Nadirov: Divê partiyên Kurd li dora fikrên Ocalan kom bibin

Nadirov: Divê partiyên Kurd li dora fikrên Ocalan kom bibin

Ev demek dirêj e di warê lêkolînên petrol û kîmyayê de bi xebatên xwe de pisporê petrol-kîmya yê Kurd zanyar Prof. Dr. Nadir Nadirov gelek caran îmze avêtiye nûvebûnên nû. Zanyarê Kurd Nadir Nadirov bi dîtinên xwe yên di qada petrol û kîmyayê de zanyarê herî xurt yê sedsala 20’an hat hilbijartin. Zanyar 81 salî di nav Civata Dewletên Serbixwe de  di nav qada pisporê herî mezin de cihê xwe digire.Nadirov dibêje: "Armanca partiyên Kurdan hemû yek e. Hemû dixwazin azadî û bextewariya gelê xwe bibînin. Ji bo vê jî ya herî girîng yekbûn e. Pêwîste partiyê Kurd li dora fikir û nerînên Ocalan kom bibin. Ji ber ku Ocalan ne ji bo perçeyekî Kurdistanê tene ji bo hemû Kurdantekoşînê dide meşandin. Ger di nav Kurdanev pêş bikeve dê serkeftin ya Kurdan be."

Heya niha Nadirov, li ser mijara petrol û kîmyayê 8 pirtûk, 750 nîvîsên zanyarî, 28 monografî, îmze avêtiye 260 dîtinên zanyarî. Pirtûka Zanyar ya bi navê “Petrol û Gazaxwezayî a Qezekistanê” di sala 1996’an de xelata pirtûka herî baş girt. Li ser pêşveçûnên siyasî li heremû cihanê, bandora petrolê li ser siyasete, bangewaziya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 21’ê Adarê de li Amadê de kir û li ser gelek mijarê din ji ANF re axivî.

-Hûn di 5 saliya xwe de bûn penaber. We li welatê xerîbiyê xwend û gelek serkeftinên mezin bi dest xist. Li gor we di navbera rewşa Kurdan li Qezekistanê û Kurdistanê de çi cewazî heye? Kurdli  gor tê xwestin xwe li vir dikarin îfade bikin an na?

Em di sala 1937’an de ji Ermenîstanê surgunî Qezekistanê hatin kirin. Ji bo em li welatê xerîbiyê tine bibin bêmaf û bê xwedî bimînin û bimirin hatin sûrgunkirin. Lê em Kurd xwedî li nasname, çand, dîrok û rûmeta xwe derketin. Ji ber vê yekê îro li Qezekistanê em xwedî maf in, em bi zimanê xwe dixwînin û li gor çanda xwe em dikarin tevbigerin. Ger derfetên me hebin em dikarin dibistanê xwe heya zakoyê xwe jî vekin. Ev yek ji bo me derfetekî mezin e. Lê mixabin bav û kalê me dost û xizmên me li welatê xwe li ser axa xwe man. Lê îro ew nikarin bi zimanê xwe bixwînin û biaxivin. Dewletên desthilatdar nahêlin Kurd bi çand û zimanê xwe ve jiyana xwe berdewam bikin. Cara yekê dama min Serokê Ocalan dît ji min re tiştek got; “li Sovyetê Kurd hemû dizanin zimanê Rûsî biaxivin.” Min jê re got rast e giştî bi zimanê Kurdî û zimanê Rûsî dizanin. Ev di serê min de bû pirs min jê pirs kir “we çima ev ji min pirs kir” Ocalan bersiv da û got: “ji ber Kurdên me yê li Bakûr ne Kurdî ne jî bi Tirkî dizanin.” Ez şaş mam min got “ka mafê Kurdan. Ocalan ev mesele ji min re hinek vekir dirêj dirêj bi min da famkirin. Tiştê herî di bala min de maye qedexeya li ser ziman bû. Wê demê Ocalan digot: “Tirkan zimanê me qedexe kiriye li gor wan di Tirkiyeyê de yek ziman heye û ew zimanê jî zimanê Tirkî ye. Kurd bi Tirkî nizanin ji ber ku zimanê wan jî qedexe ye ferî zimanê xwe jî nabin.” Ez bi vê pir bandor bûm di vê sedsalê de nîqaşkirina van tiştan jî li gor min tiştekî pir eyb e. Piştî demekê ji bo ez hinek mirovê xwe nasbikin çûm Tirkiyeyê. Ez navê bav û mamê wan dizanim. Min pirs dikir lê bi wî navî kes tine bû. Ji ber ku Tirkan navê kerkesî jî li gor xwe daye guhertin û navê xwe li wan kiriye. Bi vê yekê dîrok û çanda wan dide wendakirin. Ez Nadîrov im û ez baş dizanim jî kurmamê min li wir mane lê bi vî navî kes nîne. Navê herkesî hatiye guhertin. Îro Ocalan û hereketa Kurd xwedî li nirxê gelê Kurd derdikeve û nahêle bê wenda kirin.

