Mûrad Artîn: Divê Ocalan bê berdan

Endamê Meclîsa Şaredariya Orebroyê Mûrad Artîn: Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Rojava, li hiqûqa navneteweyî nayê. Sûcekî li dijî peymanên navneteweyî ye.

Parlamenterê berê yê Partiya Çepgir û endamê Meclîsa Şaredariya Orebro ya Swêdê Mûrad Artîn li ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.

Artîn nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê da ku Efrîn dagir kiriye û gefên xwe yên li ser Rojava zêde kiriye. Artîn got, "Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Rojava, li hiqûqa navneteweyî nayê. Sûcekî li dijî peymanên navneteweyî ye. Ji ber ku Kurd, Asûr-Suryan, Ermen û Erebên li wê herêmê rêveberiyeke pirrengî ya xwerêveberiyê ava kirine, Tirkiye dixwaze bikeve Rojava. Modela hatiye afirandin li feraseta Tiriyeyê nayê. Ji ber ku Tirkiye mafê hindikahiyên xwe binpê dike."

Artîn destnîşan kir, Swêd, Yekîtiya Ewropa, DYE û Neteweyên Yekbûyî divê li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava derkevin û got, "Divê li dijî Sûltan Erdogan helwestê nîşan bidin. Rojava li nava xaka Sûriyeyê ye. Ne herêmeke Tirkiyeyê ye. Tirkiye heman tiştî li bakurê Iraqê jî dike. Bombeyan li Kurdên li wir û PKK'ê dibarîne. Bomberdûman û operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk li dijî hiqûqa navneteweyî ye."

Artîn anî ziman, pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî girîng a li Tirkiyeyê ye ku divê were çareserkirin û got, "Tirkiye divê hurmetê nîşanî mafên Kurdên li nava welêt û yên li deverên din bide. Mîna polîsan divê neçe welatên din û bomberdûmanê li wan welatan bike. Ji welatên din êrîş li dijî Tirkiyeyê nayên kirin. Ji ber vê yekê, nikare were gotin ku bomberdûman û operasyonan ji bo parastina xwe dike. Divê dewleta Tirk dest ji helwesta xwe ya dînîtiyê ya ku dixwaze sînorên xwe berfireh bike, berde."

TÊKOŞÎN RÊ LI BER SERKETINÊ VEDIKE, DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE, GIRTÎN BÊN BERDAN

Artîn li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê got, "Têkoşîn rê li ber serketinê vedike. Dema ku Ocalan hate girtin û ew birin Tirkiyeyê, min mijar xist rojeva Parlamenta Swêdê. Beriya her tiştî ti sedem nîne ku Ocalan li girtîgehekê bê hiştin. Ya duyemîn, divê mafên ji mehkûman re tên dayin ji Ocalan re jî bên naskirin. Divê tecrîd bi dawî bibe. Tecrîdkirina girtiyan nayê qebûlkirin. Hincetek ji bo vê nabe. Ocalan bi rengekî adîl nehate darizandin. Ya divê ji nû ve bê darizandin, ya jî bê berdan. Girtina parlamenter û rêveberên HDP'ê jî helwesteke bi dînîtî bû. Ew hemû girtiyên siyasî ne. Yekane tişta ku divê Tirkiye bike, berdana girtiyên siyasî ye. Eger Tirkiye îdîa dike ku welatekî demokratîk e û dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, bê şert û merc divê girtiyên siyasî tavilê berde."