Nakba di salvegera 69’emîn de nehate jibîrkirin
Însîyatîfa Ji bo Filîstînê Boykota li ser Îsraîlê (BDS) di salvegera 69’emîn de ya ku dewleta Îsraîlê dest daniye ser axa Fîlîstînê, li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê çalakiyek lidarxist.
Însîyatîfa Ji bo Filîstînê Boykota li ser Îsraîlê (BDS) di salvegera 69’emîn de ya ku dewleta Îsraîlê dest daniye ser axa Fîlîstînê, li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê çalakiyek lidarxist.
Endamên BDS’ê bi wesîleya salvegera 69’emîn a Nakbayê meşiyan Konsolosxaneya Îsraîlê. Di meşê de girseyê alayên Filîstînê hildan û dovîzên “Wê gelê Filîstînê vegerin axa xwe”, “DYE ya kujer ji Filîstînê derkeve” vekirin û sloganên “Gelê Filîstînê ne bi tenê ye”, “DYE ji Rojhilata Navîn derkeve” hat berzkirin.
‘TÊKILIYÊN SIYASÎ YÊN BI ÎSRAÎLÊ NAKBAYÊ XURTTIR DIKE’
Li ser navê BDS’ê Mucahît Yildirim daxuyanî xwend û diyar kir ku 15’ê Gulanê roja avabûna Îsraîlê ye û got, “Hikumeta AKP’ê dixwaze gaza xwezayî ya Filîstînê bikire û ji bo vî tiştî hevdîtinên xwe didomîne. Di heman demê de Îsraîl dema çekan çêdike berê li ser gelê Filîstînê diceribîne” û banga boykotkirina Îsraîlê kir.
‘EV TÊKOŞÎN BI SEDAN SALAN BIDOME JÎ WÊ GELÊN FILÎSTÎNÊ VEGERIN AXA XWE’
Piştî daxuyaniyê Şîrîn El-Arac axivî û got, ev têkoşîn bi sedan salan bidome jî wê gelê Filîstînê vegere ser axa xwe û diyar kir ku hevsengên polîtîk îro vî tiştî asteng bike jî wê berxwedan û têkoşîn bidome.