Muslîm: Kurd dê cihê xwe di sîstema nû ya cîhanê de bigirin

Muslîm: Kurd dê cihê xwe di sîstema nû ya cîhanê de bigirin

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ku li Rûsyayê ye destnîşan kir ku hêzên navneteweyî hêdî hêdî polîtîkayên xwe yên li hemberî Kurdan diguherînin û got: “Li gor nerîna min di sedsala 21’an de wê Kurd cihê xwe di sîstema cîhanê de bigrin. Li ser vî esasî tekîlî tên nûjenkirin.”  Muslim piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya çareseriyê ya li Bakûrê Kurdistanê û diyar kir ku dê bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê bike. Muslim îdîayên ku dibêjin ‘dê gerîla li Rojava bi cih bibin’ derewand û careke din dubare kir ku ew ji bo diyaloga bi Tirkiyeyê re amade ne. Muslim bal kişand ser nezelaliya muxalefetê û diyar kir ku hinek alî hene naxwazin kurd bigih mafên xwe.

Di Rojhilata Navîn de îro mijara herî zêde tê nîqaşkirin bê gûman rewşa Sûriyeyê ye. Ev du sal zêdetir e li Sûrî pevçûnên pir dijwar diqewimin. Li gel piştgiriya dewletên Rojava hêzên mûxalif nikarin rêjîmê birûxînin.  Li Sûriyeyê rewş pir aloz e û bûye girêka kor. Niha li heremê hêza herî birêxitin û bihêz ya Kurdan . Li ser rewşa Sûriyeyê bi taybet li ser rewşa gelê Rojavayê Kurdistanê siyaseta ku li heremê tê maşandin di qada navnetewî de, li heremê çawa tê nerîn, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim ku ji bo tevlî Konferansa Neteweyî ya Kurd ku dê li Moskowayê bê lidarxistin, hatiye Rûsyayê bersiv da pirsên ANF’ê.

HEVDÎTINÊN BI PARTIYÊN SIYASÎ RE

- Hevdîtinên we yên li Rûsyayê di çi astê de ne? Heya niha we bi kê re hevdîtin kirine. Di hevdîtinên ku we kirine de hûn herî zêde li ser çi rawestiyan?

Hatina me ya Rûsya ne di çerçoveyek fermî de ye, em ji hêla rayedarê dewleta Rûsyayê ve nehatine vexwendin. Kurdên me yê li Rûsyayê dijîn di 29’ê Nîsanê de Konferansekê li dar dixin, em ji bo konferansê hatine vexwendin. Ji bo bi hin kesan re hevdîtina bikin em hinekî zû hatin vir. Di vê demê de me bi Partiya Edaletê, Partiya Komînist, Partiya Netewperest û hin parlementer re hevdîtin kir. Ev hevdîtin bi giştî baş bûn. Dîsa bi du enstîtû hevdîtinên re me cêbûn. Yek ji van bi Wezareta Karê Derve ya din jî bi Serokdewletê ve girêdayî ye û ji bo wan rapora amade dikin.  Hevdîtinên me yê bi wan re baş derbas bû. Dixwazin me nas bikin ev yek ji bo me girîng e. Me jî gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê bi wan da naskirin û xwestekên li vê heremê çi ne em çi dixwazin me bi wan re parve kir. Dîsa me got; ‘ger hûn dixwazin li Rojavayê Kurdisatnê bi Kurdan re têkevin nav tekiliyekê bi Desteya Bilind re tekiliyê xwe çêbikin bi riya wan hûn dikarin tekîliya pêş bixin. PYD jî wek partiyekê girêdayî Desteya Bilind e. Me xebatê xwe bi vî awayî da nasîn. Ew jî bi vê hevdîtinê gelek keyfxweş bûn. Me baş pêşwazî kirin. Em jî hêvîdikin ku encamê vê hevdîtinê di xebatê wan de jî diyar bibe. Li gor me hevdîtin pir berhemdar bû.

RÛSYA DI MIJARA KURD DE PÊNGAV AVÊTIYE

-Nêzîkatiyên Rûsyayê ji we re çawa ye? Hûn dixwazin di astek çawa de bi Rûsyayê re di nav tekîliyekê de bin?

