MUB: Em bi hev re li ber xwe bidin û faşîzmê têk bibin

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn, nerazîbûneke tund nîşanî binçavkirina Kişanak û Anli da û bang li gelan û raya giştî ya cîhanê kir, ku bikevin nava tevgerê.

Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin, dewleta Tirk bi rengekî vekirî şer li dijî hemû hêzên demokratîk ragihandiye û hat gotin, "Erdogan û hikûmeta AKP'ê bi darbeyeke dijber hewl didin dîktatoriya xwe bi zorê bi her kesî bide qebûlkirin."

MUB'ê da xuyakirin, ku tevî polîtîkayên dagirkeriyê yên li Rojhilata Navîn, dewleta Tirk li nava welêt jî ji bo qirkirinê êrîşan dike û got, "Gelên Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê, divê li dijî vê êrîşkarî û pêkanînên Serokkomar Erdogan ên rê li ber felaketê vedikin, bikevin nava tevgerê. Lazim e gelên Tirkiyeyê ji bo têkbirina vê rêveçûna faşîst, dest bidin hev û li ber xwe bidin. Ji bo rûpeleke din a tarî rû nede û qirkirinên nû neyên kirin, divê mirov pêşî li hêzê mîlîtarîst ên Qesrê bigirin û sîstema ji yek şexsî pêk tê, têk bibin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, amadekariyên dubarekirina Qirkirina 1915'an li Qesra Erdogan tên kirin û got, "Lewma em lenetê bi binçavkirina hevşaredaran û terora li dijî gel tînin. Em bang li gelê Suryanî (Asûrî-Aramî-Keldanî) dikin, ku li her devera lê ne, tevî gelên ji bo azadiyê li Tirkiyeyê têdikoşin, tevbigerin û hikûmeta AKP'ê teşhîr bikin."