Narîno: Di pêvajoya aştiyê de tevlibûna siyasî şert e
Narîno: Di pêvajoya aştiyê de tevlibûna siyasî şert e
Narîno: Di pêvajoya aştiyê de tevlibûna siyasî şert e
Endama heyeta aştiyê ya FARC-EP’ê Alexandra Narîno ku tevli muzakereyên Havanayê ku di navbera gerîlayên FARC û hikûmeta Kolombiyayê de pêk tê û pêşengiya wê serokdewletê Juan Manuel dike, pirsên ANF’ê bersivand.
Narîno ku di çapemeniyê de wek gerîlaya Hollandayî tê nasîn, jinek ciwane. Navê wê yê rast Tanja Nîjmeîjer e. Alexandra 10 sal berê tevli gerîlayên FARC’ê bû. Em bi Alexandra re di pêvajoyeke ku di muzakereyan de paşdeçûnek heye axivîn.
Narîno da zanîn ku terora dewleta Kolombiyayê tu car destur nedaye tevlibûneke siyasî û wiha got: “Di p3evajoya aştiyê ya ku em bi hikûmeta Santos re dimeşînin de tevlibûna siyasî bo me meseleya herî serekeye. Ev sedema serhildana me ya çekdarî ya rastîne. Ji bo axê têkoşîn doza me ya sereke ya meşandina şer e. Lê me her tim xwest em têkoşîna xwe bi riyên aştiyane bimeşînin û ji ber vê jî me li deriyan xist lê derî her tim li ruyê me hatin girtin.
Narîno balkişand ser tevlibûna xwe ya FARC’ê û wiha got: “Sedema têkoşîna çekdarî, ji bo me kesekî li Ewropayê hatibe dinê fêmkiring elek zehmete. Dema ez nû hatim Kolombiyayê, ez jî wek Holandayeyî ku fikarên min hebûn. Sedema tevlibûna min ya Hêzên Çekdarî yên Şoreşger yên Kolombiyayê-Artêşa Gel, pêwiste ku hinek nêrîn û kurtejiyana xwe de hinek tiştan bêjim.
Dema ez hatim Kolombiyayê, fikrên min yên polîtîk tunebûn. Ez xwendekarek zanîngehê bûm. Li welat newekhevî û betalî pir zêde bû. Em êdî îqnda bibûn ku xweda nekare van çareser bike. ji ber vê jî ez dixwazim çîrokek ya li Kolombiyayê vebêjim. Di dema serdana min ya Bogota de li Dêra 12’ê Gulanê min sahneyek bi xof dît. 20 kesên ku di nava rewşeke xeter de bû û cil û bergên wan parçe bibûn li ber peykerê Dayika Meryem, dua dikirin ku ev êşa wan bi dawî be.
Ez pir hestiyar bûm. Lê gelo min dê çawa bikira. Ez gelek li ser vê fikirim. Min jibo zarokên Kolombiyayê projeyek etîk û ahlaqî pêş xist. Ji ber ku ev rewşek taybet û çandî bû jî. Lê fikarên min her tim berdewam kir. Li ser dîroka Kolombiyayê min xebat meşandin. Ev agahî min bi rastiya welat re anî hemberî hev. Piştre min hîn ki ku piştî Santander li Ispanyayê serxwebûna xwe qezenc kiriye şûnde li Kolombiyayê welatî tekî jiyaneke hovane û zalim kirine.
Narîno di berdwamiya axaftina xwe de der barê tevlibûna siyasetê ya FARC’ê kir û got: “
Terora dewletê ya Kolombiyayê tu carî destur neda tevlibûna siyasetê. Hina em bi hikûmeta Santos re pêvajoya aştiyê dimeşînin û ji bo me ya sereke ev ku em tevli siyasetê bibin. Ev jî sedema me ya tevlibûna têkoşîna çekdarî ye. Têkoşîna me ya ji bo axê, dozeke sereke ya şerê me ye. Lê me her tim xwest em vê riyên aştiyane bimeşînin. Mixabin hemû derî li ruyê me hatin girtin. Hikûmet ji me re dibêje ‘Em axa xwe nadin cotkaran. Kesên pergalên din dixwazin bila biçin ji vî welatî.’
Belê ev sedema sereke ya pevçûn û çekdane. Ger hikûmet vê carê tevlibûna siyasî pêk bîne, em jî dê ji bo aştiya welatê xwe xebatek bê hempa bimeşînin.”
Narîno di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “FARC’ê heta niha ji bo tevlibûna siyasî gelek pêşniyar kirin. Em bi ser navê ‘Demokratîkbûna rastîn, edeleta civakî û lihevkirine aştiyane û netewî’ tevlibûna siyasî dixwazin. Hemû pêşniyarên me demokratîkbûna dewletê hedef digire.
Tevlibûna siyasî di hemû rêxistibûnên civakî û gel de cihekî girîng digire. Daxwaza me eve ku avabûnên nû yên xweser û bi raye bên avakirin. Ev ji pêşniyarên me tenê hinekin. Hemû pêşniyarên ku me kirine , li ser malpera meya întertê www.pazfarc-ep.org (ispanyolî) an jî www.farc-epeace.org (İngilizî) weşandîne.
Di nava pêşniyarên me de hewcedariyeke din jî me li ber çavan dît û avabûna Mecliseke Damezrîner ya Netewî bû. Ev Meclis tevlibûna hemû aliyên civakî dihundirîne. Li ser lihevkirinan û nîqaşên demokratîk dê mezanîzmaya vê bê afirandin.”
Narîno da zanîn ku Hikûmeta Kolombiyayê li şûna avakirina Meclisa Damezrîner di referandumê de israr dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Belê berteka yekemîn ya hikûmetê neyînî bû. Referandum parastin lê ez dubare dikim, ev ne niha, dema em hatin 6’emîn xala rojevê, wê demê divê ev bê nîqaşkirin. Em wek mekanîzmaya erêkirinê vê referandumê kêm dibînin. Divê meclisa damezrîner, hikûmetê netirsîne.
Wek mijareke civakî ji bo înşakirina aştiyê divê her aliyê civakê tevli bibe.
Ji bo ku lihevkirin hevdîtinên aştiyê pêşve bibe ev 6 nokte girîngin û wihane:
1-Polîtîkaya pêşvebirina çandiniyê ya giştî
2-Tevlibûna siyasî
3- Bidawîbûna pevçûnê
4) Pirsigirêka tiryakê ya derveyê qanûnê bê çareserkirin
5) Qurbanî û
6) Pêkanîn, Piştrastkirin û erêkirine.
Di navbera aliyan de 14 caran hevdîtin pêk hatin û di hevdînan de der barê pirsigrêkên çolterî, tevlibûna siyasî û mijarên welatîbûnê de 200 pêşniyar hatin danîn. Beşa ku ji 25 rupelan pêk tê, ger li ser bê lihevkirin, naverok pir erêniye.
Werger: Berna Ozgencîl-Selahattîn Işildak