KURD BI GOTINA OCALAN DIKIN

-Piştî bangawaziya Ocalan ku 21 Adarê li Amedê kir,  KCK ‘ê destpêkê agirbest îlan kir û piştre biryara 8’ê Gulanê vekişandinê da hêzên gêrîla da, hûn vê biryarê ji bo destpêkeke nû çawa dinirxînîn?

Di sala 1999’an de dema Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan hat girtin. Hêzên deshilatdar gotin “me terorîstê herî mezin girt” lê cîhanê hemû dît Abdulla Ocalan ne terorîst e, welatparêzê gelê Kurd e. Ji bo Kurd xwedî li çand, ziman, dîrok û rûmeta xwe derketin tekoşînê dide meşandin. Raste Ocalan di bangewaziya xwe de ji bo şer bê sekinandin bangewazî dike. Dû maneyên vê bangewaziyê heye. Ya yekê ewe ku Ocalan ne terorîste ew dixwaze bi riya diyalog û biratiyêev pirsgêrêk bê çareserkirin. Ya dûyem jî, herkesî baş dît ku gelê Kurd yên herçar parçeyên Kurdistanê bi gotina Ocalan dikin. Gotinên Ocalan guhdar dikin û lipêy Ocalanin.  Ji ber vê yekê Kovara Tîme Abdullah Ocalan xistlîsteya 100 kesên herî bi bandor ya cîhanê. Ger gel li pêy wî neba û bi gotinên wî guhdar nekiribana nediket vê lîstê jî. Dewletên ku dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin pêwîste guhbidin gotinên Ocalan. Ji ber ku gel lipêy Ocalane. Terorîst kiye, ji kê re dibêjin terorîst, kesên ku mirovê bêguneh bikûje karê bêaxlet bike û bidarê zorê xirabiyê bike ji wan tê gotin terorîst. Mînak di van rojên dawî li Amerîkayê bajarê Bostonê teqînek rûda ew çalakiyek terorî bû. Ji ber ku kesên di teqînê de hatin kuştin hemû kesên medenî û bê guneh bû. Lê Kurdan heya niha çalakiyê bi vî rengî nekirine. Ji bo xwe biparêze li hemberî leşkera çalakî kirin ne terorîsbûyîne. Ev jî dide diyarkirin ku Kurd ne terorîst in bi taybet ji Ocalan.

DEMOKRASÎ NEBE, GEL ÇAWA WÎ KIRIYE DESHILATDAR DIKARE WÎ DI WIR DAXE JÎ

-Tevgera Azadiya gelê Kurdistanê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn rû didin diyar dike ku çavkaniya xwe ji netew-dewletê digire, ji bo çareseriyê jî rêbaza demokratîk û azadîxwaz dide pêş. Ev nêzîkatî ji bo pirsgirêka Kurdên ku li  Civata Dewletên Serbixwe (CDS) dijîn, dê bibe çareserî? Hûn çawa dibînin?

