Nahêlin ku nûçegihan parêzerên xwe bibînin

Nahêlin ku nûçegihanên binçavkirî parêzerên xwe bibînin. Qedeya parêzeran a ji bo 5 rojên pêşî yên binçavkirinê li gel ku bi BHQ ya 2. rabûye jî dozger ’Hiqûqa Rewşa Awarte’’ jî bi cih naîne.

Nûçegihanên bi sedema ku agahiyên e-maîlên Wezîrê Enerjiyê û zavayê Erdogan Berat Albayrak parve kirin, hatin binçavkirin, nikarin parêzerên xwe bibînin.

Parêzera Derya Okatan ku Midûra Berpirs a ETHA’yê bû, Gulhan Kaya diyar kir ku wan îtîraz li biryara dozger a sînordarkirinê kirin.

Kaya wiha got: ’’Di biryarnameya dawî de, sînordarkirina rojekê heye û ji bo sînordarkirinê biryara dadgeh hewce ye. Lê di lêpirsîna miwekîlê min de, dozger biryara sînordarkirina 5 rojan dide. Li gorî biryarnameya di hikmê qanûnan de ya pêşî diçe. Lê bi biryarnameya bi hêjmara 676’an hevdîtina bi parêzeran re hate nûkirin û dozgerî wê biryarê bi cih naîne.’’

Parzer Gulhan Kaya diyar kir astengkirina hevdîtina bi miwekîlên xwe re ne hiqûqî ye, wan îtîraz li vê biryarê kirine û got ’’Hiha em li benda encamê ne.’’

Nûçegihan Derya Oktan, Midûrê Nûçeyan ê DÎHA’yê Omer Çelîk, nûçegihanê DÎHA’yê Metîn Yuce, edîtorê berê yê Dîkenê Tunca Ogreten, xebatkarê Bîrgunê Mahîr Kanat û Midûrê Nivêsê yê Rojnameya Yolculukê Eray Saygin hatibûn binçavkirin.

Nûçegihan li Şaxa Sûcên Organîze ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê têne girtin.