Em dixwazin pirsgirêka Kurd li Rûsyayê baş bidin naskirin. Rûsya di heremê de rolek xwe ya pir girîng heye. Li ser siyaseta navneteweyî  bi taybet li ser siyaseta Rojhilatanavîn bandorek xwe ya girîng heye. Di pirsgirêka Sûriyeyê de jî Rûsya xwedî rolek pir girîng e. Ev yek dihêle ku di qada navnetewî jî giraniyek wê hebe. Me di hevdîtinên xwe yên berê de jî gelek caran ji rayedarên Rûsyayê re heya me ji Wezîrê Derve Lavrov re jî got; ‘bê çareserkirina pirsgirêka Kurd demokrasî li Sûriyeyê ava nabe’ ji ber vê yekê hûn neçar in pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê çareser bikin. Hûn nikarin wek bi rejima berê re dihat kirin bêjin pirsgirêkek hindirîn e û xwe jê rizgar bikin. Me got pêwîste di gotinên we de siyasetek Kurdî jî hebe. Ez dikarim bêjim çi di hevdîtinên berê çi jî di hevdîtinên niha de hin gav hatine avêtin.  Ger îro weke aliyê Kurd me dibînin û dixwazin bi pirsgirêka Kurd re eleqedar bibin naxwe bandora hevdîtinên me çêbûye. Bê gûman ev yek jî ji bo me pêşketinêk erênî ye.

GERÎLA NAYÊN ROJAVA

- Niha paşvekişîna PKK di rojevê de ye. Tê gotin ku dê PKK hêzên leşkerî bişîne Rojava. Li ser vê yeke hûn çi dibêjin. Daxwazek we wisa ji PKK çêbûye an na?

Pêvajoya ku bi Birêz Ocalan re hatiye destpêkirin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê ye. Bê gûman ger li Bakûrê Kurdistanê pirsgirêk bê çareserkirin dê li ser perçeyê din ên Kurdistanê jî bandorek xwe hebe, li ser Rojavayê Kurdistanê jî dê hebe. Tê gotin ku dê gerîlayên paşve bikişin, biçin Rojava. Na tiştekî wisa nîne. Yê biryara paşvekişandinê girtine hesabê bicîkirina gerîla jî kirine. Dema me dest bi serhildana kir em benda ti kesî nebûn û me ji ti kesî nexwest alîkarî bidin me. Em têra xwe hene hêzê me têra me dike. Heya niha hêza me bi awayekî serkeftî gelê xwe parastiye. Ji bo kes bê gel me yan jî alîkarî bide me, me bi ti kesan re hevdîtin nekirine. Di paşvekişandina gerîla de em ne alî ne û ne pêwîste ku ji me bê pirsîn jî. Ji ber ku yên vê biryarê digrîn li gor xwe hesabê xwe dikin. Pêwîstiya me bi hêzekî derve nîne, em tê ra xwe hene. Bi hezaran ciwanên me hene hatine perwerdekirin û îro bi awayekî serkeftî li Rojava gelê xwe diparêze. Ji ber vê yekê ev mijar li gel me nehatiye rojevê.

-Hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêdibin. Li gor we badoran çawa li ser siyaseta welatên Rojava bike?

Di asta îdeolojîk de dibe ku  hinek nakokî li nevbera nerînên Birêz Ocalan û dewletên Rojava de hebe, lê ev mijarek cûda ye. Bê gûman ev tekoşînek siyasî demdirêj dixwaze. Ji hêla welatên Rojava neqebûlkirina hêzên Kurd û siyaseta Kurd ji nerînên wan zêdtir li gor min nêrîna dewlata Tirk e. Tirkan ji bo berjewendiyê xwe pirsgirêka Kurd ji bo dewletên Rojava wek şantajekê bi kar aniye. Li hemberî dewletên NATO,  mînak Fransa, Îngilîstan û Almanya her wiha li hemberî gelek dewletên din ev hatiye bikaranîn. Ger îro lihevhatinek çêdibe, dê siyaseta dewletên rojava jî li hember Kurdan bê guhertin. Wê demê siyasta şantajê ji holê radibe. Em hêvî dikin ku dê bi çavekî pozîtîf li pirsgirêka Kurd binêrin. Li gor min hevdîtinên ku niha li Îmraliyê tên kirin girîng in. Tiştê berçav jî diyar e encamên wan hevdîtina baş e û serkeftî ye. Paşvekişîna hêzên çekdar jî hêza tevgera Kurd dide diyarkirin. Bê guman îro tevgera Kurd li ser siyaseta Rojhilatanavîn jî bandora xwe heye. Êdî kes nikare wê ji nedîtine ve were. Dewletên Rojava li Rojhilatanavîn nikarin hêza tevgera Kurda ya wisa mezin ji neditinê ve werin û înkar bikin. Ji bo vê yekê jî neçar in ku riyekê bibînin û pêre têkevin nav tekîliya û diyalogê pêş bixin.”