Zihniyeta netew-dewlet wek baranê biharêye. Çawa biharê ji nişka ve baran dibare û lehî radibe hertiştî dide berxwe û xira dike. Netew-dewlet jî wisa ye. Ji bo berjewendiyê xwe çi dikeve ber wê xira dike. Ev yek bandora xwe li ser Kurdan jî heye. Ji ber ku netew-dewlet di nav sîronê xwe de ti kesî ji xwe mezintir û mafdartir nabînin. Li gor zihniyeta wan netewên din ji bo xulamtiya wan hene. Ger di welat de demokrasî azadî pêş bikeve wê demê Kurd jî dibin xwedî maf. Badora xwe dê li ser hemû Kurdancîhane bike. Pirsgirêka Kurdên me yê li Civaka Dewletên Serbixwe dijîn ew e ku çanda xwe ji bîr kirine. Niha mafê ku em bikarin çanda xwe pêş bibin heye lê ji ber em ev demek dirêje hatina vir ciwanên me çanda me baş nizanin. Lê ger îro di welat de mafek bê bidesxistin wê demê bi alîkariya wan em jî dikarin li vir çanda xwe pêş bixin. Wê demê em dikarin hîn xurtir xwedî li çanda û dîroka xwe derkevin. Cîhan tê guhertin ger neyê guhertin wê mirovahî wenda bike. Mînak kê bawer dikir ku welatê Efrîka azad bibin. Kê bawer dikir ku li hin welatê Ereban rejim têk biçe û demokrasî bê rûniştandin. Kê bawer dikir ku Tirk û Kurd bi hev re rûnên. Tirkan hîn ji dema Ataturk ve digotin yek al, yek ol û yek ziman. Bi saya tekoşîna Kurdanmaf û zimanê gelên din jî qebûl kirin.  Ger dewleta Tirkiyeyê jî xwe neguhere û di warê demokrasiyê de hin gava naavêje ewê jî bê rûxandin. Pêwîst e dewletên Asyanavîn jî vê baş fam bikin ku ger ew jî ji gelê xwe re ne baş bin û mafê gel nedin dê gel li hemberî wan jî serî rake. Ji ber ku dema yek dibe deshilatdar gel wî dike deshilatdar ji ber xwe ve kes nabe deshilatdar. Lê pêwîste deshilatdar jî di çerçoveya demokrasîyê de tevbigerin. Ger demokrasî nebe, gel çawa wî kiriye deshilatdar dikare wî di wir daxe jî.

PETROLA KURDISTANÊ

-Wek tê zanîn Kurdistan di çavkaniyên xwe yên ser erd û bin erd de dewlemende, bandorên vê yên erênî û nerênî çine?, Polîtîkayên aboriyê yên hêzên weke Rûsya, DYA û YE li ser vê çîne, bandoriyên vê li ser rojeva siyasî û aborî çi ne?

