Namzetên HDP'ê yên Mûglayê: HDP ebrûliyek e
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Mûglayê Karadenîz û Polat diyar kir ku ew HDP'ê ne weke mozaîkê mîna ebrûliyê qebûl dikin.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Mûglayê Karadenîz û Polat diyar kir ku ew HDP'ê ne weke mozaîkê mîna ebrûliyê qebûl dikin.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Mûglayê Karadenîz û Polat diyar kir ku ew HDP'ê ne weke mozaîkê mîna ebrûliyê qebûl dikin û destnîşan kirin ku bêhna gelan tevlîhev bûne.
Yek ji bajarên ku projeya HDP'ê ya "Jiyana Nû" lê deng vedide Mûgla ye. HDP xwe amade dike li Mûglayê bi 3 namzetên jin û 3 namzetên mêr tevlî hilbijartinan bibe. CHP a ku di her firsendê de behsa azadiya jinê dike, vê carê li Mûglayê namzetên jin nîşan neda.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên rêza yekemîn û duyemîn ên Mûglayê Hurriyet Karadenîz û Mehmet Polat, ji ANF'ê re axivîn.
Karadenîz da xuyakirin ku ev hilbijartin yek ji hilbijartinên herî krîtîk ên li welêt e û anî ziman ku bi vê bîr û baweriyê ew bûye namzet. Karadenîz got, "Weke jinekê ez girîngiyeke mezin didim vê hilbijartinê û dixwazim hejmara jinan a li meclîsê zêdetir be. Ne bi destê jinê be, ne aştî ne jî demokrasî tê vî welatî. Hatina aştî û demokrasiyê bi jinê re dibe." Karadenîz da xuyakirin ku ew timî di nava têkoşîna çep û sosyalîst de bû û da zanîn ku HDP partiyeke jinê ye, lewma ji HDP'ê bûye namzeta parlamenteriyê.
'DIVÊ JIN LI MÛGLAYÊ BIKEVIN NAVA SIYASETÊ'
Karadenîz bibîr xist ku CHP di her firsendê de dibêje ew destekê dide têkoşîna jinê, lê belê 6 namzetên CHP'ê yên Mûglayê jî mêr in. Karadenîz anî ziman ku ev rewş pirsgirêke cidî ye û got, "Li Mûglayê tevlînebûna jinê li siyasetê, bi dîtina min pirsgirêkek cidî ye. Li dora têkoşîna jinê rêxistinbûyînek cidî nîne. Rêxistinbûyeke me ya nû heye. Lingekî Meşa Jinên Cîhanê li Mûgla bû. Îsal tevlîbûneke cidî çêbû lê belê kêm bû. Min ev yek dît ku pêwîstiyeke mezin e; divê em kooperatîfên xwe yên jinê av bikin. Pêwîste em rê li ber jinan vekin ku di nava jiyanê de cih bigirin. Li gorî proejya me ya jiyana nû, bi dîtina min divê ji bo rêxistinbûyîna jinê kooperatîf werin avakirin. Ev yek wê di warê pêşveçûna têkoşîna jinê de gelekî girîng be."
'YEKANE PARTIYA TIRKIYEYÊ DEMOKRATÎK BIKE HDP YE'
Karadenîz bandora hilbijartinê li gelemperiya welêt jî nirxand û destnîşan kir ku di encama hilbijartinê de ya wê derî li dîktatoriyê vebe, yan jî li demokrasiyê. Karadenîz ragihand ku yekane parêzvana demokrasiyê HDP ye û got, "Derbasbûna HDP'ê ji bendê û cihgirtina li meclîsê, ji bo demokratîkbûyîna welêt gelekî girîng e. Bi dîtina min gelê Mûglayê wê hesabê vê gelekî baş bike. Eger li pêşeroja zarokên xwe difikire û dixwaze li welatekî demokratîk bijî, divê vê carê bêje ji bo aştiyê ez HDP'ê dixwazim. Yekane partiya karibe Tirkiyeyê demokratîk bike HDP ye."
'EM Ê DENGÊN XWE YÊN LI MÛGLAYÊ JI SEDÎ SED Û PÊNCÎ ZÊDE BIKIN'
Namzetê rêza duyemîn Mehmet Polat jî da xuyakirin ku di nava HDP'ê de her kes dikare mîna xwe hebe û got, "Mirovên ji her ziman, her nîjad, her baweriyê dikarin xwe di nava partiya me de bibînin. Ji bo HDP'ê dibêjin mozaîk. Ez dibêjim Ebrûlî. Ji ber ku êdî bêhna gelan tevlîhev bûye. Di hilbijartinên Serokkomariyê de me dengên xwe yên li Mûglayê ji sedî sed û pêncî zêde kir. Em ê di vê hilbijartinê de jî zêde bikin. Pirsgirêka herî mezin a Mûglayê talana xweza û derdorê ye. Mûgla veguheriye qadeke rantê. Em ji gel re diyar dikin ku em ê ji vê rewşê re çareseriyê bibînin."