Namzetên PÇDK çûn Herêmên Parastinê yên Medyayê

Namzetên PÇDK çûn Herêmên Parastinê yên Medyayê

Li Başûrê Kurdistanê namzetên PÇDK’ê duh çûn serdana Hevserokên Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Besê Hozat. Di serdanê de hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û rewşa dawî ya gelemperiya Kurdistanê hatin nirxandin.

Di civînê de Hevserokên Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik axivî û bal kişande ser têkiliyên kurdan bi hevre û wiha berdewam kir: “ We xebatek da meşandin. Li parçeyên din yên Kurdistanê jî gelê me tekoşînê dimeşîne. Dibe ku ev tekoşîn cuda cuda bê meşandin. Belê ev hemû bi hevre girêdayî ne û hevdu temam dikin. pêşketinên beşekî dikevi xizmeta beşên din jî. Kurd li kîrê encamekê bi dest bixwe ew dikeve di bin xizmeta parçên din jî. Berê dagirkeran Kurdistan parçe kirine. Peywendiyên kurdan ji hev qut kirin. Lê di roja me ya îro de peywendiyên kurdan bi hevre zêde bûne. Netewek çêbûye. Hestê netewî pêşketiye. Ji ber vê yekê peywendiyên kurdan bi hevre pêş ketine û li hemû beşên Kurdistanê bi hevre peywendî dadinin.”

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser hilbijartinên Başûrê Kurdistanê jî û wiha got: “ Li Başûrê Kurdistanê hilbijartinek heye. Ev hilbijartine ji bo tevgera me pir giringe. Ji bo siyaset û civaka Başûr, ji bo saziyên hikûmetê, ji bo hilbijartin bi şeklekî demokratîk pêş bikeve, wê zêdetir xizmeta siyaset û civaka Başûr bike. Pêwiste di Başûr de guhertinek pêş bikeve. Ji ber pêwistiya Başûr bi guhertinê heye. Ger ev guhertin di Başûrde çêbibe wê Başûr pêşbikeve û mezin bibe. Wê demê Başûr wê bikare ji bo xwe, ji bo Iraqê û herçar parçeyên din yên Kurdistanê rol bileyîze. Pêwiste li başûr sîstemek demokratîk pêş bikeve. Gelê me yê Başûr bi salan tekoşîn meşandin, bedel dan, êşên pir mezin kêşan û nirxek ava kirin. Di encamê van nirxan de hinek deskeftî bi dest xistin. Lê ev têra gelê kurd nakin, ne besin. Gelê Başûr layiqê zêdetir tiştane. Pêwiste siyaseta başûr daxwazên gel bi cih bîne. Ji bo xwestekên gel bi cih bîne, pêwiste demokratîkbûnê ji bo xwe bingeh bigire. Pêşxistina hilbijartinan na yê wê wateyê ku demokratîk bûn pêş xistiye, ev tenê ji demokratîk bûnê re gaveke. Pêwiste li Başûr her fikrek bikare bi azadî xwe rêxistin bike û xwe îfade bike. Pêwiste bi azadî bikare ji bo bernameyên xwe yên Başûr û Rojhilata Navîn xwebat bikin. Li pêşiya wan astengî nebe û bikare şaşiyan rexne bike û bi azadî bikare xwebat bike. Di hemû ragehandinan de bikarin daxaza gel pêk bînin û nûçên rast bidin. Pêwiste hilbijartin bi azadî çêbibe. Dema ku evna çêbûn wê demê demokratîkbûn dikare pêş bikeve. Ev hilbijartina ku vê carê ne wek yên bûrî ne, di gelek aliyan de cudabûna xwe heye. Di partiyan û civakê de guhartin hene û ev bi erênî bandora xwe li ser hilbijartinan dikin. Em bawer dikin ku ev hilbijartin wê civaka Başûr û siyaseta Başûr di aliyê demokratîkîbûnê de pêş bixe. Pêwiste gel xizmet û berhemên kîjan partiyê baş dibîne, kîjan partî dikare civakê pêş bixe pêwiste dengê xwe bide wê partiyê.”

‘LI ROJAVA ŞEREK GIRAN TÊ MEŞANDIN’

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser şerê li Rojava û axaftinên xwe wiha dewam kir: “ Li rojava şerek giran tê meşandin. Ew kesên ku ji xwe re dibêjin artêşa azad, Heleb û Şexmexsut dorpêş kirine. Dixwazin kurdan qetil bikin û Rojava bixwin di bin destê xwe de. Ev hêzane bi alikariya dewletên derve wiha dikin. dewletên derve ji bo statuyekî kurdna çênebe alîkarî didin didin van. Li hemberî van êrişan kurd berxwedanek mezin dimeşînin.”

‘ZIHNIYETA PAŞVERÛ Û FEODAL, TENÊ JINÊN AZAD WÊ BIKARIN BIGUHERIN’

Piştre Hevseroka Desteya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat li ser mijara rola jinê di hilbijartinan de axivî û wiha got: “ Hejmarekî zêde jin tevlî hilbijartinan dibin, ev pêşketinekî mezine. Bi hejmarek zêde ya jinan wê rola jinê û aktivita jina di Başûr de hîn zêde pêş bixwe. Ji bo guhertina sîstema Başûr tevlîbûna jina ji hilbijartinan re pir giringe. Îro zihniyeta Başûr di siyasetê de cih na de jinê. Ev zihniyeta paşverû û feodal, tenê jinên azad wê bikarin bi goharin. Jin çend bikare di siyasetê de rola xwe bileyize, wê ew qas bikaribe civakê pêş bixwe û civakek demokratîk ava bike.”