne, bi lêhûrbûnên xwe yên kûr li hemberî pêvajoyê aliyên xwe yên kêm derbas kir. Hevrêya me ku di encama perwerdeyê de weke gerîlayeke YJA Starê ya bi hêztir û biîdîatir berê xwe da qada pratîkê, bi tevlîbûna xwe ya di nava tîmên gerîlayên nîv tevger de ku li dijî dewleta Tirk a dagirker serkeftinên girîng bidestxistin, ket nava têkoşîneke çalak. Bi tevlîbûna xwe ya li gelek çalakiyên li dijî dijmin ên li herêmên Zap û Metîna, xwest erkên xwe yên demê bi awayekî herî rast bi cih bîne. Hevrêya me Jiyanda ku di wê baweriyê de bû ku  li dijî êrîşên dijmin ên giran û dijmirovahiyê tenê bi têkoşîneke di xeta fedayî de dikarin serkeftin bê bidestxistin, bi hemû hucreyên xwe ket nava hewldan û lêgerîna mezinkirina têkoşînê.

Hevrêya me Jiyanda ku di 7’ê Nîsana 2024’an de dema xwest ava Zapê derbas bike, ji ber şert û mercên nedestayî yên hewayê, tevî hemû hewldanên hevreyên xwe nehat rizgarkirin û şehîd bû. Hevrêya me Jiyanda bi fedakarî, hesasiyeta xwe ya ji bo jinan, hevrêtiya xwe ya jidil û bi kênê xwe yê timî wê her tim di têkoşîna me de bê bibîranîn û bibe rênîşandera me. Em soza xwe dûbare dikin ku em ê bi mezinkirina têkoşîna xwe xeyalên hevrêya xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

BERFÎN ZÎLAN

Hevrêya me Berfîn li Efrînê di nava malbateke welatparêz a gelê me yê Ereb de ji dayik bû. Hevrêya me ku ji aliyê malbata xwe ve girêdayî çand û kevneşopiya xwe hat mezinkirin, ji temenê xwe yê biçûk ve bû xwedî kesayetiyeke heq. Ji ber vê yekê ji aliyê derdora xwe ve dihat hezkirin. Hevrêya me ya Berfîn di naskirina gelê Kurd de ku bi hev re dijiya, zehmetî ne kişand û ti carî neheqî, zext û êşkenceya li dijî Kurdan qebûl nekir. Hevrêya me ku êrîşên qirkirinê ya li dijî Kurdan her tim hîs kir, bi pêşxistina têkiliya xwe ya bi Kurdan re, ji zihniyeta faşîzan a ku rejîma BAAS’ê dixwest belav bike re bû bersiv. Hevrêya me ku dît di nava Kurd, Ereb, Ermenî, Asurî û gelek gel û baweriyên din de pirsgirêkên cidî nîn in, ji temenê xwe ya ciwanî ve polîtîkayên dewletan ên ku gelan li pê hev didin şikandin, pê hisiya. Ji ber vê yekê her tim baweriya xwe bi xwişk û biratiya gelan anî. Hevrêya me ku bi saya dilsoziya gelê Kurd ê li Efrînê li hemberî partiya me PKK’ê, rastiya Rêber Apo nas kir, bi taybet bi Şoreşa Azadiya Rojava re ji bo rastiya Rêbertiyê zêdetir nas bike û fêm bike ket nava lêgerînan.

Hevrêya me pê hesiya şoreşa ku pêk hat îlhamê ji Rêber Apo girt û roj bi roj jiyanîbûna paradîgmaya Rêbertiya me ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê di wê de heyecaneke mezin çêkir. Hevrêya me Berfîn ku dît fikrên Rêber Apo tenê ne teorîk in û jiyan bi xwe ye, weke ferdekî Neteweya Demokratîk fikirî ku divê ew jî di nava têkoşîna heyî de cih bigire. Hevrêya me ku bi taybet biryar da divê ji êrîşên li dijî Şoreşa Azadiyê re bibe bersiv, cihê xwe di refên berxwedanê de girt. Hevrêya me ku bi perwerdeyên ku dît, xwe di aliyê leşkerî û îdeolojîk de pêş xist, bingeheke girîng bi dest xist. Hevrêya me ku piştre tevlî xebatên pratîkê bû, bi lêhûrbûnên xwe di gelek mijaran de bi taybet di xeta azadiya jinê de zelal bû. Hevrêya me di sala 2017’an de ku êrîşên çeteyan ên li dijî şoreşê giran bû, cihê xwe di mewziyên berxwedanê de girt û li dijî çeteyan bi wêrekî şer kir. Hevrêya me li dijî çeteyan ku xwestin di serî de jin hemû civakê ber bi tarîtiyê ve bibin, bi îdîa û biryardariya afirandina pêşerojeke ronî şer kir û di şer de ji zikê xwe bi giranî birîndar bû. Hevrêya me ku tevî vê ji têkoşîna xwe tawîz neda, zêdetir têkoşiya.

