Muslim: Em dîrokê serarast dikin
Muslim: Em dîrokê serarast dikin
Muslim: Em dîrokê serarast dikin
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, li paytexta Îngilîstan Londonê, di panêlekê de axivî û got, "Gelê Kurd îro dîrokê dinivîsîne, dîrokeke nû dinivîsîne. Em dîroka kevin a şaş hatiye nivîsandin, sererast dikin."
Meclîsa Gel a Brîtanya, roja Yekşemê li Bakurê Londonê li herêma Harîngeyê bi beşdariya 300 kesî panêlek lidar xist.
Di panêlê de Hevserokê partiya herî mezin a Rojavayê Kurdistanê PYD'ê Salih Muslim weke axaftvan amade bû û got, "Îro gelê Kurd li Rojhilata Navîn di gelek mijaran de ji şoreşê re pêşengiyê dike. Kurd li her devera lê ye li ber xwe dide."
Muslim da xuyakirin, ku gelê Kurd bi têkoşînê re baweriya ji xwe bi dest xistiye û got, "Gelê Kurd îro dîrokê dinivîsîne. Dîroka kevin û şaş hatiye nivîsandin, em sererast dikin. Kurd bi dîroka îro re rû bi rû ye. Pêvajoya berxwedanê ya li Rojavayê Kurdistanê, li nava rûpelên dîrokê dinivîsîne."
EM DIXWAZIN LI SER AXA XWE AZAD BIN
Muslim ragihand, ku weke gelê Kurd hemû armanca wan, jiyaneke bi rûmet û azad a li ser axa xwe ye û destnîşan kir, ku wan çav bernedane axa ti gelî.
Muslim di vî warî de weha peyivî; "Li Sûriyê 26 sal in şer heye. 26 sal in di navbera kesên li Sûriyê xwedî hesaba ne, şerê deshilatdariyê heye. Ji wan cûda, em xwedî stratejiyekê ne. Me ev stratejiya xwe heta roja îro meşand. Me ji destpêkê ve dizanîbûn ku şoreşa Sûriyê naşibe ya Tûnis, Misir û yên din. Mûxalîfan û dijberên rejîmê jî temenekî bi qasî 6 mehan da rejîma Esed. Lê îro du sal di ser re derbas bûn. Kes nizane wê ji niha û pê ve jî çiqasî dewam bike."
ME TENÊ JI GELÊ XWE PIŞTGIRÎ DÎT
Hevserokê PYD'ê bibîr xist, ku heta roja îro li dijî wan gelek polîtîkayên dijber hatine kirin û got, "Hêzên rejîmê û çeteyan timî êriş kirin. Me li gelek bajarên li Rojava li dijî çeteyan şer kirin. Pirraniya van çeteyan jî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî me hatin bikaranîn. Îro jî hînê Tirkiye ji gelek ji van çeteyan re mêvandariyê dike."
Muslim bibîr xist, ku dewleta Tirk ji bo pêşî li bidestxistina mafên Kurdan bigire gelek peymanên veşartî û qirêj kirin û di vî warî de êrişa li Serê Kaniyê bibîr xist.
Muslim da xuyakirin, ku Kurdan nîşanî dost û dijman dane ku ew bi axa xwe ve dilsoz in û got, "Axa li Rojava hina di bin deshilatdariya me de ye. Me heta niha serê xwe li ber ti hêzî ne tewand. Gava me ev kir jî, me ji ti dewletê alîkarî nestend. Me berxwedana xwe bi alîkariya gelê kir."
HETA SÛRIYE ARAM NEBE AŞTÎ NAYÊ ROJHILATA NAVÎN
Muslim anî ziman ku li Sûriyê hin derdor hene aştiyê dixwazin hin jî dijberên aştiyê alîgirên şer hene û axaftina xwe weha dewam kir: "Dîrokê nîşan da, ku heta aramî li Sûriyê serdest nebe, aştî û aramî nayê Rojhilata Navîn. Em îro weke pirek di navbera Kurd û Ereban de dibînin. Em naxwazin aştiya navbera Kurd û Ereban xera bibe. Emê di vê pêvajoyê de rola xwe ya dîrokî bicih bînin."
Salih Muslim destnîşan kir, ku PYD partiyeke xizmetî gelê xwe dike ye û şensê partiyên xizmetî gelê xwe nakin tineye bijîn.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim herî dawî bang li gelê Kurd kir, ku alîkariyê Rojavayê Kurdistanê bike.
Panêl, piştî axaftina Muslim, bi beşa pirs û bersivdayînê bi dawî bû.