Dewlemendiya ser erd û bin erd ya Kurdistanê şabûn û serfiraziya Kurdan e. Ji alyêdin ve jî ev belengaziya Kurdan dide nîşan didan. Di dîrokê gelek welatan ji bo petrola Kurdistanê bi hev re şer kiriye. Her welatê ku hatiye Kurdistanê di destê xwe girtiye Kurd jî kiriye xulamê xwe. Tiştê ku xwedê daye me bi alîkariya me hin kesên din dixwin û xwe pê dewlemend dikin. Di van salên dawî de kêm be jî hinek ev hatiye guhertin. Başûrê Kurdistanê niha otonomiya xwe bi dest xistiye. Bi zimanê xwe diaxive û li gor Kurdbûna xwe dijîn. Tiştê balkêş ew e ku îro dewleta Tirk bi Başûrê Kurdistanê re dostaniyê dike.  Dibe petrola û gaza xwe bifroşe min. Lê dema dibêjin Kurdistan Tirk dibêjin an na Kurdistan nîne otonomiya Iraqe heye. Tirk di meseleya Sûriyeyê de heya ku Kurd nebûn xwe hêz û maf bê hevsengî bû. Lê pîştî dît Kurd bûne xwedî maf got ez vê qebûl nakim û ket nav şer bû alî. Amerîka jî baş dizane heya dostaniya xwe bi Kurdan re çêneke nikare petrola Iraqê derxe. Gelek dewlet di mijara petrolê de li demokrasî, mirovahî, ehlaq û edalatê nanere ew li berjewendiyê xwe dinêre. Dewleta petrola Kurdan dibir lê ka Kurd di çi halî de ye, komkujî bi ser Kurdan tê kirin, Kurd hejar û feqîr mane, Kurd bêziman û bêçand mene, ev ne xema wan bûye. Derdê wan petrol bûye. Petrol dibin û li pişt xwe nanêrin. Niha heman tişt li Sûriyeyê tê kirin. Ji ber vê yekê gel ewqas hejar maye. Dewleta Sûriyeyê xirabûye kes nemaye. Belkî hûn jî dibînin bajarê dîrokî hemû hatina bombebarankirin û wêran kirin. Lê ji ber ku yê li ser deshilatdarê li gor berjewendiyê hin dewleta tevdire kes dengê xwe jê re nake. Serokê Sûriyeyê ve yekê baş dîbîne dibêje cihê min başe û xweşe gel qirdibe bajar xiradibin bila bibe. Pêwîste rejîm ne li gor berjewendiyê we li gor berjewendiye geltevbigerin. Ger gel biser dikeve, halê gel xwe dibe, gel şad dibe, demokrasî pêşdikeve û aramî di welat heye wê demê deshilatdar karê baş dike. Rejima ne li gor berjewendiyê gel tevdigere mahkûmê wendakirinê ye.

- Du sal zêdetire li Sûriyeyê şer heye û heya niha rejim neketiye sedemên wê yên aborî û siyasî çi ne, ? Rewşa Kurdan li vê parçeyê çawa dinirxînin?

Ez çend caran çûm Sûriyeyê û min gelê me yê wir dît. Beriya niha mafê Kurdan li Sûriyeyê nebû. 200 hezar Kurd bê nasname dijiyan û nehemwelatiyê Sûriyeyê bûn. Dê û bavê wan ji wirin bav û kalên wan bi hezar salan li jiyane lê  ew bênasnamene biyanî tên dîtin. Gelek Kurdên me yê Rojava newêrîbûn bigotina em Kurdin. Dema ez çûm Sûriyeyê li Şamê û Helebê ez bi hevalên re bi Kurdî diaxifîn yek nêzîkî me bû got “hûn bi çi zimanî axivin” min jê re got em bi kurdî diaxifin. Ji me re got “pîrka min û kalkê min jî Kurd bûn” newêre bêje ez jî Kurd im dibêje pîrîk û kalkê min Kurd e. Ev çend salên dawî li Sûrî hinek rewş hatiye guhertin. Îro li hemberî Esad gelek hêz hene ku şer dikin. Kurdan xwe neda aliyê ti kesî û ji bo berjewendiyê xwe di herema xwe de gelê xwe parast. Deskeftiyen xwe parastin. Esad jî bi vê yekê qayil bû. Zêde bi ser Kurdan nehat. Lê hêzên mixalif ev yek qebûl nekirin û nakin jî. Niha di navbera mixalifan û Kurdan de şer diqewimin. Pêwîste mirov vî şerî wisa bibîne, yê ev deskeftiyên Kurdan qebûl nakin ne hêzên mixalifin Tirkiye ye. Tirk naxwazin Kurd li heremê bibin xwe maf. Ji ber vê yekê ji bo hêzê mixalif li hember Kurdanşer bikin pişgirî dide wan. Di vî şerî de pirsgirêka Kurd Rûsya ne jî Îran eleqedar dike. Îran dibê rejîn şîiye ji ber vê yekê ez pişgirî dikim. Rûsya jî ji bo berjewendiyê xwe naxwaze rejima Sûriyeyê birûxe. Di mijarê wisa de kes li gel nafikire. Xeletiya herî mezin jî di vir deye. Îro hejarbûna gelê Sûrî ji bo Emerîqa û hêzên din ye mixalif başe ji ber ku gel çiqas hejar bibe ewqas li hember rejimê dikare şer bike. Ev jî tê karê wan. Le diyare Esad vê nabîne. Hîn welat xiranebûye pêwîste Esad ji vê riya xirab vegere.

