Muslum Gurses jiyana xwe ji dest da

Muslum Gurses jiyana xwe ji dest da

Yek ji navên girîng yên muzîka arabesk Muslum Gurses ku 4 meh bu di beşa çavdêriyê de dihate girtin, jiyana xwe ji dest da.

Yek ji navên girîng yên muzîka arabeskê Muslum Gurses ku ji ber sedema nebesiya lebetan li nexweşxaneyê dihat girtin, nêzî 4 mehane di bin çavdêriyê de tê girtin li Nexweşxaneya Şîşlî Memorîal jiyana xwe ji dest da. Rojên borî dixtoran dabû diyarkirin ku, girêdayî makîneyan jiyan dike. Herî dawî Gurses bi by-passê hatibû emeliyat kirin, bersiv neda dermankirinê û jiyana xwe ji dest da.

Gurses di sala 1953’an de li gundê Fistikozu yê navçeya Xelfetiya Rihayê ji dayîkbûye. Di jiyana xwe ya 45 sal ya muzîkê de gelek album derxistin û di 38 sînemayan de rol girt.