Namzeta HDP'ê ya karker: HDP wê Sêwasê biguherîne

Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Sêwasê Mevlude Acar, di jiyana xwe ya ji zîndana Amedê ya 12'ê îlonê heta xwepêşandanên korsan ên li kolanên Stenbolê, ji rêveberiya Tekstîl-Senê heta karkeriyê de, niha namzeta parlamenteriyê ye.

Mevluda Acar ku ji bo li Şaredariyê weke 'xebatkara paqijiyê ya demkî' bixebite çû Sêwasê, bû namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê. Acar a ji Sêwasê ye dibêje, "Sêwas bajarekî birîndar e ku pêwîstiya wê bi guhertinê heye. Merhema wê birînê jî HDP ye."

Mevlude Acar ku di çalakiyên li Stenbolê de gelek caran bala min dikşand, ji dokûmantera "Rûyên Jinê yên Îlonê" ya Ayben Altûnç hîn bûm ku yek ji jinên di dema 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê hatiye ragirtin. Di dokûmanterê de, ya ku rejîmê anî serê xwe û serê mûxalîfan dihat vegotin. Acar jî di nava vê zext û zordariyê de weke jineke ku zilmê nekarî serî lê bitewîne, disekinî. Dûre di civîna HDP'ê ya danasîna namzetan a li Enqereyê de, weke namzeta Sêwasê derket ser dikê. Bi heman biryardariyê li ser dikê gel silav kir.

YEK JI JINÊN JIYANA WÊ BI TÊKOŞÎNÊ DEWAM BÛYE; MEVLUDE ACAR

Di navber salên 1980-84'an de li Mêrdînê xwend. Di sala 1984'an de li Sêwasê hat binçavkirin û girtin. Mîna bi hezaran mirovan, ew birin Girtîgeha Leşkerî ya Amedê. Heta sala 1990'î li vê girtîgehê hat ragirtin. Dema qala wê demê dike dibêje, "Bi Sakîne Cansiz re di heman demê de em man". Diyare ji ber Cansiz nas kiriye kêfxweş e. Piştî darizandina bi salan biryara "beraatê" der heqê wê de hat dayîn. Lê belê wê 6 salên emrê xwe di zîndana Amedê de derbas kir.

Piştî ku ji girtîgehê derket li Stenbolê bicih bû. ji bo rojên li Stenbolê dibêje, "Ji çalakiyên demokratîk heta yên korsan, ji meydanan heta kolanan di hemû çalakî û xwepêşandanan de min cih girt. Ji ÎHD'ê heta DEP'ê, HADEP'ê di nava hemû saziyên siyasî de min cih girt. Li derveyî têkoşîna kedê jî nemam. Minb wezîfeya rêveberiya navenda giştî ya Tekstîl-Sen'ê kir."

Li gel xebatên xwe yên li Stenbolê, yek ji 500 delegeyên civîna destpêkê ya Kongreya Civaka Demokratîk bû.

Ne tenê li qada têkoşîna siyasî, aşkera ye di "têkoşîna jiyanê" de jî yekane sparteya wê keda wê ye. Bi eslê xwe ji Sêwasê ye lê belê beriya namzetiya xwe çû Sêwasê. Sedema wê jî ew e, ku bi rêya ÎŞKÛR'ê li Şaredariya Sêwasê karê demkî yê paqijiyê dît. Îro wê ji aliyekî ve weke namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê xebatên hilbijartinê bimeşîne, li aliyê din jî li şaredariyê weke karkera apqijiyê kar bike.

Mevlude Acar bi coşeke mezin baweriya xwe ya înşakirina HDP'ê li Sêwasê tîne ziman: "Sêwas ji bo min gelekî girîng e. Min êşên xwe yên herî mezin, kêfxweşiyên xwe yên herî mezin li Sêwasê jiya. Li kolanên Sêwasê bi porêmin ve girtin, li erdê kaş kirin û bi vî rengî min kirin binçavan û girtin."

'EZ DIXWAZIM DI NAVA VÊ GUHERÎN Û VEGUHERÎNÊ DE HEBIM'

Ji bo pirsa "Çima HDP?" vê bersiva balkêş dike: "HDP saziyeke ku hemû çalakî û destketiyên şoreşgerî yên heta niha derketine holê, lê kom bûne. Saziyeke ku hemûyan temsîl dike. Lewma min jî temsîl dike. Cihekî ku keda min jî lê heye. Ji ber vê yekê min xwest li nava HDP'ê bim. Min xwest di nava vê guherîn û veguherîna ku 30-40 sal in em ji bo wê kedê didin, cih bigirim. Sêwas ji bo min cihekî birîndar e. Sêwas ji bo min bajarekî pêwîstiya xwe bi guherîn û veguherînê heye."

Sêwas yek ji bajarên ku ji aliyê qada kar ve ji bo HDP'ê xwedî zehmetiyan e. Haya Mevlude Acar ji vê heye û tevê vê jî destnîşan dike ku pêwîstiya Sêwasê bi guherînê heye. Acar dibêje: "Li Sêwasê her nefesa em bigirin, her ava em biavêjin zehmet e. Lê belê ez dixwazim ku heta roja îro me hemû zehmetî derbas kirine û meşa xwe dewam kirin. Em dikarin zehmetiya li Sêwasê jî ji holê rakin. Zehmetî di heman demê de avantaj e. Ji ber ku her kesî berdêla wê daye, her kesî êş kişandiye. Di hişê her kesî de lêgerîneke derketina ji vê rewşê heye. Eger em rêya derketinê nîşan bidin, em ê bi ser bikevin."

'MERHEMA BIRÎNÊN SÊWASÊ HDP YE'

Acar diyar kir ku li Sêwasê guhertin pêkane û got, "Ti tişt ji alternatîfeke bi tenê pêk nayê. Problemeke matematîkê bi xwe jî xwedî gelek çareseriyane. Di siyasetê de jî di jiyanê de jî gelek rêyên çareseriyê hene. Eger nêzîkatiya yek alternatîf were terikandin, li Sêwasê wê her tişt biguhere. Bi guhertina Sêwasê re wê rêveçûna giştî ya welatê me jî biguhere. Ji ber ku yek ji nuqteyên qels e. Lê belê nuqteya ku herî zêde dikare qezenç bike ye. Ji bo min bajarekî birîndar e. Merhema wan birînan jî HDP ye."

...