DIVÊ MALIKÎ BÊ GUHERTIN

-Şerê li Rojhilata Navîn tê kirin, hin derdor dibêjin li derdora mezhebên Sunî û Şia çêdibe. Li gor we di demek kin de dê şerek mezin di navbera Şia û Suniyan derbikeve yan na? Rolê dewletên emperyalîst çiqas di vir de heye?

Di Rojhilatanavîn de Amerîa û Îngîliz her dem dewletekê pir nêzî xwe digrin. Tişta derdikeve holê ew e ku herdû hêz jî dixwazin ji niha şûn ve bi Kurdan re têkîliyê xwe xurt bikin gelo ev nêzîkatiyên wan stratejîke an taktîke ez ve nizanim. Lê tiştê derdikeve holê ewe ku îro her dû dewlet jî bi taybet Başûrê Kurdistanê diparêzin. Ji ber vê yekê li Iraqê di navbera şiî û suniyan de şer diqewimin lê zêde nikarin xwe nêzî Kurdan bikin. Iraq wek sê otonomiya hatiye parvekirin. Kurd aliyekî şiî li aliyekî sunî li aliyekî. Pêwîstiya wan di Iraqê de bi cihekî aram hebû cihê herî guncaw jî herema Kurdan e. Aramiya li vir heye bala herkesî dikişîne. Îro her welat baylozxana ve li Hewlerê vedike. Tirkiye jî vê dibîne. Nêzîkatiyê herdû dewleta ji bo KurdanTirkiyeyê nerehet dike. Tirkiye ji ber di NATO de ye ji bo pirsgirêka Kurd dikare ji herdû dewletan alîkarî bixwaze. Ji ber vê yekê her dû dewlet jî nikarin bêjin em alîkari nadin te. Di vê demê de nikarin Tirkiyeyê ji NATO derxin jî. Ji ber vê yekê dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin. Çareserkirina vê pirsgirêkê ji bo berjewendiyê wan başe. Heya Serokwezîrê Iraqê Nûrî Elmalîkî neyê guhertin dê di navbera şiî û sûniyan de şer berdewam bikin. Heya niha Malikî di gotin de negotiye otonomiya Kurdan yan jî ya sûniyan. Ev vê qebûl nake. Ji ber vê yekê nerihetî derdikevin. Ji aliyêdin ve Îran ji ber ku şîiye ew jî piştgirî dide Malikî. Şerê di navbera her dû mezheban de tê maşandin belkî li Iraqê yê lê di heremê de hemû şiî û sûnî di vî şerî de wek alî tevdigerin. Bes kes naxwaze ev şer derkeve derveyî Iraqê. Ger navbera mezheba derkeve derveyî Iraqê wê demê dê şer li belavî gelek welatê din jî bibe. Xeletiyê Malikî ne Kurd tenê şiî û sûnî jî fam dikin. Ji ber vê yekê ger ez ne şaşbim di van rojan de şiî sûnî ji bo li ser hin mijara li hev bikin kom bibûn. Ji ber ku ew jî dizanin bi vî şerî nagihêjin ti cihî. Ev yek ji bo Malikî xeter e. Yan dê Malikî di warê demokrasiyê de hin gavan bavêje yan jî ewê jî ji deshilatdariyê bikeve. Herkes dizane ku hevsengiya siyasî ya Iraqê bi saya Celal Talabanî dihat çêkirin. Lê ji ber nexweşiya xwe êdî niha nîne. Ji ber vê yekê Malîkî ji xwe re meydan vala dîtiye û çi dixwaze dike lê ev zêde dirêj nake dê wî bidin sekinandin.

