Namzeta ji AKP'ê derbasî nava HDP'ê bû Ertûgrûl: Di nava HDP'ê de min xwe dît

Nûrten Ertûgrûl a ji AKP'ê derbasî nava HDP'ê bû got, "Li vê derê min xwe dît. HDP'ê xwe gihand ruhê min, mejiyê min." Ertûgrûl destnîşan kir, ku yekane rêya bidawîbûna şer jî, ji nû ve sererastkirina maseya muzakereyê ye.

Nûrten Ertûgrûl a ji AKP'ê derbasî nava HDP'ê bû got, "Li vê derê min xwe dît. HDP'ê xwe gihand ruhê min, mejiyê min." Ertûgrûl destnîşan kir, ku yekane rêya bidawîbûna şer jî, ji nû ve sererastkirina maseya muzakereyê ye.

Nûrten Ertûgrûl a ku li Çewlikê ji AKP'ê weke endama Meclîsa Şaredariyê hat hilbijartin, lê belê bi gotina 'ev wezîfe li jinê nayê' wezîfe jê re nehat dayîn, îstifa kir û derbasî nava refên HDP'ê bû. Ertûgrûl yek ji namzetên HDP'ê yên Stenbolê ye.

Nûrten Ertûgrûl li herêma 2. a Stenbolê di rêza 6. de namzet hat nîşandan. Ertûgrûl salên dûr û dirêj li şaredariyê û zanîngehê, di nava xebatên jinan de cih girt. Her çend malbata wê ji kevneşopiya 'Mîllî Goruş'ê ê tê jî, di nava malbatê de gelek kes bi sempatî nêzî tevgera azadiyê ya Kurd dibin.

Ertûgrûl têkiliya xwe ya bi siyasetê re û pêvajoya namzetiya xwe ji ANF'ê re nirxand.

'YEKANE SEDEMA TEVLÎBÛNA MIN A LI NAVA SIYASETÊ, PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BÛ'

Ji bo pirsa, 'ji kengî ve hûn di nava siyasetê de ne?' Ertûgrûl ev bersiv da: "Ya rast; ez timî di nava siyasetê de bûm. Malbata min ji Partiya Mîllî Nîzam û vir ve di nava siyasetê de bû. Ez jî, yekser nebe jî, di nava siyasetê de bûm. Lê belê bi awayekî aktîf tevlî nebûbûom. Li cihên weke zanîngeh û şaredariyê, min di nava xebatên jinan de cih girt. Timî li qada jinê xebitîm û min xwe ji siyaseta aktîf vegirt. Ji ber ku malbata min di nava siyasetê de bû, bi gotineke din; min rûyê gemarî yê siyasetê jî dît û hewl da xwe jê vegirim. Yekane sedema tevlîbûna min a li nava siyasetê, pêvajoya çareseriyê bû. Her wiha Peymana Stenbolê di dema AKP'ê de hatibû îmzekirin. Ji ber vê yekê min ji samîmiyeta AKP'ê bawer kir."

'DI DEMA HILBIJARTINÊ DE EZ TIMÎ BI MÊRAN RE XEBITÎM'

