Namzeta HDP'ê Başaran: Yekane partiya dikare li hember AKP'ê bisekine HDP ye
Namzeta HDP'ê ya Êlihê ya Rêza 3. Başaran bal kişand ser kêmbûna hêza AKP'ê û got, "Yekane partiya dikare pêşî li AKP'ê bigire HDP ye. Başaran destnîşan kir, ku ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriyê divê HDP li Meclîsê be.
Ferhat Arslan
Êlih / ANF
pêncşem, 16 avrêlê 2015, 09:11
Namzeta HDP'ê ya Êlihê ya Rêza 3. Başaran bal kişand ser kêmbûna hêza AKP'ê û got, "Yekane partiya dikare pêşî li AKP'ê bigire HDP ye. Başaran destnîşan kir, ku ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriyê divê HDP li Meclîsê be.
Namzeta HDP'ê ya Êlihê ya Rêza 3. Ayşe Acar Başaran, pêvajoya hilbijartinê ji ANF'ê re nirxand...
BAVÊ WÊ DI 93'AN DE HAT QETILKIRIN, NIHA LI SER DOSYAYÊN WINDAHIYAN DIXEBITE
Dibe ku hilbijêr hemû we nas nekin. Hûn dikarin di destpêkê de xwe bidin naskirin?
Di sala 1985'an de li Êlihê ji dayik bûm. Ji malbata 4 zarokan ya duyemîn im. Zewicî me. Bavê min Abdûrrahman Acar -Bozı- di salên 90'î de ji ber ku xebatên partiyê dimeşand, di sala 1993'an de ji aliyê dewleta kûr/Hîzbûllahê ve hat qetilkirin. Piştî ku bavê min hat qetilkirin, diya min di nava partiyê de cih girt û min jî di 9-10 saliya xwe de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Min dibistanên seretayî, navîn û lîse li Êlihê temam kir. Di sala 2010'an de ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha 9 Eylul'ê mezûn bûm û vegeriyam Êlihê. Ev 4 sal in li Baroya Êlihê parêzeriyê dikim. Di jiyana xwe ya pişeyî de min hewl da li ser dosyayên cihêkariya li hemberî jinê, kuştin/windahiyên kiryar ne diyar, bixebitim. Di salên 2013-2014'an de rêveberiya bajêr a BDP'ê kir û di Meclîsa Jinê ya BDP'ê de min cih girt. Hînê delegeyeke KJA'yê me.
'JI BO GELÊN ROJHILATA NAVÎN Û PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DIVÊ HDP LI MECLÎSÊ BE'
Îdîaya we ya di namzetiya li nava HDP'ê de çi ye?
HDP projeya jiyana nû ye. Weke jinekê, weke zarokeke kuştina kiryar nediyar, weke jineke ciwan a li derveyî sîstemê hatiye hiştin, ji bo tevkariyê li têkoşîna rêhevalên xwe bikim, bûm namzet. Projeya HDP'ê projeya jiyana nû ye. Derbasbûna HDP'ê ji bendê, ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê wê ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê şoreşek be. Dema ji aliyê Kurdistanê ve were nirxandin, ji bo pêvajoya çareseriyê bi selametî bimeşe divê HDP li Meclîsê be. Her wiha yekane partiya karibe li dijî feraseta avakirina rejîma dîkta ya hikûmeta AKP'ê bisekine, HDP ye.
Dema behsa salên 90'î yên bajarê Êlihê were kirin, kuştinên kiryar nediyar di destpêkê de tê hişê mirovan. Hûn jî ferdeke malbatên wê demê ne. Der barê vê mijarê de weke hiqûqnasekê wê xebateke we hebe?
Di dema parêzeriya xwe de min hewl da hin xebatên li ser kuştinên kiryar nediyar bimeşînim. Lê belê kuştinên kiryar nediyar ne mijareke ku bi tenê ji aliyê hiqûqî ve were çareserkirin. Kuştinên kiryar nediyar polîtîkayeke qirkirinê ye ku xwedî bingeheke siyasî ye, ji aliyê dewleta kûr ve hatiye plankirin û li hemberî Kurdan hatiye meşandin. Gelek kesên di nava rêxistinbûyînên kûr ên dewletê de cih girtin, li gelek bûyeran mukur hatin. Rêya herî rast a çareseriya vê, avakirina Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan e. Her çend ji bo avakirina komîsyonê pêşniyar hatibin kirin jî ev pêşniyar her carê hatiye redkirin. Di mînakên cîhanê de, li ser kuştinên kiryar nediyar komîsyonên hatine avakirin hene. Pêwîste di dema herî nêz de ev komîsyon were avakirin. Di rewşeke berevajî de kuştinên kiryar nediyar wê weke deqeke reş li dîroka Tirkiyeyê bimîne. Di nava hedefên me de xebateke bi vî rengî heye.
