Nacî Sonmez: Pergal êrişê dibe ser jîngehên me

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Nacî Sonmez diyar kir, ku êrişa desthilatdariyê ya li ser xwezayê nabe ku tenê weke felaketeke li hawirdorê bê nirxandin û gotin, pergala kapîtalîst êrişê dibe ser jîngehên me.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Komîsyona Ekolojiyê Berpirsyar Nacî Sonmez di sala 48'an a Roja Hawirdorê ya Cîhanê 5'ê Hezîranê de bal kişand ser polîtîkayên neolîberal ên desthilatdariya Tirkiyeyê.

Sonmez diyar kir, li her devera Tirkiyeyê xweza tê talankirin, bi projeyên hilweşîner jîngeh tên tunekirin û got, "Em bi pirsgirêkên pêvajoya pandemiya şewbê dikevin 5'ê Hezîranê Roja Hawirdorê ku veguheriye hefteya 'hilweşîna ekolojîk'. Desthilatdarî polîtîkayên neolîberal bi rengekî bêrehm dimeşîne.

Bi biryar e ku pêwîstiya enerjiyê bi santralên nukleerê peyda bike. Welatên kapîtalîst ên ku santralên nukleerê ava kirin ya bi temamî terikandin yan jî li ber terikandinê ne. Lê belê li gel me hîn jî israr dikin. Qîma xwe bi vê jî nînin, li her derê destûrnameyê didin HES û JES'ê."

KAPÎTALÎZM QÎMA XWE BI KEDXWARIYÊ NÎNE

Nacî Sonmez diyar kir ku gef li ser jiyana zindiyan hemûyan e û got, "Kapîtalîzm a global û polîtîkayên wê yên neolîberal yekser pêwendiya xwe bi talankirina xwezayê heye. Kapîtalîzm êdî qîma xwe tenê bi kedxwariyê nîne. Şîrketên kapîtalîst ên mezin êdî êrişê dibin ser çavkaniyên xwezayî hemûyan, êrişê dibin ser jîngehan, ji bo qezencê, jêxwarin û sermayeyê êrişê dibe ser her qadê.

Pêvajoya pandemiyê kir ku ev rastî bêhtir bê dîtin. Bûyerên ku niha diqewimin encamên nerawstandina perspektîfa mezinbûna bêsînor a kapîtalîzmê ye. Her ku sîstema ekolojiyê tê talankirin, gefeke mezin li ser jiyana zindiyan hemûyan çêdibe. Mirovahiyê ev yek bi pêvajoya dawî ya pandemiyê re bi rengê hilweşîn û bêçaretiyeke mezin dît. Êrişa li ser xwezayê, qadên jiyanê û mîrateyên çandî êdî bûye navenda siyasetê."

Sonmez destnîşan kir ku ew êdî neçar in li dijî mêtingeriyê, talankirina ked û xwazayê, bi rengekî hevgirtî têkoşîneke hevdem bê meşandin.