– 5’emîn Civîna Dostên Sûriyeyê li Stenbolê hat lidarxistin. Nunerê gelek dewletan beşdarî vê civînê bûn. Hûn vê civînê çawa dinirxînin, ger gazî we kiribana hûn ê beşdar bibana an na?

“Raste ev 5. Civîna Dostên Sûriyeyê ye tê çêkirin. Dema destpêkê ev civîn hatin plankirin armanca wan ew bû ku di qada navnetewî meşruyetê bide hêzê muxalîf. Lê mixabin heya niha negihiştine armanca xwe. Heya niha nikarî rolek pozîtîk di sekinandina şerê Sûriyeyê de jî bilîze. Dîsa ji bo hin sozên ku nikarin pêk bînin, bidin hev dîsa kom bûn. Vê carê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê John Kerry jî beşdarî civîna wan bû û sozên pere da wan. Ger ez ne şaş bim qala 130 milyon dolar dikirin. Bê guman em jî nizanin ka ji bo çi ewqas pere tê dayîn. Dibêjin em pişgirî dikin gelo pişgiriya hêzê siyasî dikin, ger wisa be ka ev hêze siyasî yan jî pişgiriya hêzê leşkerî dikin em baş nizanin.  Nokokiyên pir mezin hene. Hêzên ku xwe wek koalîsyon bi nav dikin li ser rûyê erdê nîn in. Hêzên çekdar yê niha şer dikin bi wan ve negirêdayî ne. Gelek ji vana Selefîn e, Cihadîn e û hwd.

DEWLETÊN ROJAVA ÇARESERÎ NAXWAZIN

Haya wan ji azadî û ji demokrasiyê nîne. Li gor nerîna min tişta ji vê girîngtir hene. Divê dewletên Rojava xwe di vê de zelal bike. Bi rastî demokrasiyê dixwazin an naxwazin. Ger hûn demokrasiyê dixwazin bi hêzên demokrat re tekîlî pêş bixin û xwe ji yê ne demokrat jî dûr bixin. Diyar e ku dewletên Rojava çareseriyê naxwazin. Eniya El Nusra  di nav wan de ye, em dizanin, li Tirkiyeyê cihê wan yê perwerdeyê jî heye û li dijî Sûriyeyê dixebitin. Gelo alîkarî dane wan jî? Ger alîkarî didin wan jî dê demê çima hûn Cehwetil Nisra dixin lîsteya terorê? Bi giştî armanca van civîna ne diyar e. Piştgirî didin hêzên demokratîk an hêzên çekdar çareseriyek çawa dixwazin. Dibêjin em dixwazin bi riyê demokratîk meseleyê çareser bikin, ji aliyên din ve jî Ereb derdikevin biryara digrin, dibêjin em ê çekan bidin hêzên din bi vî rengî jî şerê navxweyî zêde dikin.  Ji ber vê yekê mirov nizane ev çi ye. Têkîliyên tarî ne. Xwestin me jî beşdarî van civînan bikin. Ji bo beşdarî civîna yekem bibin em çûn Tûnisê lê me armanca civînê zanî. Em beşdar nebûn.  Ji 130 dewletan kes beşdarî civînê bûn. Ez dikarim bêjim ji wan kesan gelek kes nizanin li ser nexşeya cîhanê cihê Sûriyeyê nizanin. Di jiyana xwe de Sûriyeyê nedîtine.”

MUXALEFET NE ZELAL E

-Tekîliyên we û hêzên mûxalif di çi astê de ne? Beriya niha bi Arteşa Azad re we di hin mijara de Peyman hatibû îmzekirin. Herdû alî li gor vê peymanê tevgerandin an na?

