Şandeya Mûxalefeta Sûriyê ji bo çareseriya aloziyên kû li Sûriyê diqewimin li Bexda bi Malîkî û Zêbarî re hevdîtin pêkanîn.
Şandeya Mûxalefeta Sûriyê bi Serokatiya Heysem El Menah û cîgerên xwe Salih Muslim û Reca Nasir re, di roja 19'ê Kanûnê de li paytexta Iraqê Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî û Wezîrê Karênderve Hûşyar Zêbarî re ji bo çareseriya alozî û pêşeroja Sûriyê hevdîtin pêkanîn.
Di hevdîtinê de Malîkî ji şandeya Mûxalefeta Sûriyê daxwaz kir kû xebatên xwe jibo çareserkirina aloziyên kû li Sûriyê tên jiyankirin bikin û dijberiya xwe li hember tund û tîjîyên li Sûriyê da diyar kirin. Malîkî di derbarê piştevaniya Iraqê ya ji bo Sûriyê de axîvî û wiha got: "Bêy ku Iraq berjewendiyên xwe yên sîyasî bihizire, alîkariya mirovahiyê ji bo gelê Sûriyê kiriye û di demên pêş de jî wê alikariya xwe bidomînin. Şandeyê jî dijberiya xwe ya tund û tîjîya li Sûriyê didome anîn ziman û diyar kirin kû pirsgirêk û aloziya kû li Sûriyê heye pêwîste bi rêyên aştiyane were çareserkirin.
Şandeya Mûxalefeta Sûriyê di heman rojê de bi Wezîrê Karêndervê yê Iraqê Hûşyar Zêbarî re jî hevdîtin pêkanî.
Zêbarî di hevdîtinê de diyar kir kû Iraq wê hertim alîgirê daxwaz û hêviyên gelê Sûriyê yên ji bo demokrasî û azadiyêne û Zêbarî bi vî awayî berdewam kir; Em li dijî tundû tîjî û rêjandina xwînê û trajediya mirovahiyê ya li Suryê ne. Em heta dawiyê aligirê çareseriyek siyasî ne herwiha ragihand kû pêwîste alîkariya kû jibo gelê Sûriyê tê kirin bigehe destê gelê Suryê. Şanda muxalefeta Sûriyê rewşa di nava Sûriyê de kû gelê Sûriyê xistiye nava tengezarî û zehmetiyan de û bi sedema kû tund û tîjîya her tim li ser gel tê pêkanîn, zerer û zîyanên kû gihiştiye sazî û hîmên bingehîn yên dewletê û zêdebûna hêjmara kuştî, birîndar û koçberiya li hindir û dervey Suryê herwiha trajedî û êşa gelê Sûriyê ji Zêbarî re anîn ziman. Di hevdînê de, her dû aliyan li hev kirin kû pêwîste têkiliyên wan bi hev re berdewam bikin û hevdîtinên hevbeş di navbera herdû aliyan de jibo demokrasî û azadiya Sûriyê berdewam bikin.