Dewleta Tirk ku fêm kir bi çeteyên ku bi rêxistin kiriye nikare Şoreşa Azadiyê ya Rojava paşve bixe, di sala 2018’a de bi xwe êrîşî Efrînê kir, li ser vê yekê hevrêya me Berfîn ji bo careke din erka xwe ya şoreşgerî bi cih bîne xwe amade kir. Hevrêya me ku bi hevreyên xwe re li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî berxwedaneke destanî pêş xist, bi awayekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû. Hevrêya me Berfîn di Berxwedana Efrînê de ku nêzî du meh berdewam kir, bêdudilî têkoşiya û careke din birîndar bû. Dagirkirina Efrînê û komkujiyên li ser gelê me hêrsa hevrêya me Berfîn a li hemberî dewleta Tirk a qirker zêdetir kir. Hevrêya me ku ji ber vê yekê biryar da têkoşîna xwe mezintir bike, biryar da ku ji sala 2018’an ve bibe şoreşgerekî profesyonel. Hevrêya me ku li ser vê bingehê li gelek herêmên Rojava tevlî xebatên şoreşgerî bû, li her qada ku xebat lê meşand tevlîbûneke dirust û fedakar pêk anî. Hevrêya me ku pê hesiya tevlîbûna pratîkî mirov heta cihekî pêş dixe, ji bo xwe di felsefeya Apoyî de pêş bixe tevlî perwerdeya Akademiya li Şehîd Ezîz Ereb bû. Hevrêya me ku tevî gelek hevreyên xwe yên Ereb perwerde dît, bi asta lêhûrbûna xwe gihîst daneheva ku pêşengiya civakê bike. Hevrêya me xwest fikrên Rêber Apo li gelê me yê Ereb bide nasîn û zanî ku ev bi pêşengtiyeke xurt dibe. Hevrêya me ku dît ku divê ji bo vê yekê bibe milîtaneke Apoyî ya gihîştî,  di wê baweriyê de bû ku ev yek tenê li çiyayên Kurdistanê pêkan dibe. Hevrêya me ku dizanîbû ev jî bi tevlîbûna refên gerîla ya li çiyayên Kurdistanê dibe, berê xwe da çiyayên serhilder û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêya me Berfîn dema gihîşt çiyayên Kurdistanê bi azweriyeke mezin girêdayî jiyana gerîla û çiya bû. Hevrêya me ku berê çiyayên Kurdistanê ji çîrok û bîranînên gerîlayan bihîst, gihişt wê şansê ku çiyayên Kurdistanê bi xwe bibîne û di vê xwezaya bêhempa de şer bike û bi heyecan û coşeke mezin tevlî xebatan bû. Hevrêya me Berfîn ku tecrûbeya wê ya şer hebû, ji bo di taktîkên gerîla ya serdema nû de pêş bikeve perwerdeya pisporiyê girt. Hevrêya me ku bi taybet di branşa çekên giran de ku li dijî dagirkeran taktîke bi bandor e, xwe pêş xist û bi hosteyî fêrî bikaranîna gelek çekên giran bû. Hevrêya me di heman demê de derfet dît ku xwe di aliyê îdeolojîk de kûr bike û bi îdia û biryardariyeke mezin derbasî qadên pratîkê bû. Hevrêya me ku di nava tîmên gerîla yên nîv tevger de cih girt, li gelek qadên ku hewldana dagirkirina dijmin hebû, derb li artêşa Tirk da. Hevrêya me ku di wê ferqê de bû ku bi her darbeya ku li dijmin dide hesab ji komkujiyên dewleta Tirk a qirker a li Efrîn û gelek cihên din ên li ser gelê me dipirse, her carê bi hêrseke mezin bi ser dijmin de çû.

Hevrêya me di sala 2022’an de dema dijmin li dijî Zapê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir, derbasî herêma Zapê bû û di berxwedana dîrokî ya li vir de cih girt. Hevrêya me ku hema hema çû her cihê herêma Zapê, li dijî êrîşan di pêşxistina berxwedanê de bû xwediyê kedeke bêhempa. Hevrêya me ku di dema berxwedanê de bi tevlîbûna xwe ya fedayî hemû hevreyên xwe yên têkoşînê bandor kir û hêz da wan, di heman demê de bi hevrêtiya xwe ya xurt re bû gerîlayekî mînak a YJA Starê. Hevrêya me ku li dijî êrîşên dijmin hem bi tîmên gerîlayên nîv tevger û hem jî bi berxwedana xwe ya di tunelan de bû bersiv, bû nîşaneya herî şênber a baweriya serketinê ya milîtanên Apoyî ya di her şert û mercî de. Hevrêya me ku kêliyek jî ji jiyana Apoyî û rêgezên azadiya jinê tawîz neda û têkoşiya, bi helwesta xwe ji hemû hevreyên xwe re bû mînak.

Em soz didin ku em ê ji bo xeyala jiyana azad a hevrêya me Berfîn ku nêzî 3 salan di mewziyên berxwedanê ya li herêma Avaşînê de cih girt, bû xwediyê têkoşîneke destanî û di 7’ê Nîsana 2024’an de ket ava Zapê û tevî hewldanên hevreyên xwe rizgar nebû û şehîd bû, li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn biafirînin têbikoşin.”