Ertûgrûl da xuyakirin ku wê ji sala 2002'an û pê ve AKP şopandiye û got, "Di dengdayîna destûra bingehîn de -mixabin bêyî li naverokê binêrim-, di hilbijartinên herêmî û pêvajoya çareseriyê de gelekî bi coş û hêvî bûm. Min got, divê her kes tevlî çareseriyê bibe. Weke dildarekê min dest bi kar kir. Bêyî ku biçim nava partiyê, ez bi xwe xebitîm. Lê ew hatin cem min. Di hilbijartinên herêmî de namzetbûyîna min jî li ser daxwaza navenda giştî pêk hat. Di şeva dawî de gotin, 'tuyê li dij dernekeve' û bi vî rengî namzetbûyîna min pêk hat. Bi vî rengî ketim nava siyasetê. Di nava siyasetê de bêyî li cih û wezîfeyekê bifikirim, min her tim xwest tevkariyekê bikim. Di dema hilbijartinên herêmî de bi şev û roj bi mêran re xebitîm. Bi Şaredar re jî xebitîm. Di nav avê demê de min ti carî gotina 'Hûn jin xwe vegirin, ev kar ne li gorî we ye' nebihîst. Li her derê em hatin qebûlkirin. Yên ku digotin 'xebata we gelekî serketî ye' piştî ku hilbijartin qediya, helwesta xwe guherandin. Bêguman Şaredar wê bi kesên dixwaze re bixebite. Ez li hemberî vê dernakevim. Lê belê pirsgirêk ew e ku vê yekê bi gotina 'Karkirina bi jinê re li gorî ol ne rast e, li gorî urfan ne rast e' anî ziman. Şaredar di civîna destpêkê de bi vî rengî got ku ew ê bi jinan re nexebite."

Ertûgrûl anî ziman ku di dema hilbijartinê de ti pirsgirêk tinebû, lê belê kengî jin derketin pêş û hebûna xwe bêhtir nîşan da, rabûn ol bi kar anîn û pirsgirêk derxistin.

Ertûgrûl diyar kir ku li hemberî nêzîkatiyeke bi vî rengî ew ketiye nava hesteke 'hatim bikaranîn' û got, "Eger ji dil bûna, nêrîna xwe ji min re bigotina, min ê bigota 'ev nêrîna wan e' û qebûl bikira. Lê belê di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de negotin. Pirsgirêk jî ev e; Dema pêwîstî pê hebe tu yê jinê bi kar bîne, dema kar jî qediya tu yê wê deyne aliyekî. Tiştekî bi vî rengî nabe. Ji xwe rojek piştre min yekser îstifa kir."

Ertûgrûl ragihand ku her çend malbata wê xwedî nêrîna 'Mîllî Goruş' be jî, di nava malbatê de ferdên welatparêz gelek in û anî ziman, ku dema biryar daye tevlî nava refên HDP'ê bibe, ew bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin.

BANGA VEGERA LI MASEYA ÇARESERIYÊ

Der barê rê û rêbazên bidawîbûna şer de Ertûgrûl got, "Ji bo pêkanîna sîstema dewletê mirovan dikujin, bajaran talan dikin. Lê belê wê êdî serê xwe bixin nava lepên xwe û qebûl bikin ku ev kar ne bi vî rengî ye. Dema faşîzm û şovenîzma nava xwe terikandin û weke mirovan nêzî mijarê bûn, hingî wê pirsgirêkê bi hêsanî çareser bikin. Meseleya rojekê ye. Rêya wê jî; tu yê li dora maseya çareseriyê rûnê û li daxwazan guhdarî bike. Daxwaz ji xwe li holê ne. Kesek daxwaza welatekî, cihêbûna welêt nake. Em mafê wekhev ê welatîbûnê dixwazin. Ya ku tê xwestin jî ji xwe di xaleke destûra bingehîn de heye. Ya ku bêhiqûqiyê dike, partiya vê sîstemê bi xwe ye."

Ertûgrûl diyar kir ku ew ne bawer e, AKP xwedî niyeta çareseriya pirsgirêka Kurd e û destnîşan kir, ku ji bilî HDP'ê ti partî naxwaze vê pirsgirêkê çareser bike.

Ertûgrûl got, "Eger bi rastî jî dixwazin ev mijar biqede, divê xwe bigihînin dilan, wijdanan. Rêya bidawîbûna şer, avakirina maseya muzakereyê û axaftin e."

Ertûgrûl di dawiya axaftina xwe de got, "Karekî ku tesîrê li ruhê min neke, ez nakim. Lewma li vê derê min xwe bi xwe dît. HDP'ê xwe gihand ruhê min, mejiyê min. Ez xwe dijîn. Ferzkirin nîne. Xwe bi awayê herî baş bilêv dikim."