-Ji hêla Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên siyasî bê çareserkirin pêvajoyek nû dest pê kir. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxinin, li gor we pêvajo wê badorek çawa li ser hevsengiyên siyasî çeke?

Bêguman ev riyek nû ye. Niha hemû cîhan di çerçoveya demoratsiyê de xwe diguherin. Lê pêwîste mirov bizanibe ku Ocalan ji bo çi des bi tekoşînê kir. Ji ber ku Kurd di warê dê û bavê xwe li ser axa xwe bê maf bûn. Ne zimanê wî, ne çanda wî, ne nasnameya wî û ne jî tiştekî wî yê bi Kurdî dihat qebûlkirin. Ocalan li hember vê neheqiê serî hilda. Ocalan dibêje çekan dema xwe tijî kiriye. Raste ji niha şûn ve êdî tekoşîn dê bi rêbazên demokratîk bê meşandin. Tirkiyeyê jî baş dizane ku ger di warê demokratîk de hin gava navêje ewê jî wek Iraqê yan jî Libyayê têk biçe. Ji ber vê yekê pêwîstiya wî jî bi gavekî wîsa heye. Demek dirêje Ocalan qala vê dike. Diyare heya niha rayedarên Tirk ji vê ne bawer bûn. Lê êdî wan jî ev famkiriye. Êdî gotinên Ocalan ne ji rêzê ne pêwîste ew baş bê famkirin. Mirovê ji rêzê nakevin lîsteya 100 kesên herî bi bandor ya cîhanê. Êdî ne Kurd tene gelek netewên din jî li Ocalan guhdar dikin û wî dişopînin. Tirk jî guh didin gotinên Ocalan ne bes Tirk têne Laz, Çerkez, Asûrî  û kêmnetewên din yê li Tirkiyeyê dijîn hemû gud didin wî. Gelek Tirk bi xwe dibêjin dê rojek were Ocalan bibe serokê Tirkiyeyê. Çima gel lê guhdar dike, ji ber ku ew ji bo berjewendiyên ji bo demokrasî pêşbikeve têdikoşe. Ji ber vê yekê gel li piştawîye û rêz didin gotên wî.

LI BAŞÛR XWARIN Û VEXWARIN JI TIRKIYE Û ÎRANÊ TÊN

-Hûn pisporê petrol kimyayê nin. Hûn herî zêde bi milê wê yê zanistî û Akademik ve mijûl dibin lê bêguman bandora petrolê ya li ser siyaseetê derdikeve pêş. Îro di pevçûnên li Rojhilatanavîn de gelo faktora sereke petrole yan jî sedemên din hene hûn vê çawa dinirxînin?

 Bêguman bandora petrolê li ser siyasetê heye. Niha li Başûrê Kurdistanê jî petrol derdikeve û firotin. Lê hîn Kurd negihaştine wê asta ku bi xwe karibin biryara dê petrolê bifroşin kê yanjî bi xwe petrolê ji hev derxin. Niha varîla petrola xav bi 114-15 dolaran e. Ger ev petrol ji hev bê derxistin û paqijkirin wê deme varîla petrolê dibe nêzî 300 dolar. Ji ber vê yekê hemû dewletên bi hêz dibêjin em dixwazin petrolê ji hev derxin. Petrol ji hev derxistin paqij kirin fêda xwe geleke. Ji berk u gelek tiştên din di nav petrolê de hene û ji bo gelek tiştên cûda tên bikaranîn. Ev jî wan dewlemend dike û bihêz dike. Ji ber vê yekê îro petrol wek amûrê herî xurt yê siyasetêye. Ger Kurd bikarin bi xwe petrolê paqij bikin dê gelek tiştan qezenç bikin. Ez çend çara çûm Başûrê Kurdistanê min hin tiş dîtin ez ecêp mam. Hemû tiştên xwarin û vexwarinê ji Îran û Tirkiyeyê tê. Ger Kurd bi saya petrolê tiştê xwe bi xwe çêneke dê herdem mûxtacî van dewleta be. Gelek erdê wan heye beyare. Dikarin van erdan şîn bikin û gelek tiştan biçînin. Di deh salan de Başûrê Kurdistanê pir hat guhertin. Ji feodalîzmî yekser derbasî kapîtalîzmê bû. Pêşveçûnek wîsa bil ez dê ji bo wan nebaş be. Pêşketin başe lê pêwîste li gor civaka xwe mirov hêdî û bizana pêş bikeve.