“Hêzê muxalîf ne zalal in. Heya niha di nav wan de yekîtiyek xurt çênebûye. Heyeta Tensîq heye, em jî di nav de cihê xwe digirin. Ew jî kes li kesî guhdar nake. Tekîliyên me bi şexsan re hene. Bi Muazîl Xetîb re me li Qahîre dît û me xwest hin tiştan bi hev re bikin. Pişt re wî jî îstîfaya xwe da. Di karê wan de tevliheviyek heye. Niha qala Hîto û Corc Sebra dikin dibêjin ew ê jî biçin. Bê guman em dixwazin bi wan re di nav tekîliyekê de bin. Ew jî mûxalifet in. Em jî mûxalifetin em dixwazin nêzîkatiyek yekîtiyek hebe. Lê li gor nêrîna me hêzên muxalîfê yê leşkerî û siyasî hemû girêdayî hêzê derve ne. Yên çete ger kî çekan bide dibin esîrê wan, yê qaşo siyasetê jî dimeşînin kî alîkariya maddî bidr xwe dikin esîrê wan. Ji ber vê yekê heya niha tekîliyekî xurt jî pêş neketiye. Pêwîste ew xwe zelal bikin. Ger zelal bin wê demê mirov dikare bi wan re li ser hin mijara li hev bike.

ARTÊŞA AZAD PARÇE PARÇE YE

Ger di nav mûxalifetê de yekîtiyek çêbibê ji bo pêşeroja Sûriyeyê jî dê baş be. Lê grubên cûda cûda hene mînak hin grub hene ku dixwazin bi riya çekê meseleyê çareser bikin. Em jî dibêjin çareseriya bi şer nabe. Îro siyaseta bi çek îflas kiriye. Artêşa Azad jî di nav xwe de perçe perçe ye. Destê kê di bêrîka kê de ye ne diyar e. Gelek grubên çete hene ku bi me re şer dikin dibêjin em Artêşa Azad in. Li Helebê jî grubê bi vî rengî hene mînak hêzên Xalit Heyanî neye ku em dizanin ev kes nêzî rejîmê ye. Vî kesî gelek pîsî kirin. Gelek mirovên bi îşkenceyê kuşt.

HÊZÊN DEWLETÊ DI BIN NAVÊ ARTÊŞA AZAD DE TEVDIGERIN

Li ser vê YPG bi ser wî kesê ve çû Arteşê Azad me rexne dike dibêje çima hûn bi ser wî de diçin. Vî kesî ewqas me êşand ewqas, kesên me kuşt, em bi ser de çûne çima hûn aciz dibin. Başe ger hûn dijberî rejimê ne çima hûn ev kesê ku bi rejimê reye diparêzin.  Ger ev kes bi we ve girêdayiye çima bi ser me de tê. Em dixwazin vê fam bikn. Em vê fam nakin. Gelek hêzên dewletê jî di bin navê Artêşa Azad de tevdigerin. Ji bo vê jî siyaseta me ya Kurdî parastina gelê Kurd e. Ji kîjan aliyî ve êrîş bê ser gelê me emê gelê xwe biparêzin ev mafê me yê rewa ye.”

-Gelo bi dewleta Sûriyeyê re têkîliyên we hene, ger hebin di astê de ne?

Heya niha bi rayedarê dewlatê Sûriyeyê re hevdîtinê me çênebûne. Gelek kes dibêjin tekîliyên wan hene na ev ne rast e. Ger rejim bi ser me de neyê em jî bi ser wan ve naçin. Dema em êrîşî dewletê nakin dibêjin wê demê tekîliyên wan hene. Bi vî awayî dixwazin me tewambar bikin. Em di çerçoveya parastina rewa de gelê xwe diparêzin. Em ne dijminê welatê xwe ne ku em bixwazin her derê xira bikin belav bikin. Me di serî de jî got; ‘em perçeyekî vê şoreşê ne, em dixwazin ev rejîm here, lê em nawazin ku rejima bê şuna wan ji wan xirabtir be. Em ve yekê jî qebûl nakin.”

NAXWAZIN KURD BIGIHIN MAFÊN XWE

-Êrîşên li ser taxên Kurdan çêdibin hûn çawa dinirxînin? Li gor we armanca van êrîşan çi ye?