'AKP JINÊ BI TENÊ BI RÊYA MALBATÊ PÊNASE DIKE'
Li hemberî zîhniyetê li Rojhilata Navîn ê jinê tine dihesibîne, têkoşîna jinê ya di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de cih digire, îro bala tevahiya cîhanê dikşîne, mînakdar tê dîtin. Siyaseta legal ji vê destketiyê sûdê werdigire?
Cihê jinan ê di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de nedihat nîqaşkirin. Lê belê mîna ku we bilêv kirin di têkoşîna Rojava, Kobanê û Şengalê de tevgera jinê ev hêza xwe nîşanî tevahiya cîhanê da. Yek ji kevirên meheng ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, şoreşa jinên Kurd a li qada legal e. Di siyaseta Tirkiyeyê de bi taybetî di nava hikûmeta AKP'ê de jin bi tenê bi rewşa li nava malbatê tê pênasekirin. Têkoşîna Azadiya Kurd bi paradîgmaya azadiya jinê re tevdigere. Ne kotaya jinê, kotaya zayendê bicih tîne. Berevajî partiyên din, temsîliyeta wekhev esas digire.
Li Êlihê HDP'ê namzetên jin-mêr weke hev nîşan da. Partiyên sîstemê antî propaganda vê jî kirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Projeya HDP'ê hemû derdoran di nava xwe de vedihewîne. Partiyên sîstemê bi taybetî jî hikûmeta AKP'ê dixwaze jinê di nava malbatê de hepis bike. Partiyên sîstemê îdîa dikin ku divê bi tenê mêr û hin kesên ji emrekî û pê ve dikarin siyasetê bikin. Di hikûmeta heyî de di nava desteya wezîran de bi tenê jinek heye, ew jî ji malbatê berpirsyar hatiye nîşandan. Li hemberî vî mejiyê yekparêz divê gelê me di sindoqê de bersiva pêwîst bide. Hemû derdorên li derveyî xeleka zîhniyetê yekparêz hatine hiştin, wê vê xelekê bişikenînin.
'DESTEKA JI BO AKP'Ê KÊM DIBE'
HDP dixwaze ji Êlihê 4 parlamenteran derxîne, AKP jî li nava bajêr tevlîheviyê dijî...
Tevlîheviya di nava AKP'ê de rewşeke dihat payîn bû, ji xwe derbasbûna HDP'ê ji bendê û derxistina 4 parlamenteran ji aliyê HDP'ê ve weke rewşeke misoger dihat dîtin. Helwesta êrîşkar û hewldanên afirandina provokasyonê yên demên dawî yên AKP'ê, pêwendiya xwe bi vê ve heye. Dema ev hemû bi hev re werin nirxandin, wê were dîtin ku AKP ji aliyê psîkolojîk ve hilweşiya ye û desteka xwe winda dike.
Piştî daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê yên destek didan êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, welatiyên li Êlihê yên deng didan AKP'ê jî daketibûn kolanan û ev rewş protesto kiribûn. Di hilbijartinan de gel wê bersiva pêwîst bide partiyên sîstemê?
Komkujî û zilma DAIŞ'ê li Kobanê û Şengalê kir, her kes êşand. Hikûmeta AKP'ê ku bi daxuyaniyên xwe re destek da vê zilmê, herî zêde di vê demê de winda kir. AKP a ku bi gotina mazlûman derket holê, ji aliyê her kesên xwedî wijdan ve hat dîtin ku ji aliyê cewherî ve AKP ne alîgirê mazlûman e. Bi dîtina me her kesên xwedî wijdan wê di sindoqê de bersiva pêwîst bide helwesta AKP'ê ya alîgiriya zaliman dike.
'BERNAMZET JÎ DI NAVA XEBATÊ DE CIH DIGIRIN'
Xebatên we yên hilbijartinê di kîjan astê de ne? Bernamzetên cihê xwe di lîsteyê de negirtin, gelo ew jî beşdarî xebatên we dibin?
Me bi ziyaretkirina kedkarên çapemeniyê ku parçeyekî girîng ê projeya me ya jiyana nû ye, dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kirin. Li gorî bernameya partiya me diyar bike, wê xebatên me bimeşin. Xala herî girîng a me ji partiyên din ên sîstemê cihê dike ew e ku hevalên me yên nebûne namzet bi ti awayî ji xebatê dûr nakevin û yekser tê de cih digirin. Hevalên me yên bernamzet ji ber ku hevalên rêxistinbûyî û têkoşîna azadiyê ya Kurd nas dikin e, anîn ziman ku di her xebatê de ew ê li cem wan cih bigirin.