Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Kutahyayê: Em bi hêvî ne
Projeya jiyana nû ya HDP'ê ji bo gelên Anatoliyê bûye hêvî. Di çarçveoya vê projeyê de, hêzên şoreşger û demokratîk yekemcar li Kutahyayê namzetên parlamenteriyê nîşan dan. Namzet Hakan û Toprak ji gelê Kutahyayê bi hêvî ne.
OZGUR AYDIN / ANF
KUTAHYA
duşem, 20 avrêlê 2015, 10:10
Projeya jiyana nû ya HDP'ê ji bo gelên Anatoliyê bûye hêvî. Di çarçveoya vê projeyê de, hêzên şoreşger û demokratîk yekemcar li Kutahyayê namzetên parlamenteriyê nîşan dan. Namzet Hakan û Toprak ji gelê Kutahyayê bi hêvî ne.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Kutahyayê Bîrgul Hakan û Ahmet Toprak ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Li Kutahyayê em ê encameke baş werbigirin û bi gelê Kutahyayê re bibin yek."
Ahmet Toprak, di sala 1969'an de li Sêrtê ji dayik bû. Bavê 4 zarokan Toprak ji sala 1992'an û vir ve di nava partiyên siyasî yên Kurd de wezîfe kir. Di hilbijartinên 2002'an de Toprak namzetê parlamenteriyê yê DEHAP'ê yê Enqereyê bû. Toprak anî ziman ku ew xizmeta ji gel re weke wezîfeyekê dibîne û dixwaze vê wezîfeya xwe bi namzetiya parlamenteriyê bike. Toprak got, "HDP'ê di nava gelên li Tirkiyeyê de sînerjiyek nû, kelecaneke nû afirand. Xet û sekneke polîtîk a pêwîstiya gelên vî welatî pê heye, HDP temsîl dike."
Toprak da xuyakirin ku ji bo aştiya li welêt pêwîste di vê hilbijartinê de her kes bi awayekî di nava HDP'ê de bixebite û destnîşan kir ku yekane hêza dikare desthilatdariya AKP'ê qels bike HDP ye.
'EM Ê HDP'Ê BI GELÊ KUTAHYA RE BIDIN NASKIRIN'
Toprak axaftina xwe wiha dewam kir: "Xebata ji bo HDP'ê, ji bo her kesên dixwazin li dijî faşîzmê derkevin, wezîfeya destpêkê ye. Ji bo sekinandina rijandina xwînê, bicihkirina aştiyê, divê her kes bikeve binê vî barî. HDP li Kutahyayê jî bûye hêviyek. Yekemcar li vir rêveberî hat avakirin û li Kutahyayê namzet hat nîşandan. Ev jî armanceke. Li Kutahyayê ji bo serketinê em ê bixebitin. Bi hevalên xwe re me bernameya xwe amade kirin, dest bi xebatên xwe kir. Em ê mal bi mal bigerin û HDP'ê di nava gelê Kutahyayê de bidin naskirin."
'HDP WÊ BIBE HÊVIYA VÊ XAKÊ'
Toprak da zanîn ku gel ji niha û pê ve xwedî hêviyeke mezin in û anî ziman ku ew ê ji gelê Kutahyayê re Tirkiyebûyîn, nûbûn û bedewiyên HDP li meclîsê rê li ber veke, vebêjin. Toprak destnîşan kir ku HDP wê bibe hêviya vê xakê.
'EM MEWZIYA YÊN DIN Û MEXDÛRAN E'
Namzet Bîrgul Hakan jî ku bi salane di çapemeniya dîtbarî û nivîskî de ji bo parastina mafên mirovan, edalet û wekheviyê li cem welatiyên bindest û mexdûr cih girtiye anî ziman ku bi bernameyên xwe yên herêmî û neteweyî re ew ji serdestan re nexibitiye, lewma sê caran ketiye ber lêpirsînê. Hakan da xuyakirin ku ji ber HDP partiya bindestan, mexdûran, yên din û partiya mafdaran e ew di nav de cih digire û got, "Herî zêde Bulent Arinç polîtîkayên giştî yên AKP'ê baş dizane. Ew dibêje me Enqere parsêl bi parsêl firot. Rewşa aboriyê li holê ye, dolar zêde dibe, li her derê karên ne li rê, talan û derew heye. Li holê desthilatdariyek ku nikare ji derdê karker, kedkar û xizanan re bibe derman, heye. Kêm maye, hêviya gelan tê. Ji ber vê yekê ketine nava panîkê. Provokasyonên tên kirin, nîşaneya vê yekê ye; HDP wê bendê derbas bike."
'JI KUTAHYAYÊ BI HÊVÎ ME'
Hakan ragihand ku hikûmeta AKP'ê dewlemendê xwe afirandiye û got, "AKP'ê bi tenê hilbijêrên xwe hembêz kir. Em ê desthilatdariyeke ku di dema biryardayînê de gel xwedî mafê gotin û erkê ye, ava bikin. Kutahya jî di nava sînorên Tirkiyeyê de ye û mixabin hînê me nas nake. Em ê xwe vebêjin, hêvîdarim dema me nas bike, wê me fêm bike. Edalet, aştî, azadî mafê hemû gelan e. Ji Kutahyayê bi hêvî me."
KÎ YE?
Di sala 1967'an de li Uskudar a Stenbolê ji dayik bû. Têkiliyên Gel û Çapemenî Weşan a Fakulteya Ragihandinê xwend. Bîrgul Hakan a Berpirsyara Weşana Giştî ya Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî Turkuaz e, di Mezopotamya TV de rojên Yekemê bernameya bi navê Gundemê amade dike û pêşkêş dike. Bîrgun Hakan ku di hilbijartinên herêmî yên derbasbûyî de namzeta Hevserokatiya HDP'ê ya Şaredariya Beykozê bû, Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ye.