- We  di axaftinên xwe de got hûn çûne cem serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan. We kengî dît hûn çawa û ji bo çi çûbûn cem wî. Di wan hevdîtinan de tiştê ku herî di bala we de maye çi ye?

Ez di sala 1991’an de li ser daxwaza sekreterê partiya komînist a Kurd Remo Şêxo çûm Şamê. Wê demê serok Ocalan bihîstibû ez hatime Sûrî xwest em hev bibînin. Li Helebê me li malekê hev dît. Li ser pirsgirêka Kurd em dûr û dirêj axifîn. Li ser mafê Kurdan yên li sovyetê (wê demê Sovyet hîn belav nebibû) û Kurdên li Kurdistanê dijîn pirsê û nerînên me çêbûn. Ji min re got “ez dizanim ji bo beşdarî 2’yemîn Konferansa Kurdanbibe ji vir diçe Bonê. Di wê konferansê de tu dikare bêje ev konferans çi dide Kurdanbi Kurdançi dide qezençkirin.” Di vir de Oclan dixwe vê bêje. Ger ew kesên ku beşdarî konferansê dibin. Bila bên bi çavê xwe bibînin ku Kurd di çi halî de ne. Bi rastî ew ji bo Kurdan kar dikin bila konferansa 3’yemîn li Kurdistanê li darbixin. Wê deme em karin bejin ji bo kurd kar dikin. Kesên li Parîs, Bon û hwd. dijîn û Kurdistan bi çavê xwe nedîtiye nikare biryarê baş ji bo Kurdanbigre. Mi ji Ocalan re got ger ev kes bên Kurdistanê hûn hatina wan digrin ser xwe got, “ez digrim ser xwe” min jê re got ez dikarin vê gotina wê di konferansê de bejim got bêje. Dema ez çûm konferansa Bonê min ev gotinana yek bi yek got. Herkes matmayî ma. Digotin ev çi dibêje. Herkesi di got ne pere heye ne tiş heye emê çawa biçin. Min got hatin û çûna we û ewlehiya we hemû li ser me. Em dikarin bikin hêza me heye. Dema min ev gotin got. Kurd ji min xeyîdîn hemiyan pişta xwe da min. Yek jê Kemal Bûrqay bû. Min jê got kak Kemal tu çima wisa dike. Ev çil sale tu li Stolkomê rûniştiye û dibêje emê Kurdistanê avabikin ma wisa dibe. Temaşeke Ocalan çidike bibine. Piştî konferansê di sala 1993’an de ez dîsa çûm cem Serok Ocalan. Min wêneyê Ocalan û Kemal Bûrqay dît. Bûrqay di sala 1992’an de çûbû cem Serok. Min di dilê xwe de got. Ey Kemal tu jî hat ser dînê Serok.

Armanca partiyên Kurdan hemû yek e. Hemû dixwazin azadî û bextewariya gelê xwe bibînin. Ji bo vê jî ya herî girîng yekbûn e. Pêwîste partiyê Kurd li dora fikir û nerînên Ocalan kom bibin. Ji ber ku Ocalan ne ji bo perçeyekî Kurdistanê tene ji bo hemû Kurdantekoşînê dide meşandin. Ger di nav Kurdanev pêş bikeve dê serkeftin ya Kurdan be.