Di rewşê wisa aloz de mirov dijminê xwe jî baş nas nake. Lê zihniyeta ku dijî Kurdan dixwaze bila di rejimê de be, dixwazî bila di mûxalifetê de be naxwaze Kurd bibe tiştek û bigihêje mafê xwe. Carna ji rejîm carna ji hêzen muxalîfet carna jî ji ew komên ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin êrîşî me dikin.  Di rewşê wisa de tu nizane kî doste kî dijmin e. Ji ber ve yekê asta êrîşa gihişt asta ku ji hêla hêzen rejîmê ve cihe me bên bombebarankiririn. Di van bombebaranan de me gelek wendahî dan. Em neçar in xwe biparezin. Li ser gelê me çekê kîmyewî hat bikaranîn. Lê heya niha em nizanin kê ev kiriye. Gelo hêzên rêjîmê kiriye an grube çete ev kiriye em ve nizanin. Di vê çerçoveyê de lêpirsîna me berdewam dike.

EM NE DIJMINÊ TIRKAN IN

– We heya niha we bi Tirkiyeyê re ti hevdîtin kirine? Tekîliyê bi Tirkiyeyê re di çi astê de ne?

Ti tekîliyê me bi Tirkiyeyê re nîne. Tirkiye dewletek cîranê me ye. Nêzî 800 km sînorek di navbera me de heye. Bê guman vî sînorî gnndên me perçe kirine, nîvî li vî alî, nîvî li wî alî li her du aliyê sînor gelê me heye. Em naxwazin zerar bigihêje gelê me. Ti dijminanhiya me bi gelê Tirk re nîne. Ger em li ser sînor be wê ji bo Tirkiye bi ewletir be ji ber ku mirovê me li wî alî sînor in. Me çend caran di axaftinên xwe de gotiye em amade ne ji bo diyalogê ji bo danûstandinê. Lê diyar e gumanê Tirkan hene ew fobiyê ku heya niha xwe ji Kurda tirsandine pêwîste xwe ji wê fobiyê rizgar bikin. Îro hevdîtinên bi PKK’ê re tên çêkirin. Me jî keyfxweş dike. Belkî wê demê xwe ji wê fobiyê rizgar bikin û bi me re jî rûnên. Em ne dijminê Tirkan in. Ji hêzên mûxalifetê re dibêjin xwe ji PYD’ê dûr bixin, nêzî wê nebin. Belkî bi saya van hevdîtinan pêşî li vê bê girtin. Dîsa wê demê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu gotibû ji bo em bi PYD’ê re rûnên şertên me hene. Dixwazin em bêjin em dijî rejîmê ne. Me ev gotin gelek caran gotiye. Lê ger Davutoglu dixwaze em biçin gel dewletê ji wan re dokumentek imzekirî ku tê de dinivîsîne ‘PYD dijminê me ye’ binin şaş e. Tiştekî wisa nabe. Diyar e em her roj bi rejimê re di nav şer de ne. Her roj ewqas kesên me tê kuştin. Ji vê zelaltir tiştekî dijminantiya me û rejimî eşkere bike nîne.  Disa dibêje pêwîste pişgiriya PKK’ê nekin. Tu bi xwe îro çûye ber ligê Birêz Ocalan û ji me re dibêje xwe nêz neke ma wisa dibe.”

TÊKILIYÊN NAVNETEWEYÎ

-Qada navnetewî piştiriyê dide we an na? Pişgiriya wê ji we re di astê de ye?

Hêzên navnetewî fam kirin ku nikarin Kurdan ji Rojhilatanavin dûr bixîn. Ji ber vê yekê hêdî hêdî bi Kurdan re têkîliyê xwe rast dikin. Êdî ev dimîne ser Kurdan ger em di nav xwe de yek bin, em dikarin cihê xwe di qada navnetewî de bigrin û bibin xwedî siyaset. Ji ber vê yekê hêzên navnetewî gelek ji wan ji niha ve destpêkirine êdî Kurdan jî dixin nav planê xwe. Di vê çerçoveyê de dixwazin tekîliyê çêkin û nas bikin. Li gor nerîna min di sedsala 21’an de wê Kurd cihê xwe di sîstema cîhanê de bigrin. Li ser vî esasî tekîlî tên nûjenkirin.”