Mûxalefeta Fransayê: Tenêhiştina Kurdan skandal e!

Lîderê partiya mûxalefeta bingehîn a Fransayê LR Laûrent Waûqûîez got, ne ya qebûlkirine ye ku di serî de welat wan, Ewropa Kurdan li hemberî Tirkiyeyê bi tenê bihêlin.

Serokê Partiya Komarger (LR) û Serokê Herêma Auvergne-Rhone-Alpesê Laûrent Waûqûîez civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser projeyeke alîkariyê ya ji bo Xiristiyanên Rojhilat û Krudên Êzidî axivî.

Waûqûîez helwesta Ewropayê ya li pêşberî Kurdan rexne kir û got, "Helwesta Ewropayê ne hêja ye. Kurd li pêşberî Tirkiyeyê bi tenê têne hiştin. Ev yek skandal e."

Waûqûîez bang kir ku divê têkiliya bi Kurdan re ku hevkarê wan ê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ye neyê birîn û qala projeyên alîkariyê yên ji bo Xiristiyan û Êzidiyên li Iraqê kir. Waûqûîez diyar kir ku di çarçoveya projeya xwe de wê destpêkê îsal 350 heza Euro bişînin bajarekî Iraqê.

Tê ragihandin ku Xaça Sor a Fransayê û Weqfa Merîeûx jî wê tevkariyê li projeya alîkariyê bike û her sal heta 500 hezar Euro alîkarî bê kirin. Waûqûîez anî ziman ku armanca wan ne tenê alîkariya ji bo Xiristiyanên Rojhilat e, ew dixwazin cihêrengiya li Rojhilata Navîn were parastin.